Emîne Şenyaşar hat berdan
Çalakiya ji bo edaletê ya ku Emîne Şenyaşar, di roja 17’emîn de li pêşiya Edliyeya Rihayê didomîne rastî dorpêça polîsan hat û paşê jî ew û kurê wê binçav kiribûn serbest berdan.
Navenda Nûçeyan- Polîsên ku hatin wê derê xwestin ji wir rabin û nehiştin ku rojnamger wêneyan bikşînin lê Emîne û kurê xwe diyar kirin ku heta daxwaza wan pêk were ew ê nobedariyê bidomînin. Polîsan gotin ku edliye avahiya dewletê ye û dest danîn ser sehpayên ku dovîzan danîbûn ser wan, paşê jî Emîne û kurê wê Ferît ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Piştî li emniyete îfadeyên wan girtin ew serbest berdan.
Emîne û kurê xwe diyar kirin ku ewê li cihê mayî nobeta xwe ya ‘edaletê’ dewam bikin.