Emîne Şenyaşar: Edî dixwazim cejnên xwe li mala xwe derbas bikim

Emîne Şenyaşar a ku roja yekem ya cejnê li ber edliyeyê pêşwazî kir got:” Edî dixwazim cejnên xwe li mala xwe derbas bikim.

Riha- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetilkirin û kurêk wê jî bîrindar bû. Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 827’emîn de berdewam dike. di Eyda Qurbanê de ji didomîne.

Emîne Şenyaşar di roja 828’an nobedê de ji mala xwe ya Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê.

'Edî dixwazim cejnên xwe li mala xwe derbas bikim’

Emîne Şenyaşar li ber edliyeyê axivî û wiha got: “Îro cejn e, her kes li gel nevî û zarokên xwe ye, lê ez dîsa li ber edliyeyê me. Niha ez dixwazim cejnên xwe li malê derbas bikim. Em çalakiya xwe ya rûniştinê bi hatina li ber edliyeyê, bêyî ku bêjin germ e, sar e, didomînin. Em li ber deriyê edliyeyê koçer in. Qeydên me derxin, kurê min bihêlin, em ê herin malê. Heya hûn zarokê min nehêlin ez mafê xwe nadim tu kesî. Heta ku edalet neyê ez li malê namînim. Ger edalet li vir pêk neyê ez ê herim Enqereyê û li wir rûnim.”

Emîne Şenyaşar xîtabî Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan kir û got, "Eger zarokên we bi vî rengî bihatana kuştin, hûn ê çi bikin?"