Emîne Şenyaşar dê nobeta xwe li pêşiya seroktiya meclisê bidomîne

Emine Şenyaşar a ku têkoşîna xwe ya edaletê li Rihayê bi dawî kiribû, li Enqereyê didomand ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê demek navber dabû çalakiya xwe biryar da çalakiya xwe li pêşiya serokatiya meclisê berdewam bike.

Navenda Nûçeyan- Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de ji hêla xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê wê demê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsa Rihayê hatibûn qetilkirin û kurekî wê hatibû girtin, têkoşîna xwe ya edaletê ya di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di 26’ê Tîrmeha 2023’yan de li ber Wezareta Dadê li Enqereyê domand.

Çalakiya ku ji ber pirsgirêkên tendirustiyê navber dabûnê dê li ber deriyê meclisê bidomînin

Hat zanîn ku Emîne Şenyaşar, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê navber dabû çalakiya xwe ya nobetê lê dê careke din li ber deriyê serokatiya meclisê bidomîne. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê ye piştî ku saet di 11.00’an de li meclisê daxuyanî dan dê çalakiya xwe ji cihê lê mane berdewam bikin.