Emîne Şenyaşar bi panqarta ‘Edalet’ kete emelyatê

Emîne Şenyaşar ku ji bo kur û hevjînê xwe ê hatî qetilkirin û kurê xwe yê di girtîgehê de daxwaza edaletê dike, bi panqarata ku li ser ‘Edalet’ nivîsandî çû nexweşxaneya ku lê were emelyatkirin.

Navenda Nûçeyan- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin, Emîne Şenyaşar ji bo ji lingê xwe were emelyatkirin çû nexweşxaneyê.

Emîne Şenyaşar panqerta ku li ser ‘Edalet’ hatî nivîsandin girt û bi sendelyayê bi tekelek hate nexweşxaneyê, rakirin odaye çavdêriyê.

Di çûyina nexweşxaneyê de Emîne Şenyaşar der barê çalakiya xwe de zanyarî da û kurê wê yê ku ji qetliamê sax rizgarbûyî û parlementerê Riha ya Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar, da zanîn ku heta ku rewşa tendirûstiya dayîka wî baş bûyî navber dane çalakiya xwe.