Emîne Şenyaşar 36 rojin “edaletê” dixwaze

Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê hatin qetilkirin û kurek wê jî girtin 36 rojin li ber Edliyeya Rihayê di çalakiya “edaletê” dene.

Riha - Emîne Şenyaşar a di encama êrişa parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjînê xwe û du kurên xwe winda kirin, li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” di çalakiya nobetê de ne. Nobeta malbata Şenyaşar di roja 36’emîn de berdewam dike. 
Malbatê li ser hesabê xwe yê civakî cîh da van gotinan: “Îro roja despêka remezanê ye, em di roja 36 emîn de têkoşîna xwe ya EDALETÊ dewam dikin. Dayik di malên xwe de ketina telaşa remezanê û fetarê, dayika ku di wêne de xwiya dike weke teyîrê bask şikestî û hêlîn xirabûyî li ber edliyeyê dilorîne. Ji bo hevjîn û zarokên xwe yên di nexweşxanê de qetilkirin EDALETÊ dixwaze…”