Emîne Şenyaşar 35 rojin di çalakiyê dene
Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê hatin qetilkirin û kurek wê jî girtin 35 rojin li ber Edliyeya Rihayê di çalakiya “edaletê” dene.
Riha- Li navçeya Pirsûsa Rihayê beriya Hilbijartina Giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an alîgir û parêzvanên Parlamenterê AKP’a Rihayê Îhbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û Haci Esvet û lawên wî Adil û Celal kuştibûn. Hevjîna Hecî Esvet Şenyaşar, Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar 35 roj in bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê ango nobeta edaletê li dar dixin.
Bang li Zehra Zumrut Selçuk kirin
Malbatê li ser hesabê xwe yê civakî ev parkirin nivîsîne: “Ez 35 roje em li ber Edliyeya Rihayê di çalakiya ‘edaletê’ dene. Îro banga me ji bo Wezîra Polîtîkaya Malbatê Zehra Zumrut Selçuk e. 35 rojin dayikek li ber Edliyeya Rihayê ye. Em dixwazin tu di derbarê vê dayikê de hevokekê bêjê…”
Emîne Şenyaşar di çalakiyê de got: “Sê kes ji malbata min kuştin. Yek jî ceza kirin. Kujerên zarokên min bi serbestî li derve digerin. Ez ê ji vir ranebim. Bila min jî bikujin. Bila kesên vê komkujiyê kirine werin girtin. Zarokên min li ber nexweşxaneyê girtin. Bila qeydên nexweşxaneyê derxin. Ma qet wîjdana wan nîne? Ev dewletek çawa ye? Çima dirûst nêz tevger nakin.”