'Emê her dem ji bo şervanên azadiyê li ser lingan bin'
Gelê Şengalê bê navber bi rihê berxwedaniyê, ji bo piştgiriya şervanên azadiyê li ser piyan e.
EZDA ROJ
Şengal - Doh di demjimêrên Êvarê de ji bo piştgiriya hemleya Bazên Zagrosê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û heval bendên wê yên li ser şervanên azadiyê û herêmên parastina Medya li gundê Borikê yê girêdayî Şengalê ji aliyê jin û û yekitiya ciwanên Şengalê ve meşek bi meşaleyî hate li darxistin.
Ciwana bi navê Emîra Şengal da diyar kirin ku ewê her dem piştgiriya şervanên azadiyê bikin û wiha berdewam kir: "Îro em ji bo piştgiriya şervanên azadiyê me ev meş li darxistiye. Em wek ciwanên Şengalê soza vê yekê didin ku çawan wan di fermanê de em rizgarkirin emê jî her dem ji bo wan li ser lingan bin."
Ciwana bi navê Meysûn Hisên bi van gotinan nêrînên xwe wiha anî ziman: "şervanên azadiyê ji me gelê Êzidî re gelek ked dan, em ji fermanê Rizgar kirin, em jî weke gelê Êzidî heya dawî emê bi wan re bin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku ji bo berxwedana şervanên azadiyê rabin ser lingan.”