“Emê çand, bawerî, ax û rumeta xwe biparêzin”
Jinên tevlî meşa ku duh li Şengalê bi armanca şermezarkirina gef û êrîşên li ser ax û rumeta wan tê kirin bûn diyar kirin ku ew bi biriyarin heta dawiyê piştevaniya zarokên xwe bikin û ji derveyî zarokên xwe tu hêzên derve naxwazin.
EMÎRA SIMOQÎ
Şengal - Piştî gefên dewleta Îraqê yên li ser Şengalê, gelê Êzidî li hember van gefan xeta berxwedanê hilbijartin û çalakiyên xwe didomînin. Bi hezaran welatiyên Şengalê duh herikîn qadan û bi meşekê nêzîkatiyên hikumeta Îraqê şermezarkirin. Meşa ku ji Quba Laleş heya çerxerêya navenda Şengalê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Şengalê”,” Bimire îxanet” û “Em hemû hêza Êzidxanin” domkir. Di nava meşe de me mikrofun dirêjî jinan kir û bertekên wan girtin. Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nûrê Xwidêda da zanîn ku ew hêzên derve naxwazin û heta dawiyê dê parastina xwe bikin.
“Emê çand û baweriya xwe biparêzin”
Nûrê Xwidêda di derbarê gef û pilanên ku li ser wan tên kirin de wiha helwesta xwe anî ziman: “Em îro weke civaka Êzidî ji ber gef û pilanên Hikumeta Îraqê û PDK’ê yên li ser axa me tên meşandin şermezar dikin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ji ber em her çanda xwe ji qirkirinê diparêzin loma dewletên desthiladar bi ser me de tên. Wê xeyalê dewleta Îraqê pêk neyê û derbasî ser axa me nebe. Em dev ji ax, bawerî û çanda xwe ya bi hezaran salan tên parsastin ji dijimên xwe re bernadin.”
“Hebûna xwe ji qirkirinê biparêzin”
Endama (TAJÊ) Emşa Salim dest nîşan kir ku hebûna wan hêzên wan e û wê dev ji hebûnên xwe bernedin û got: “Armanca dewleta tirk ew e ku çanda Êzidiyan ji holê rabike lê em rê nadin bighîne hedefên xwe. Em bi hebûna zarokên xwe yên Êzidxanê dijîn. Em nahêlin dewleta Îraqê hebûna me tune bike. Em wek dayik biryar û dawazên hikumeta Îraqê yên çek û çiyayên xwe teslîmî wan bikin qebûl nakin. Em piştevaniya Asayişên xwe dikin. Heya dilopek xwîn di canê me de heye dev ji hêzên xwe bernadin. Bang li Êzidiyan tevahî dikim ku rabin ser piya û hebûna xwe biparêzin.”
“Heta mirinê em li pişt zarokên xwe ne”
Emşa Reşo jî nerazîbûnên xwe li dijî êrîş û gefên ku li ser wan tên kirin bi lêvkir û wiha pê da çû: “Hikumeta Îraqê û hevkarên wî hertim li dijî me pilnan çêdikin, bi vê yekê dixwazin hêza Êzidxanê tune bikin. Em weke jin çi ji me bê xwestin hertim amadene ji bo zarokên xwe bikin. Dewlet her çendî pilan û gefan bîne ser me wê me li pêşberî xwe bibîne û rastî nerazîbûnên me bê. Em hertim pişta zarokên xwe ne bi berxwedana xwe emê bi serkevin û daxwaza me hebûna zarokên me li Şengalê bên qebûl kirin.”
“Em xeta berxwedanê bilind dikin”
Aliya Îdo tekez kir ku wê li dijî êrîş û gefan xetê berxwedanê bilind bikin û ev tişt got: “Kombûna me û daketina li qadan ji bo mafê xwe û zarokên Êzidxanê li Şengalê bên qebûl kirin. Dewleta Îraq dixweze hêzên qir bikin ev daxwaz wê bi cih nebe. Em weke gel hertim li hember êrîşan amadene û xeta berxwedana xwe bilind dikin. Di fermanê de hêzên Îraqê û PDK’ê em bi tenê li hember qirkirinê hêştin. Niha jî zarokên ku hebûna me diparêzin dixwazin tune bikin.”