‘Em piştgiriyê didin xebatên jinan ên li çar aliyên Kurdistanê’

Çalakvana mafên jinan Şara Abdulkerîm diyar kir ku jinên başûrê Kurdistanê li her çar aliyên Kurdistanê piştgiriya xebatên jinan dikin û got: “Êş û serkeftinên jinan yek in.”

RÊJNE SELAM

Helebce - Li başûrê Kurdistanê çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan Cîhanê didomin. Jinên Kurd di vê rojê de careke din nîşandan ku li her çar aliyên Kurdistanê her dem hevsozî û piştgiriya hev dikin û peyamên xwe yên piştevaniyê dubare kirin.

Çalakvana mafên jinan Şara Abdulkerîm diyar kir ku li her çar aliyên Kurdistanê piştgiriya xebatên jinan dikin.

Çalakvana mafên jinan Şara Abdulkerîm da zanîn ku êş û serkeftinên jinan yek in û wiha got: “Mixabin em nûçeyên êş û azarên jinan li parçeyên din dibihîsin û jin ji ber fikrên azad tên cezakirin, ji ber Kurd in tên girtin. Civaka navneteweyî li hemberî vê bêdeng e.”

‘Çalakiyên me yên piştevaniyê didomin’

Şara Abdulkerîm der barê mafên jinan û cezayên li jinên Kurd tên sepandin de wiha got: “Nabe Kurd ewqas bê helwest bin, em her dem piştevaniya hev dikin û dixwazin bi hevkarî û piştevaniyê, jinan bigihîjînin qonaxa pêşketî. Li Başûr kampanyayek a heye û em pê piştgiriya jinên Rojavayê Kurdistan dikin. Di vê kampanyayê de em ji bo piştevaniya jinên ji her çar aliyên Kurdistanê çalakiyan li dar dixin.”