"Em para xwe ya rewa ji ava çemê Firatê dixwezin"
Jinên ji Kantona Kobanê - Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêrsa xwe ya li hember qûtkirina dewleta Tirk ji ava çemê Firatê re anîn ziman û daxwaza para xwe ya avê kirin.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dewleta tirk bê navber qutkirina ava çemê Firatê li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke çeka şer bi kar tîne. Li gor hevpeymana ku di navbera hikûma Sûriyê û Tirkiyê de hatiye îmze kirin divê di saniyê de 500 metre kûp derbasî axa Sûriyê bibe. Lê dewleta tirk vê hevpeymana ku li Neteweyên Yekbûyî hatiye tomarkirin bin pê dike û 100-200 metre kûp berdide. Rêveberiya Xweser ji ber kêmbûna asta avê û ji bo ku bikaribe ava vexwarinê biparêze, seatên ceyranê ji 20'an kiriye 8 seat. Rêveberiya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandin ku heger rewş wiha bidome dê bendav werin sekinandin û qeyraneke mirovî çêbibe. Têkildarî mijarê jinên ji bajarê Kobanê bertekên xwe li dijî qutkirina ava Firatê ji ajansa me re anîn ziman.
"Em para xwe ya ava Firatê dixwezin"
Jina bi navê Fîdan Ehmed daxwaza para Sûriyê ya ava Firatê kir û got: "Ev deh salin ku em di şert û mercên şoreşê de dijîn. Ji hemû aliyan ve êrîş li ser şoreşa me tên kirin. Dewleta tirk niha jî êrîşî pêwistiyên me yên jiyanî dike. Para me ya di ava Firatê de diyar e û hevpeyman jî heye. Lê dewleta tirk hemû zagonan bin pê dike. Em weke gelê Kobanê para xwe ya rewşa xwe ya ava Firatê dixwezin."
"Dewleta Tirk nikare me bi qutkirina avê tune bike"
Her wiha jina bi navê Melek Elî ku ji bajarê Serêkaniyê ye ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin, diyar kir ku wê armancên êrîşên dewleta tirk pêk neyên û wiha pê de çû: "Em ketin e werza havînê û hewa gelek gerim bûye. Seatên ceyranê ji ber kêmbûna avê kêm bûne, ev yek jî me bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dihêle. Dewleta tirk bi van kiryarên derexlaqî zordariyeke mezin li hember me dike. Heger dewleta tirk dihizre ku ewê bi qûtkirina avê me bindest bike, ew di fikirên xwe de gelek şaş e. Ez bi xwe ji bajarê Serêkaniyê me lê ji ber dagirkeriyê ez li Kobanê me. Ji lewra ez dibêjim heger ew axê dagirbikin, ango avê qutbikin û çi jî bikin, ewê nikaribin Gelê Kurd tune bikin. Dewleta tirk jî mecbûre para me ya avê berde ji ber ku ew ji mafê me ye."
"Em hesab ji Neteweyên Yekbûyî dixwazin"
Herî dawî Fatma Ebd El-Henan behsa hevpeymana parvekirina ava Firatê ya di navbera Sûriyê û Tirkiyê de kir û wiha axivî: "Min di vê salê nok û colik çandin. Lê baran kêm bû û niha seatên ceyranê kêmin. Ji ber vê mewsima me ya çandiniyê zirar dît. Di navber Sûriyê û Tirkiyê de hevpeyman heye û li cem Neteweyên Yekbûyî qeyd kiriye. Ji ber vê em di destpêkê de hesab ji NY`ê dixwezin, ji ber ku ew bi erka xwe ranabe."