“Em nikarin êrîşên tên kirin ji tecrîdê cuda bigirin dest”

Hevseroka Têkiliyên Diblomasî ya PYD’ê ya Herêma Firatê Almas Romî girêdayî tecrîdê nirxandin kir û da zanîn ku êrîşên di van demên dawî de zêde bûne ji tecrîdê ne qutin.

DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata sala 1999'an de ji aliyê dewletên navneteweyî ve hat girtin û radestî dewleta tirk kirin. Ev 22 salin derbasî sala 23'emîn dibe li Girava Îmraliyê dimîne. Di 27'ê Sibata 2020'an de li Îmraliyê şewat derket, pişî wê di 3'ê Adara 2020'an de malbat û parêzeran hevdîtin pêk anî. Herî dawî di 14'ê Adarê de li ser hin malperan û hesabên medyayê idîa hatin belavkirin. Piştî hevdîtina malbatê di 27'ê Nîsana derbasbûyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi birayê xwe re hevdîtineke kurt bi telefonê çêkiriye. Piştî idîayê Bîroya Hiqûqê ya sedsalê ragihand ku hevdîtinek pir kin a telefonê bi miwekîlê wan re pêk hat.
Têkildarî mijarê Hevseroka Têkiliyên Diblomasî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Almas Romî nirxand kir.
Almas bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Ev 22 sal li ser komploya navdewletî re derbas bû. Bi vê komployê xwastin Rêber Apo ji gel qut bikin, rast e Rêber Apo di nava çar dîwaran deye lê fikir û felsefeya wî di nava gel de hatiye belavkirin. Ruxmî tecrîd heye lê dîsa jî Rêbertî di girtîgehê de li ber xwe dide. Bi saya fikirê Rêber Apo îro em bajarên xwe bi rengekî demokratîk bi rêve dibin. Rêber Apo ji bo gelê Rojhilata navîn gelek piroje dane meşandin, yek ji wan pirojeya neteweya Demokratîk a niha em li ser wê bingehê xebatên xwe didomînin. Gelê Rojhilata Navîn bi pirtûkên Rêber Apo û ramanên wî bandor bûne, li ser van hêmanan gel xwe bi rêve dibe û di aliyê piratîk de dixebitin. Di sala 2015'an de dewleta tirk car din tecrîd li ser Rêber Apo giran kir, rojane tecrîd girantir dibe û dewletên navnetewî bê deng dimînin. Bi vê yekê jî dîsa xwestin qutkirinekê bidin çêkirin, lê dijî desthiladaran gel bê deng nema û rabûn ser piyan."
"Şerê heyî û tecrîda giran ji hevdu ne qut in"
Almas da zanîn ku dewleta tirk her der kiriye qada şer û wiha pêde çû: "Şerê niha li her çar parçeyên Kurdistanê tê kirin parçeyek ji komploye navdewletiye. Xwasteka dewleta tirk ew e gel di koçberî û komkujîan re derbas bike. Li aliyê din dixwazin gel bi hin tiştan re mijûl bikin da rewşa Rêber Apo jibîra bikin, ev yek berovaj xwe dide der. Dema agahiyek ji Rêber Apo tê bihîstin yekser gel radibin ser piyan, helwest û bertekên xwe nîşan didin. Yê Rêber Apo nas bike, wê rastiyê baş jiyan bike, ji lewra herî zêde jin xwedî li Rêber Apo derdikevin. Her diçe girêdan gel û xwedîderketin li Rêber Apo zêdetir dibe. Şerê niha li ser xaka Başurê Kurdistanê tê qewmandin, bi xwe kompiloye û tesfiyakirina Tevgera Azadiyê ye. Piştî idîaya derbarê rewşa tenduristî ya Rêberê Apo de hat belavkirin, di 16'ê Nîsanê de, dewleta tirk bi balafira keşifa bê mirov li mala Rêbertî li gundê El-Pelûrê da.  Armanca vê êrîşê ew bû dîrok an jî cihê Rêbertî ji her derê rakin. Em ê parastina fikir Rêber Apo bikin û xwedî lê derkevin."