“Em li pişt zarokên xwe ne”

Komîteya dayikên şervanên Tevgera Azadiyê ya Kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê daxuyanî dan û piştgiriya xwe ya bi zarokên xwe re nîşan dan.

 
Kobanê - Dewleta tirk ji meha Nîsanê ve bi hemû cûreyên çekan xaka Başûrê Kurdistanê topbaran dike. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî li hember van êrîşan bê helwest dimîne. Têkildarî mijarê Komîteya Dayikên şervanên Tevgera Azadiyê li qada Jina Azad ya Kobanê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyêdayika bi navê Nayîme Eqîl ve hate xwendin. 
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Em weke Dayikên Gêrîla yên Kantona Kobanê piştgiriya xwe ya bi zarokên xwe re nîşan didin. Dewleta tirk bi top û tangan êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike û li wê derê zarokên me şehîd dikevin. Her wiha ji ber şervanên azadiyê hîn li ber xwe didin, Tirkiyeyê bi çekên kîmawî wan topbaran dike. Ji ber vê em êrîşên dewleta tirk û dewletên li hember van êrîşan bê helwest dimînin şermezar dikin. Malbata Berzanî ya li Başûrê Kurdistanê hikumdar e rê ji dewleta tirk re vekiriye ku xaka Başûrê Kurdistanê topbaran û dagir bike.
Ji ber vê divê ew nebêjin em Kurdin, heger xwedî li Kurdatiya xwe derbikeve, dijmin derbasî nava xwe nedikir. 
 Em piştgiriya zarokên xwe dikin û di her gavê de bi wan re ne. Em bangawaziya tevahî dayikên Gêrîla dikin dakevin qadan û xwedî li zarokên xwe derkevin. Heger ji me were xwestin em ê biçin xaka Başûrê Kurdistanê û li kêleka zarokên xwe şer bikin. " 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.