'Em li dijî Talîbanê dengê xwe bilind bikin'

Faeqa Nîzam a ku dema di pola duyemîn a Beşa Hiqûqê de bû ji aliyê Talîbanê ve mafê perwerdeya wê ji destê wê hat girtin, diyar kir dem bi dem çalakiyan pêktînin û wiha got: “Em hewl didin li dijî Talîbanê dengê xwe bilind bikin. "

BAHARİN LEHİB

Xeznî- Yekem tiştê ku Talîbanê piştî rêveberiya Efganîstanê desteserkir pêkanî, maf û azadiya bi milyonan jinan hedef girt. Faeqa Nîzam jî yek ji wan jinan e ku mafê perwerde ji destê wê hat girtin. Faeqa Nîzam a diyar kir dema li zanîngeh sala duyem a beşa Hiqûqê  dixwend zanîngeh hatin girtin, da zanîn niha ji bo debara malbata xwe ya 4 kesî misoger bike, di nanpêjxaneya ku li bajarê Xezniyê vekiriye de kar dike.

'Me biryar da em teslîm nebin'

Faeqa Nizam wiha got: “Bi fermana Talîbanê tevahiya Efganîstanê ji jinan re hat girtin. Roja ku zanîngehên me hatin girtin, li parêzgehên cuda yên li seranserê Efganîstanê xwenîşandan pêkhatin û Talîban ew hemûyan tepeser kir û hinek ji me jî xist girtîgehê.” zindanê." Faeqa Nîzam da zanîn ew bi jinên ciwan ên bajarê Xezniyê re di nava têkiliyê de ne û wiha got:

“Me biryar da em teslîm nebin û li ser vê yekê em derketin rê. Lê piştre ji hewayê gule li me reşandin. Ez nizanim Talîban çima ji çend kaxizên di destê me de û kêmek kesên li derketin kolanan ewqas ditirse. Ez meraq dikim eger rojekê bi milyonan jin û mêr dakevin kolanan û çek bigrin destên xwe dê çi bikin."

Faeqa Nizam da zanîn ji  demê heta niha bi hevalên xwe re dem bi dem çalakiyan li dar dixin û destnîşan kir ku armanca wan a sereke astengkirina qanûnên Talîbanê yên li dijî jinê ye. Faeqa Nizam wiha got: "Em hewl didin ji her çar aliyê welat dengê xwe li dijî Talîbanê bilind bikin."

Her wiha Faeqa Nizam da zanîn ezmûnên ketina zanîngehê yên îsal bêyî beşdariya jinan hatiye pêkanîn.