‘Em li dijî hewldanên bê îstîqrariyê di nava hevgirtinê de ne’

Jinên Dêrazorê pevçûnên li herêmê diqewimin şermezar kirin û bal kişandin ku li dijî kesên ku dixwazin îstîqrarê xirab bikin û hewldanên têkbirina jiyana bi hev re ya gelan di nava hevgirtinê de ne.

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyona ku 27’ê Tebaxê de li dijî DAIŞ’ê û çeteyên bi wî rengî li Dêrazorê bi navê “Operasyona Bihêzkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin didomîne. Li herêmê piştî ku xebatên ji bo neteweya demokratîk ketin meriyetê, ji bo têkbirinê hewldanên tevliheviyê yên kesan dest pê kirin. Jinên Dêrazorê diyar kirin ku bûyerên di demên dawî de li herêmê diqewimin bi armanca derxistina nifaqa di navbera hevgirtiyan de ye û gotin ku ew piştgiriyê didin operasyona ku bi navê “Operasyona Bihêzkirina Ewlehiyê” hatiye lidarxistin didin.

‘Em ê destûr nedin dijminên gelan me perçe bikin’

Hevseroka Konseya Zagonsaz a Dêrazorê Duha Al-Salih, têkildarî mijarê ev agahî dan: “Herêma Dêrazorê, dibe şahida welatên dijminên maf û azadiyê û şîdeta dewletên kapîtalîst. Armanca wan tunekirina xebatên neteweya demokratîk e. Ev hewldan ji bo tunekirina îstîqrar û ewlehiya li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û avakirina nifaqa di navbera hevgirtiyan de ye. Em ê destûr nedin ku dijminên gelan me parçe bikin, texrîbatan zêde bikin.”

Duha Al-Salih diyar kir ku rêveberiya sivîl polîtîkayên hêzên serdest red dike û got: “Em bi QSD'ê re ne. Em ê li dijî hemû kesên ku piştgirî didin van tevliheviyan in. Divê gel li xebatên neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser û Demokratîk kom bibin û jiyana em dixwazin bixin meriyetê.”  

Ji bo jinan banga hevgirtinê

Endama Komeleya Jinan a Zenubiya Reem Îsmaîl jî wiha got: “Mercên dawî yên li Dêrazorê, nîşan didin ku kesên tarî ketine dewrê, hewl didin îstîqrara herêmê têk bibin. Ji derveyî tovên nifaqê tiştek nakin. Ev rewş zirarê didin pergala me. Ez van pevçûnên ku bûn sedema mirina bi dehan kesan û zirarên madî şermezar dikim.”

Hevseroka Pfîsa Petrolê Rasha Al-Zarea jî bal kişand ku di demên dawî de li Dêrazorê bûyerên ku diqewimin bi armanca kûrkirina pevçûnan e. Rasha Al-Zarea, bang li jinan kir ku di nava xebatên neteweya demokratîk de bin û hemû planên li dijî pergala xwe têk bibin.