Di siyaseta cîhanî de: Tengava Hurmuzê

Bi zêdebûna şerê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de, çavên bazarên cîhanî dîsa çûn ser Tengava Hurmuzê. Beşeke mezin a nefta cîhanê ji Tengava Hurmuzê derbas dibe û her gef an jî astengiya li wer dibe krîzeke cîhanî di bazara enerjiyê de.

PERŞENG DOLETYARÎ

Navenda Nûçeyan – Şerê ku niha di navbera Îran, Emerîka û Îsraîlê de didome, tenê pevçûnên leşkerî nîn in bûye krîzeke jeopolîtîk di bazara enerjiyê û aboriya cîhanî de. Di roja sêzdemîn a pevçûnan de, bazarên darayî yên cîhanê bi gelek tevliheviyan re rûbirû bûn; nirxa neftê zêdetirî ji %25 bilind bû her bermîlek gihîşt nêzî 120 dolarî, di dema ku bazara borsaya Ewropayê ket asta herî nizm a çend mehên dawî de.

Astengiya li riyên veguhestina enerjiyê, bi taybetî xofên li ser ewlehiya derbasbûna neftê ji Tengava Hurmuzê, matmayîna cîhanê zêdetir kir. Her wiha, rêjeya qezenca dewletên li Ewropa û Brîtanyayê zêde bûye; ev jî nîşaneyek e ku xofên enflasyonê dîsa di aboriyên rojavayî de vedigerin. Di şert û mercên wisa de, tenê îhtîmala sînordarkirina veguhestina enerjiyê li Kendava Fars jî têra xwe bû ku veberhêner ber bi malbatên bi ewle ve biçin û bazarên cîhanî nêzî krîzeke enerjiyê ya nû bibin.

Di analîzên klasîk ên pergala hêzê di navneteweyî de, bi gelemperî dewlet, artêş û hêza aborî wekî çavkaniyên herî girîng ên hêzê tên nasîn.

Tengava Hurmuzê yek ji nimûneyên herî diyar ên vê diyardeyê ye. Ev riya avê ya teng ne tenê riya derbasbûna hejmareke mezin a enerjiya cîhanê ye her wiha cihek ku di wê de erdnîgariya, aborî û siyaseta cîhanî bi awayekî tund bi hev ve girêdayî ye.

Ji vê aliyê ve, dikare behsa çarçoveyeke teorîk di têkiliyên navneteweyî de were kirin ku ji vê yekê re mirov dikare bibêje “Teoriya Serdestên Hêzê.” Li gorî vê dîtinê, di cîhaneke ku xelekên enerjiyê û bazirganiyê di riyên erdnîgarî yên sînordar de kom dibin, kontrol an jî tehdîda astengkirina van xalan dikare wekî cureyek hêza jeopolîtîk were hesibandin; hêzek ku carna bandoreke wan a mezintir ji hêza leşkerî ya rasterast heye.

Mînakeke stratejîk e

Di mantîqa vê teoriyê de, hêz tenê di qada dewletan an jî di kapasîteyên leşkerî yên wan de çênabe her wiha di girêkên erdnîgarî yên aboriya cîhanî de jî kom dibe. Tengava Hurmuzê nimûneyeke klasîk a wisa ye; rêgezek teng ku beşeke girîng a neft û gazê ya cîhanê ji wê derbas dibe. Ev komkirina bêhempa ya herikîna enerjiyê bûye sedem ku stabîlîteya aboriya cîhanê bi awayekî mezin bi ewlehiya vê riyê ve girêdayî be.

Di pergaleke wisa de, tewra astengiyek biçûk jî dikare encamên aborî yên cîhanî biafirîne, ji ber ku sîstema enerjiyê ya cîhanê bi awayekî wisa hatiye birêxistinkirin ku riyên alternatîf sînordar û biha ne. Ji ber vê yekê, girîngiya Tengava Hurmuzê tenê bi cihê erdnîgariyê ve têkildar nîn e, bi rola wê ya di pergala girêdayî ya enerjiya cîhanê de têkildar e.

Bi pêşketina erdên mezin ên neftê li Îran Iraq Kuweyt û Erebistana Siûdî Kendava Fars bû yek

Bêguman girîngiya jeopolîtîk a Tengava Hurmuzê encama pêvajoyeke dîrokî ya dirêj e. Dema ku aboriya neftê li Rojhilata Navîn ava bû, bi pêşketina erdên mezin ên neftê li Îran, Iraq, Kuweyt û Erebistana Siûdî, Kendava Faris bû yek ji navendên herî girîng ên hilberîna enerjiyê ya cîhanê.

Piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn û bi zêdebûna bilez a aboriyên pîşesazî, girêdana welatên rojavayî bi nefta Rojhilata Navîn re bi lez zêde bû. Di vê qonaxê de, tankerên neftê ku ji benderên Kendavê diçûn, ji bo gihîştina bazarên cîhanî neçar bûn di Tengava Hurmuzê re derbas bibin.

Yekem ceribandina cidî ya vê pirsgirêkê sala 1980’yan di dema şerê Îran û Iraqê de çêbû

Bi vî awayî, riyeke erdnîgarî ya hêsan hêdî hêdî bû damarê jiyanî yê aboriya cîhanê. Ev dem dikare weke xala dîrokî were dîtin ku di wê de erdnîgarî bû sermayeya jeopolîtîk. Ango, bi çêbûna vê damarê jiyanî, pirsgirêka ewlehiya wê jî bû yek ji xofên sereke yên hêzên mezin ên cîhanê.

Yekem ceribandina cidî ya vê pirsgirêkê di sala 1980’yan de, di dema şerê Îran û Iraq de çêbû. Wê demê, êrîşên beramber li tankerên neftê – ku paşê bi navê “Şerê Tankeran” hat nasîn – ewlehiya riyên enerjiyê tehdîd kirin. Bi sedan keştiyên bazirganî hatin armanckirin û herikîna enerjiyê ket xeterê.

Bersiva hêzên rojavayî li vê krîzê têkçûna rasterast bû ji bo parastina riyên keştiyê. Vê têkçûnê nîşan da ku ewlehiya enerjiyê ji bo hêzên mezin tenê pirsgirêkeke aborî nîn e beşek e ji pergala ewlehiya cîhanî ye.

Piştî bidawîbûna şerê, hebûna leşkerî yê Amerîkayê li Kendava Fars hat stabîlekirin û bicihkirina Filoya Pêncemîn a Amerîkayê li Bahreynê bû yek ji stûnên stratejiya Washingtonê ji bo temînata herikîna azad a enerjiyê. Bi vî awayî Tengava Hurmuzê hêdî hêdî bû yek ji herêmên herî milîtarîzekirî yên cîhanê; cihê ku keştiyên şer, tankerên neftê û hesabên hêzê yên cîhanî di navbera wan de bi dûriyek kurt diherikin.

Di wan şertan de, Îranê jî hewl daye cihê xwe yê erdnîgarî veguherîne amûreke astengkirinê. Bi taybetî bi zêdebûna cezayên aborî, Tehranê gelek caran gotiye ku ger rê li ber exporta nefta wê were girtin, ew dikare derbasbûna keştiyan ji Tengava Hurmuzê asteng bike. Ev tehdîd di çarçoveya doktrîna ewlehiya Îranê de weke beşek ji astengkirina nehevseng tê pêşkêşkirin. Ji ber vê yekê, di hesabên jeopolîtîk ên herêmê de, Tengava Hurmuzê ji rêgezek veguhestinê zêdetir bûye amûreke danûstandinê ya jeopolîtîk.

Şer û şoka domîno ya aboriya cîhanê

Di vê dema ku şerê rasterast di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de ket hefteya xwe ya duyemîn de, bazarên enerjiyê û darayî yên cîhanê bi tevliheviyek mezin re rûbirû ne. Di roja dehemîn a şer de, bihayê neftê ji %25 zêdetir bû, nîşaneya cîhanî ya nefta Brent di demekê de gihîşt nêzî 119.50 dolarî ji bo her berîlê; asta ku ji nîvê sala 2022’an vir ve nirxa herî bilind e.

Di heman demê de bazarên darayî yên Ewropayê jî ketin bin zexta mezin. Nîşaneya giştî ya STOXX Europe 600 ji bo sê rojên li pey hev kêm bû, gihîşt asta xwe ya herî nizm di zêdetirî du mehên dawî de.

Di nava beşên cuda yên bazarê de, banka û şîrketên teknolojiyê ziyanên herî mezin tomar kirin. Di pîşesaziya balafirgehê de jî para şîrketên weke Lufthansa û Air France–KLM bi sedema zêdebûna mesrefa sotemeniyê û nezelaliyên jeopolîtîk bi awayekî berbiçav ket.

Zêdebûna bihayê neftê tenê guherînek di bazara enerjiyê de nîn e; ew dikare bi lez ber bi beşên din ên aboriya cîhanê ve veguhere. Bi bilindbûna bihayê enerjiyê, mesrefa veguhestinê zêde dibe, hilberîna pîşesaziyê bihatir dibe û bihayê pêdiviyên xwarinê jî zêde dibe. Di encamê de, gelek aboriyên cîhanê bi xetera vegera enflasyonê re rûbirû dimînin.

Di bersiva vê rewşê de, rapor hatine weşandin ku nîşan didin wezîrên darayî yên welatên G7 li ser berdana beşek ji stokên stratejîk ên neftê difikirin da ku bazaran aram bikin.

Her wiha zêdebûna mesrefa sigorteya deryayî, astengiyên di xelekên veguhestinê de û bilindbûna bihayê sotemeniyê dikare gelek pîşesaziyan – ji balafirgehê heta çandiniyê û pîşesaziya otomobîlê – bi bandor bike.

Tişta ku Tengava Hurmuzê dike pirsgirêkek cîhanî tenê hejmara enerjiyê ya derbasbûyî nîn e

Rêveberên pîşesaziya enerjiyê jî gelek caran li ser vê xeterê hişyarî dane. Ji wan re, rêveberê giştî yê şîrketa neftê Saudi Aramco gotiye ku berdewamiya astengiyan di keştiyê de di vê rêava avê de dikare encamên felaketê ji bo bazarên nefta cîhanê re bi xwe re bîne.

Ev hişyarî nîşan didin ku krîzek di rêgezek teng a deryayî de dikare bibe astengiyeke sîstematîk di aboriya cîhanê de. Bi gotineke din, tiştê ku Tengava Hurmuzê dike pirsgirêkek cîhanî tenê hejmara enerjiyê ya derbasbûyî nîn e; komkirina bêhempa ya hêza jeopolîtîk di xaleke erdnîgarî de ye.

Di çarçoveya teoriya astengiyên hêzê de, ev xal dibin navendên ku di wan de aborî, siyaset û ewlehiya cîhanê bi hev re dicivin. Ji vê aliyê ve, Tengava Hurmuzê sembola cîhanek e ku di wê de erdnîgarî hê jî dikare qedera aborî û siyasî diyar bike.

Di cîhaneke ku hê jî bi sotemeniyên fosîlî ve girêdayî ye, kontrola atengiyên enerjiyê dikare bi qasî artêşan di şekildana balansa hêzê de bi bandor be. Ji ber vê yekê, pêşeroja vê rêava avê ne tenê pirsgirêkek herêmî ye, beşek e ji hesabek mezin ê nîzama cîhanî ye; nîzameke ku di wê de enerjî hê jî yek ji amûrên herî girîng ên hêzê û zexta siyasî ye.