‘Em ê xwedî li bîranîn û çanda Dêrsimê derkevin’

Jinên ku ji bajarên cuda hatin 22’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê, bal kişandin ser polîtîkayên asîmîlasyonê û gotin: “Em ê xwedî li bîranîn û çanda Dêrsimê derkevin."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dêrsim - 22’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku bi şîara “Em ê nehêlin xweza û vîna me bê desteserkirin” tê lidarxistin, 25’ê Tîrmehê ango duh dest pê kir. Ji bo mîhrîcana ku wê heta 28’ê Tîrmehê bidome, eleqeyeke zêde hebû. Roja ewil a mîhrîcanê bi panel, meş û konseran li dijî desteserkirina îradeyê derbas bû. Jinên ku bi salan berê ji bajarên ku berê xwe dan sirgûnê ji bo beşdarî mîhrîcanê bibin hatin Dêrsimê, bal kişandin ser girîngiya mîhrîcanê ji bo gelê Kurd yê Elewî. Jinan diyar kirin ku divê di her şert û mercî de çand û zimanê zikmakî bê parastin û bang li gel kirin ku hem mîhrîcan hem jî bajar ji berê zêdetir biparêzin.

‘Li vir bûyîn û çandê parastin pir bi nirx e’

Gamze Yantur a ku ji Îzmîrê beşdarî mîhrîcanê bû hestên xwe yên der barê mîhrîcanê de bi van gotinan anî ziman: “Ez ji Îzmîrê beşdarî mîhrîcanê dibim. Sedema herî mezin a ku em bi taybetî di vê serdemê de tên mîhrîcanê ew e ku em li vir li dijî qetlîama xweza û çandê ya ji aliyê dewletê ve tê kirin û xwedîderketina li hatina koçberan e. Li gorî mîhrîcanên berê beşdarbûn kêm be jî, dîsa jî li xweşa me diçe ku mirov werin vir. Bi baweriya min ev mîhrîcan dê çar rojan tije derbas bibe. 38 bi rastî li kêleka qetilkirin û qetlîama mirovan, projeyek pir cidî ya asîmîlasyona çandî bû. Di vê xalê de 38 bi dawî nebûye û berdewam dike. Me ev yek di salên 80 û 90’î de bi zelalî dît. Dema em li vê pêvajoyê jî dinêrin, qirkirina xweza û çandê didome. Bi dîtina min dixwazin bi projeyên maden û bendavan Dêrsimê bêmirov bikin. Mirov koçber dikin û li vir kêmasiyeke cidî ya nifûsê heye. Ji ber vê yekê li vir bûyîn û dengê xwe derxistin, pir bi nirx e. Her wiha pêvajoyek pir cidî tê meşandin. Di demên dawî de qeyûm hatin tayînkirin. Dixwazin li vî bajarî bi her awayî polîtîkaya tirsandinê bimeşînin. Ev her tim wisa bûye û her diçe zêde dibe. Ya girîng ew e ku li gel van hemû polîtîkayan di rê de bimeşin û li vir bin.”

‘Ev der welatê me ye, ne yên ku em qetil kirine’

Gulîzar Yaman a ji bo beşdarî mîhrîcanê bibe ji Sêwasê hat Dêrsimê jî wiha got: “Bira û kalên min ji vir koçî Sêwasê kirin. Bi salane li wir dijîn. Ji bo ku ji mirinê xilas bibin bi rojan di nava daran de xwe veşartine. Mezinên me ji me re qala qetlîam û tiştên ku qewimîn dikirin. Ji bo ji vê qetlîamê xilas bibin koç kirin. Ew ji Dêrsimê ne, em jî li Dêrsimê ne. Em îro ji bo mîhrîcanê hatin vir. Divê Dêrsim her tim bi hêz û li ser lingan be. Hêza tu kesî têra vir nake, Dêrsim her tim bi ser dikeve. Bila ev bajar her hebe. Ev welat welatê me ye, ne yê wan e. Wan em qetil kirin û hatin vir. Em xwediyên rastîn ên vê derê ne. Divê em her tim xwedî li vir û vê çandê derkevin. Em ê tu carî ne komkujiyên wan ne jî têkoşîna xwe ji bîr nekin.”

‘Ji bo bîranîn û çandê zindî bihêlin em li vir in’

Yek ji beşdarên mîhrîcanê Zuleyha As jî wiha got: “Armanca sereke ya vê mîhrîcanê ew e ku dîrok neyê jibîrkirin. Girîng e ku çand zindî bimîne û mirov vegerin xakên xwe. Em ji bo dîroka xwe ji bîr nekin li vir in. Em jî ji vir çûn sirgûnê. Malbata min beriya ku ez ji dayîk bibim sirgûn kirin. Ev gel her tim rastî qirkirinan hat. Ev der xwedî dîrokek pir bi êş e. Em van dizanin û guhdarî dikin. Ji bo bîranîn û çandê zindî bihêlin em li vir in. Di vê demê de divê mirov hem çanda xwe û hem jî dîroka xwe biparêzin. Mirovên ku ji derve tên, vê derê û dîroka wê pir mereq dikin. Kesên li vî bajarî dijîn jî divê xwedî heman hesasiyetê bin. Ez li benda bernameya çar rojan im.”

‘Hatina gel hev têkoşîna gelan xurtir dike’

Xanim Kurum ku ji bo mîhrîcanê ji Stenbolê hat warê xwe wiha got: “Em ji Stenbolê hatin mîhrîcanê. Ez ji Mazgirtê me, 30 sal in li Stenbolê dijîm. Her sala ku mîhrîcan tê kirin ez beşdar dibim. Mîhrîcan ji bo me xwedî girîngiyeke mezin e. Çawa ku bi salan e em ji bo hebûnê têdikoşin, em dizanin ku di van mîhrîcanan de hatina gel hev pir girîng e. Hatinên gel hev yên wiha têkoşîna me hîn xurtir dike. Li vir mirov li ser xaka xwe bi gelê xwe re tê gel hev. Heta ku em sax bin em ê xaka xwe, çanda xwe û mîhrîcana xwe nehêlin bê xwedî. Em her tim li vir in, em ê her tim parastina bîranînê bidomînin.”