‘Em ê xeta Sakîneyan di têkoşîna xwe de bidomînin’

Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Kantona Hesekê dewreyek perwerdeyê bi navê Şehîd Sakîne Cansiz û rêhevalên wê vekir. Jinên beşdarî perwedeyê bûn teqez kirin ku Şoreşa Rojava mîrasa ked û fedakariya têkoşer Sakîne û rêhevalên wê ye.

Hesekê- Di 9’ê Çileya 2013’an de, li paytexta Fransa Parîsê, 3 jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi destên îstîxbarata dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Bi wesîleya salvegera 11’emîn qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan dogan û Leyla Şaylemez Komîteya Perwedeyê ya kongra Star a kantona Hesekê dewreyek girtî ya perwerdeyê bi navê Şehîd Sakîne û rêhevalên wê vekir. Dewreya perwerdeyê ya di 7’ê Çileyê de bi beşdarbûna 23 jinan destpêkir dê 22 rojan berdewam bike.

Dersên ku di dewreya perwerdeyê Sakîne û rêhevalên wê were dayîn li ser jiyana Sakîne Cansiz û rêhevalên wê, dîroka jin, guhertina zihniyeta mêr, rastiya serokatî, girîngiya perwerde, civaka xwezayî, jineolojî, sîstema Kongra Star û jiyana hevbeş e.

‘Perwerde lêgerîna rastiyê ye’

Xezal Berkel da zanîn ku perwerde cihê mirov rastî, zanist û dîroka xwe bizanibe ye û wiha anî ziman: “Cihê ku mirov mirovahiya xwe bibîne û vegera fikir û ramanên xwe yên rast û civaka xwe ya xwezayî divê tevli perwerdeyan bibe. Di civaka me de fikirandina ser xwe û dûrketina, bi taybetî rola jinan di civakê de esas e lewma beşdarbûna wê ji perwerdeyan pir girîng û pîroz e. Ji ber ku civakek jin tê de pêşeng bin pêwîst e ew jin xwe di aliyê zanistî de kûr bikin û her dem di nava lêhûrbûnê de bin.”

Xezal Berkel teqez kir ku têkoşîna Sakîne Cansiz di qada perwerdeyê de zindî ye û wiha axaftina xwe domand: “Di vê dewreya pîroz de em ê ruhê Sakîne zindî bikin û di nava hemû jinan de bidin çandin. Em jiyan û armanca wê di nava tevahî jinan de bi taybetî di fikir, exlaq û kesayeta xwe de bidin avakirin da ku em doza wê bi ser bixin. Dema em jiyana wê û rêhevalên wê tînin ziman em dizanin ku armanca wan çi bû hezkirina me ji tevlibûna perwerdeyê re bêtir dibe, ji ber ku em xeta wan dişopînin. Em ê bi rêxistinbûyîna xwe û civaka xwe layîqî xwîna şehîdan bin.”

‘Bi rêxistinbûyîna xwe em ê bibin layiqê felsefeya Ocalan‘

Hîba Elî ya ku tevli perwerdeyê bûye destnîşan kir ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo tevahî jinan ronahî ye û wiha axaftina xwe domand: “Armanca min bi tevlibûna perwerdeya şehîd Sakîne û rêhevalên wê ew bû ku em kesayeta xwe xurt bikin, da bikaribin kar û xebatên xwe bi rengekî serkeftî bidomînin. Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pergala netewa demokratîk tê meşandin ev proje perwerde lîngê wê yê bingehîn e. Em jî xwe di bin vê pergalê û li ser felsefeya rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan de bi rêxistin dikin. Perwerde di her aliyê jiyanê de pêwîst û girîng e, ez tevli gelek perwerdeyan bûme lê çiqas bibînim jî hewceyî pê dibînim. Me jinên Ereb bi felesfeya Ocalan ronahiya jiyanê dît. Em bi vê felsefeyê şiyar bûn lewma em deyndarên wê ne. Ji bo em bibin layîqê vê felsefeyê em ê heta dawî xwe di aliyê zanistî de kûr bikin û bi rêxistin bikin.”