"Em ê hebûna xwe ji qirkirnên dagirkeiryê biparêzin"
Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrîn Gulê Mihemed daxwazên dewleta tirk ji êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê anî ziman û got: "Hêzên me hebûna me ne em ê jî hebûna xwe ji qirkirinên dagirkeriyê biparêzin."
Şehba- Ji 23'ê Nîsanê ve dewleta tirk êrîş û kiryarên xweli ser xaka Başûrê Kurdistanê de anî û bi çeken giran û ên qedexekirî êrîş dike. Ev êrîş û kiryar li hember çavên dunyayê û bi taybet li ber çavê hikumeta Iraqê pêk tê û heya vê kêliyê jî bêdengiyên xwe diparêzin. Gelê Kurd li seranserî Kurdistanê li hember van êrîşan bi bertekin û nerazîbûnên xwe nîşan didin. Têkildarî êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê, Endama Koordînasyona Kongreya Stara herêma Efrîn a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Gulê Mihemed nirxandin kir.
"Em ê hebûna xwe biparêzin"
Gulê êrîşên dagirkeriyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezarkir û got: "Em êrîş û kiryarên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Ev êrîşên dewleta tirk her xwe dubare dikin. Armanca dewleta tirk ji van êrîşan qirkirina Kurdan e wek qirkirina ku li ser Ermeniyan pêk aniye û her kurdan di qirkirinê re derbas bike. Piştî dewleta tirk li herêmên Garê bi binket û li hember hêzên şervanan hat şikandin em di wê baweriyê de ne ku niha jî bi êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê carek din wê li hember berxwedan û têkoşîna gel û şervanan bi binkeve. Her kesek bi kurdiyetê bang dike rastî êrîş û gefên dewleta tirk tên. Pilanên Erdoxan ew e ku parçeyên Kurdistanê giştî dagir bike. Divê hikumeta Iraqê jî ji bêdengiya xwe derbikeve ji ber ne mafê Erdoxane ku êrîşî xaka Başûr bike û di wir de bi cih bibe. Dewleta tirk nikare hêzên me tune bike. Hêzên me hebûna me ne em ê jî hebûna xwe biparêzin."
"Dixwazin cihên ku bi rêxistinkiriye tune bikin"
Dewleta tirk dixwaze her cihekî ku bi fikirê Rêber Apo hatiye bi rêxistinkirin wê rêxistinê tune bike. Gulê armanca dewleta tirk a dagirker wiha anî ziman: "Di meha Nîsanê de dewleta tirk êrîşî malê ku Rêber Apo tê de dima li kantona Kobanê kir di heman demê de êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê jî dike. Ev yek tê xuyakirin ku dewleta tirk dixwaze her cihek ku bi fikir û ramana Rêber Apo hatiye bi rêxistin kirin tune bike û wê rêxistinê bi dawî bike. Her wiha di vê mehê de jî qirkirina Ermenî jî pêk hatiye. Em ji Erdoxan re dibêjin tu kes nikare rêxistina me tune bike û hêza me lawaz bixe. Me xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde kiriye."
"Yekbûna kurdan wê destkeftiyên mezin bi dest bixe"
Gulê herî dawî diyar kir ku divê hikumeta Iraqê ji bêdengiyê derbikeve ji ber ev êrîş xeteriyekê mezin ava dike û wiha dawî kir: "Banga me ji hikumeta Iraqê re heye ku li hember êrîşên dewleta tirk a dagirker bêdeng nemînin û parastina gelê xwe ji wan êrîşan bikin. Di heman demê de divê em hêzên xwe yên siyasî bikin yek ji ber ev yekbûn wê bersiva êrîşên dagirkeriyê bide. Yekbûna kurdan wê destkeftiyên mezin ji serkeftinê bi dest bixe."