‘Em ê dev ji têkoşîna xwe ya Komara Demokratîk bernedin’
Hevberdevka Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku di hilbijartinên ku di bin şert û mercên dijwar hatin li darxistin weke partiya 3’emîn a meclîsê cihê xwe diparêzin û got: “Em ê dest ji têkoşîna xwe ya Komara Demokratîk bernedin.”
Navenda Nûçeyan- Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Çepa Kesk) têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê li Navenda Giştî ya HDP’ê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Hevberdevkên Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin beşdarî civînê bûn.
‘Pêşbirka hilbijartinê ya wekhev û adil hat astengkirin’
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgûn Uçar a ku daxuyaniya hevpar da, spasiya her Partiya Çepgir û HDP’ê ya ku di xebatên hilbijartinê de cih girtine, li ser sindoqan xwedî derketine û ji bo wan ked dane, kir. Çîgdem Kiliçgûn Uçar, anî ziman ku di hilbijartinê de bi temamî nekarîne bigihêjin hedefên ku dane pêşiya xwe û got:
“Eşkere ye ku encamên hilbijartinê ji bo me wek serkeftinek nayê dîtin. Xebatên partiya me ku ji roja starta destpêkirinê ya hilbijartinê hat dayîn heta niha her roj bi hincetên siyasî rastî binçavkirin û girtinan tên, bi hewldanên lîncê hewl didin bê rawestandin. Ji roja ku Tirkiye ketiye nava hewaya hilbijartinê heta niha bi Doza Komploya Kobanê û dosyaya girtinê re hewl tê dayîn siyaseta me ji hevkêşeyê bê derxistin. Pêvajoya ku bi komplo û dosyayên girtina Kobanê destpê kir, veguherî hewayeke zextê ya li hemberî hilbijartinan. Doza girtinê rê li ber pêşbirka hilbijartinê ya wekhev û adil li Tirkiyê, mîna Şûrê Damokles, girt. Bi komplo û dozên girtinê xwest îradeya bi milyonan hilbijêrên me bê îpotek kirin.”
‘Bandora hîle û komployan diyarker bû’
Çîgdem Kiliçgun Uçar bi bîr xist ku di pêvajoya hilbijartinê de her roj bi sedan hevalên wan hatin binçavkirin û girtin û şert û mercên ku mafê herî bingehîn ê siyaseta demokratîk ava kirin jî bi operasyoneke nû ya siyasî hatin girtin.
Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku êrîşên nîjadperestî yên li gelek cihan li dijî xebatên partiyan bi teşwîqên hikûmetê bi xwe hatine kirin û got: “Tifaqa Gel ji hilbijartinên ku diviyabû di nava şert û mercên wekhev de pêk bihata jî, parçeyek jî nehişt. Di dema hilbijartinê de her cure çavkanî û hêza giştî ji bo berjewendiyên xwe bikar anî. Di derketina van encaman de bandora hîle û komployan diyarker bû.”
‘Îsrara me ya ji bo bi yek lîste û yek partiyê ketina hilbijartinê pêk nehat’
Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku hîle û komploya herî mezin pêşîgirtina li HDP’ê ye û wiha got: “Ji bo gelê me li hemberî vê hîle û komployê bê çare nehêlin, di demeke kin de me xebatên xwe yên Partiya Çep a Kesk meşand. Helbet di demeke kin de ji bo hilbijartinan di amadekirin û danasîna Partiya Çep a Kesk de zehmetiyên me hebûn. Ev zehmetî bi sansûr û îzolasyona ku ji aliyê medyaya sereke û hizbî ve tê ferzkirin zêde bûne. Her wiha dezawantajên rêxistinkirina tifaqeke nû ku li qadan derket holê û pirsgirêkên ku ji ber ku pêşniyara me pêk nehat tevî îsrara me weke Partiya Çep a Kesk ku bi yek lîste û yek partiyê têkevin hilbijartinê jî bandor li hilbijartinê kir. Tevî van hemû faktoran jî em encamên ku hatine bidestxistin girîng dibînin.”
‘Em ê bi wergirtina peyama hilbijêran binirxînin’
Li aliyê din Çîgdem Kiliçgûn Uçar diyar kir ku di pêvajoya rexne û xwerexnekirinê de bi wergirtina peyama hilbijêran berpirsyariya nirxandina hemû aliyan dizanin û got: “Ji bo vê jî çi pêwîst be em ê bikin. Em ê li ser kêmasî û kêmaniyên ku di dema tevna hilbijartinan de rastî wan hatine, lêkolîneke berfireh bikin, bi raya giştî re nîqaşan bikin û gavên pêwîst bavêjin.” Çîgdem Kiliçgun Uçar a ku dixwaze bi milyonan yên ku dengê xwe dane Partiya Çep a Keskan û gel rehet bibe û ev tişt anî ziman:
“Li gorî daneyên berdest em ê rol, mîsyon û berpirsyariya dîrokî ya ku gelê me di derbarê hilbijartinên Serokkomariyê de daye me, ku xuyaye derbasî tûra duyemîn bûye, bi cih bînin. Em ê bêyî ku ji hêvî û kelecana durkevin xebatên xwe bidomînin. Em ê di hemû lijneyên partiya xwe de rastiya ku hilbijartinên Serokkomariyê di komîteyên berpirsyar ên partiya xwe de derbasî tûra duyemîn bûye binirxînin û di demeke herî nêz de bernameya xwe ya xebatê bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin."
‘Em ê dev ji têkoşîna xwe ya Komara Demokratîk bernedin’
Çîgdem Kiliçgûn Uçar, anî ziman ku kevneşopiyeke wan a têkoşîna demokrasiyê bi sindoqan re sînordar nake û jiyan û civakê bi rêxistin dike û wiha dewam kir:
“Em bang li gelên xwe dikin: Sedema hilbijartina serokomariyê ya derbasî tûra duyemîn, helwesta fedakar a hilbijêrên HDP û Çepên Kesk ên alîgirê demokrasî û edaletê ye. Di vê çarçoveyê de em careke din spasiyên xwe pêşkêşî hemû hevalên partiyê dikin. Em girîng dibînin ku di hilbijartinên ku di şert û mercên dijwar û di qonaxeke krîtîk de hatin kirin de, em wek partiya sêyemîn a parlamentoyê cihê xwe biparêzin. Bi vê hişmendiya berpirsyariyê em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Em ê destnîşan bikin ku siyaseta demokratîk ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan bingeh û dînamîk e. Ji ber vê yekê, bila kes nekeve nav reşbînî û bêhêvîtiyê. Em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya Komara Demokratîk bernedin. Ji bo pêkanîna armancên xwe yên siyasî û bidawîkirina rejîma yek zilamî em ê têkoşîna xwe bi awayekî herî xurt bidomînin.”
Mithat Sancar: Me got ku lîsteya yekane formula guncaw e
Piştî daxuyaniya Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar pirsên rojnamevanan bersivand. Mithat Sancar li ser pirsa gelo hilbijartina bi Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) a ji lîsteyên cuda bû sedema kêmbûna dengan, wiha bersivand:
“Hemû dane hîn bi rengekî saxlem negihiştine me. Lê windahiyên me yên diyar hene. Me ev tifaq weke tifaqeke ku berê xwe dide hilbijartinê ne fikirîn. Bi hilbijartinan re helbet pêwîstî bi lêgerîna formulekê hebû, me got û parast ku yek lîste formula herî guncaw e. Lê belê, me her dem parastina tifaqê girîng girt, xeteriyên wiha di tifaqan de heye. Hin ji van xeteriyan di van hilbijartinan de pêkhatin. Em ê vê yekê bi desteyên xwe û tifaqên xwe yên hevpeyman re gotûbêj bikin. Rast e di dengên mede kêmbûn hene. Ev kêmbûn li parêzgehên rojava de zêdetir balkêş e. Ji bo nirxandineke berfirehtir, divê em hemû encaman bidin ber xwe. Têkçûnek heye. Ji bo me pirsgirêk e ku me li Rojava kêm dengan girt. Divê em sedeman li gel rêjeyên wan nîqaş bikin. Ger li vir kêmasî û kêmaniyên me hebin ku hene, teqez em ê di pêvajoya rexne û xwerexnekirinê de binirxînin. Dema ku hemû dane zelal bibin em ê windahiyên dengên xwe ragihînin. Rêjeya dengên ku me bi Partiya Çep a Kesk standiye ji sedî 9,33 xuya dike.”
‘Em di meclîsê de weke partiya 3’emîn a herî mezin dewam dikin’
Mîthat Sancar, anî ziman ku li gorî hilbijartinên 2018’an ku dengên ji dervey welat lê zêde dibin di rêjeya dengan de kêmbûn û windakirin heye û got: “Di hêjmara parlamenteran de jî kêmbûn û ketin heye. Lê ev ne ketinek dramatîk e. Em di parlementoyê de wekî 3’emîn partiya herî mezin dewam dikin. Îtirazên me hene, em ê bibînin ku ev îtîraz dê çawa bi encam bibin. Piştî eşkerekirina hemû daneyên YSK’ê îhtimal heye ku hêjmara wekîlên me zêde bibe, lê diyar e ku em li pişt hedefa xwe mane. Ango di warê hêjmara wekîlan de me hedef danibûn. Eşkere ye ku em li pişt vê armancê mane. Em diyar dikin ku dê ev yek di hemû aliyên komîteyên me de were nîqaşkirin.”
‘Em ê hemû berpirsyariyên xwe deynin ser maseyê’
Mîthat Sancar, anî ziman ku dibe ku hin sedemên windakirina dengan hebin û naxwazin ev yek weke hincet bê fêmkirin û ji aliyê raya giştî ve jî tê zanîn ku di nava şert û mercên gelekî dijwar de ketine hilbijartinê. Mîthat Sancar, anî ziman ku dosyaya girtina HDP'ê di dîzaynkirina pêvajoya hilbijartinê de faktoreke girîng e û got:
“Di beşdarbûna me ya hilbijartinan de bi Partiya Çep a Kesk re hin astengî hebûn. Ji mere demek kin bu ku em partiyê bidin nasîn û gel arasteyî dengdanê bikin. Ev hemû faktorên zextên li ser me ne. Taktîkên şerê psîkolojîk ên sîstematîk û dijwar li ser partiya me faktor in. Lê yek ji van ji bo me ne hincet in. Dibe ku her gav ne gengaz be ku mirov vê berpirsyariyê bi derbaskirina hemu faktoran pêk bîne. Li vir em ê hemû berpirsyariyên xwe deynin ser maseyê. Li ku derê kêmasiya me hebe em ê di saziyên xwe de bi berfirehî nîqaş bikin û her yek ji me bê du dilî erka xwe bi cih bîne.”
‘Rastiya ku hilbijartin di tûra yekem de encam negirt, ji ber helwesta stratejîk a hilbijêrên me ye’
Mîthat Sancar bal kişand ser parêzgehên Kurdistanê yên ku piştgirî û dengên bilind ji bo Namzedê Serokomariya Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglu wergirtine û got: “Ragihandina herî hêsan a vê yekê ew e ku dengdêrên me pabendî biryara partiyê ne. Me biryareke siyasî ya stratejîk da. Me ev biryar bi lijne, yekîneyên xwe yên herêmî, tifaq û derdorên demokrasiyê girt. Em dibînin ku ev biryara ku me girtiye hatiye qebûlkirin û pêk hatiye. Di nivîsê de hatiye gotin û ez careke din tekez dikim: Ev biryara me faktora herî girîng bu ku di tûra yekem de hilbijartina serokomariyê li dijî tifaqa gel derneket. Ji ber vê yekê ger tûra duyemîn niha li pêşiya me be, ev yek pabendbûna hilbijêrên me bi helwesta xwe ya siyasî ya stratejîk derxistiye holê.”
Mîthat Sancar diyar kir ku wan bi berpirsyariya avakirina destpêkeke nû, avakirina jiyaneke nû, rê li ber demokrasî, azadî û aştiyê li Tirkiyeyê vekin, tifaq pêk anîn û got: “Emê di demên li pêşiya xwede jî xeta xwe bi parêzin. Em ê di meclîsê de bibin koma 3’emîn a mezin. Ev serkeftinek girîng e. Me ev destkeftî parast, me zêdetir armanc kir lê pêk nehat. Em armanc dikin ku van hemû valahiyan di qadên têkoşîna civakî de bi tifaqên berfirehtir binirxînin û tijî bikin.”
‘Pêwîste daneyên herêma erdhejê bi berfirehî bên lêkolînkirin’
Mîthat Sancar destnîşan kir ku divê daneyên li ser erdhejê bi berfirehî werin lêkolînkirin û wiha got: “Hilbijêran dengê xwe dane ku derê, dikarin vegerin bajarên xwe yan jî dengê xwe dane cihê ku çûne ne diyar e. Li vir jî helbet pêwîstî bi berpirsiyarî û nirxandina siyasî heye. Ew faktorên ku min qal kir çawa li herêma erdhejê qewimî bin bila bibin, gelo sedemên rastîn û kûr ên ku Tifaqa Gel bi vê rêjeya dengan bi dest xistiye çi ne? Helbet em ê li ser vê mijarê gotûbêjan bikin û lêkolînên berfirehtir bikin. Em ê di vê çarçoveyê de daneyan deynin pêşiya xwe. Ev erk ne tenê ya partiya me, bi giştî ya hemû aktorên siyasî û hêzên demokratîk e.”
‘Her kes ji vê berpirsyariyê par digre’
Mîthat Sancar, diyar kir ku nediyariyên wekî dosyaya girtinê dewam dikin û got: “Ji bo pêvajoya kongreyê bimeşe divê ev ne zelalî ji holê bê rakirin. Pêvajoyên me yên konferansa beriya kongreyê hene. Komîteyên me yên cuda hene, ew ê karê xwe bikin. Helbet di vir de berpirsiyariya rêveberiyê heye. Di vê pêvajoyê de hevserok û hevberdevkên organên hilbijartî û nûnerên partiyê jî di nav de her kes ji vê berpirsyariyê par digre. Em ê van hemûyan di konferans û pêvajoyên kongreyê de binirxînin. Di kevneşopiya me ya siyasî de ji berpirsyariyan revîn nîne. Berpirsiyariya me li hember gel heye. Berpirsiyariya me li hember civak û dîrokê ye. Ger di encama van hemû nîqaşan de pêwîstiyên erkan bên diyarkirin, pêwîstiyên wan pêk tên.”
Mîthat Sancar, anî ziman ku MYK dê sibê bicive û ew ê berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin û got: “Em ê van hemûyan di komîteyên xwe de nîqaş bikin. Em sibê MYK ya xwe kom dikin, û em ê nîqaş bikin ka di tûra duyemîn de çi dînamîk hene. Lê xala ku em binê wê xêz bikin ew e ku em bi hesta berpirsyariya demokratîk biryara xwe ya pêkanîna erka xwe ya dîrokî didomînin. Piştî nîqaşkirina van faktoran em ê bernameya xwe ya xebatê ya tûra duyemîn jî binirxînin û bi raya giştî re parve bikin.”