Dengên Partiya Çapên Kesk li ser MHP hatin nivîsandin

Derket holê ku bi hezaran dengên ku di hilbijartinên serokkomarî û serdema 28’an a meclisê di 14’ê Gulanê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin kirin ku Partiya Çepên Kesk girtine, ji bo MHP’ê hatine nivîsîn.

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartina serokkomarî û serdema 28’an a meclisê di 14’ê Gulanê de hat kirin. Hat aşkerakirin ku rêjeya beşdariyê li Tirkiyeyê ji sedî 88,92, li derveyî welat ji sedî 52,99’ e. Di nava welat de hejmara hilbijêran 64 milyon 190 hezar û 651 bûn û 60 milyon 697 hezar û 843 hilibêjêran deng bi kar anîn. Milyonek û 36 hezar û 565 deng ne derbazdar hatin hejmartin.

Ji bo îtîrazan îro roja dawî ye

Li gorî biryarên lijneyên sindoqan û girtekên yekkirinê, lijneya hilbijartina herêmê duh heta saet 17:00’an hat îtirazkirin. Li hemberî vê îtirazê lijneya hilbijartina herêmê saet di 23:59’an de biryar da. Li gorî biryarên lijneyên sindoqan û girtekên yekkirinê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) îro heta saet 17:00’an roja dawî ya îtirazan e dikare îtîraz bikin.

Dengên Partiya Çepên Keske ji MHP’ê û AKP’ê re hatin nivîsandin

Piştî dengdayînê, ji ber nakokiyên di navbera girtînameyên îmzeyên şil û daneyên ji aliyê YSK'ê ve hatin eşkerekirin, îtîrazan dest pê kirin. Amed, Şirnex, Elih, Riha û Semsûr çend ji parêzgehên ku lê îtîraz hene. Hat diyarkirin ku li van parêzgehan bi hezaran dengên ku Partiya Çepên Kesk girtine, ji MHP’ê hatina nivîsandin. Pir balkêş e ku bi taybetî li parêzgeh û navçeyên ku Partiya Çepên Kesk xwedî rêjeyeke bilind a dengan e, deng ji MHP'ê re hatin nivîsandin. Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku ew ê daneyên di 193 hezar sindoqan de lêkolîn bikin.

Cihên ku sindoqên ji MHP û AKP'ê re hatine veguhertin wiha ne: Li Cizîrê di 3 sindoqan de dengên Partiya Çepên Kesk di pergala SIPPORT de ji partiyên di nav Tifaqa Cumhur de cih digirin re hatine nivîsandin. Di sindoqa bi hejmara 1085’an de 174 dengên Partiya Çepên Kesk ji Partiya Yekitiya Edaletê re hatine nivîsandin, di sindoqa bi hejmara 1240’an de 233 dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê re, di sindoqa bi hejmara 1249’an de 147 dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê re hatine nivîsamdin. Li navçeya Basayê jî di sindoqa bi hejmara 1006’an de 122 dengên Partiya Çepên Kesk bi ser SIPPORT’ê ji bo MHP’ê hatine nivîsandin. Dengek jî ji Partiya Çepên Kesk re hatiye nivîsandin.

Li Colemêrgê nobeta demokrasiyê

Li navenda Colemêrgê di sindoqa bi hejmara 1094’an de 229 deng ji Partiya Çepên Kesk re hatin nivîsandin. Li navçeya Halîliyeya Rihayê di sindoqa bi hejmara 1120’an de 82 dengên Partiya Çepên Kesk ji Partiya Yekitiya Edaletê re hatine nivîsandin. Di sindoqa bi hejmara 1069’an de 74 deng ji MHP’ê re hatine nivîsandin. Li Colemêrgê, namzedên parlamenteriyê, parêzer û hilbijêran li dijî îhtîmala xepsê ya li dijî serkeftina 3 parlamenterên Partiya Çepên Kesk, dest bi 'Nobeda Demokrasiyê' kirin.

Li Amedê di dehan sindoqan de nelirêtî hat kirin

Li navenda Êlihê di sindoqa bi hejmara 1051’ê de 232 dengên Partiya Çepên Kesk di girteka yekkirinê ya navçeyê de ji Partiya Yenîlîk re hatine nivîsîn. Li Nisêbîna Mêrdînê di sindoqa bi hejmara 1035’an de 225 dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê re hatin nivîsamdin. Li Peyasa Amedê di sindoqa bi hejmara 2252’yan de 198 dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê re hatin nivîsandin, li Farqîna Amedê di sindoqa bi hejmara 1032’yan de 228 deng, di sindoqa bi hejmara 1145’an de jî 125 dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê re hatine nivîsandin. Li aliyê din di sindoqa bi hejmara 1099’an a Dibistana Seretayî ya Ayşe Nûman Konakçi ya li navçeya Peyasa Amedê de 173 dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê re hatine nivîsîn.

Li Semsûrê di 4 sindoqên dengan de şemitandin hat dîtin!

Partiya Çepên Kesk tesbît kir ku li navenda Semsûrê di sindoqên bi hejmara 1223, 1158 û 2048'an de dengên wan li ber navê MHP’ê hatine nivîsandin. Partiya Çepên Kesk ji bo vê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê da. Di sindoqa bi hejmara 1158’an 22 deng, di sindoqa bi hejmara 1223’yan dengek û di sindoqa bi hejmara 2048’an de jî dengek jî ji Partiya Çepên Kesk re derneketiye. Parêzerên Partiya Çepên Kesk tesbît kirin ku di sindoqa 2048’an de 12 dengên wan li ber navê MHP'ê hatine nivîsandin. Parêzerên Partiya Çepê Kesk diyar kirin ku di sindoqên din de deng neketina pergala YSK'ê, li der barê 4 sindoqan de jî îtîraz kirin.