‘Em ê bi xebatên xwe bibin dengê hemû jinan’
Nûçegihana radyoya dengê jinê Star FM a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê zextên Talîbanê a ku li ser jianan dide meşandin axivî, bal kişand li ser polîtîtîkayên dijberî jinan û got, “Em ê bi xebatên xwe bibin dengê hemû jinan.”
ŞÊRÎN MIHEMED
Qamişlo – Talîbana ku desthilatdariya welat xist bin kontrola xwe der barê binpêkirina mafê jinan de sînoran nasnake . Li Afganîstanê hama bêje her qada jiyanê li jinan hatiye qedexekirin ji mafê xwe yê xwezayî bêpar tê hiştin. Her çendî jin li hember polîtîkayên Talîbanê yên dijî jinê serî radinkin jî biryar û qedexeyên der barê jinên afganîstanê her diçe zede dibe. Herî dawî jî bi radyoya Dengê Jinê li Badakhshan yekem radyoya jinan bi bihaneya ku ew di meha Remezanê de muzîkê diweşînin da girtin. Her çiqas radyo piştî demekî hatibe vekirin jî polîtîkayên dijberî jinan ên ji bo qûtkirina dengê jinan di hemu qadan de didome.
Nûçegihanên radyoya Dengê Jin ya Star FM ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê weşanê dike, bal kişandin binpêkirinên mafê jinan ên ji aliyê hişmendiya mêr-dewletê ve li ser jinan tê ferzkirin û gotin “Tiştên li Afganistanê rûdidin ji siyaseta dewletên desthilatdar ne dûr e.”
‘Talîban ji pênûs û vedenga jinan ditirse’
Lîlav Hesen, yek ji rêveberên radyoya Star FM e, dibîne ku binpêkirinên li dijî jinan li cîhanê girêdayî hev in û dibêje: “Jin ji aliyê hemû dewletên desthilatdar û serwer ve rastî binpêkirinan tên, dibe ku aliyê binpêkirinan dike cuda be lê armanc yek e tenê dixwazin jinan bêdeng bikin. Piştî tevgera Talîbanê Afaganistanê desteser kir xwe li ser jinan ferz kir, hebûn û rastiya wan armanc girt û bi riya zagonên civakî dan guhertin. Her cihê ku jin lê bin binpêkirina li ser mafên wan zêde dibin, bi taybetî jinên di warê ragihandinê de kar dikin ên ku bi kamera û pênûsên xwe rastiyan ji civakê re radigihînin. Zîndanên Tirkiye û Îranê bi nûçegihanan tijî ne, yên ku berdewam binpêkirinên wan derdixin holê, tiştên li Afganistanê rûdidin ji siyaseta dewletên desthilatdar ne dûr e.”
‘Dengê jinan yek e bi binpêkirinan nikarin me bêdeng bihêlin’
Di berdewamiya axaftina xwe de, Lîlav Hesen wiha got: “Talîban gelek şert dane pêşiya xebatkarên radyoyê, xwestiye tenê mêran bikin mêvanên bernameyên xwe, nabe jin mêvanê bernameyên wan bin. Dengê jinan li ku derê dimîne di vê rewşê de? Ji niha û pê ve nabe ku kes dengê jinan bibihîse, ev jî nîşan dide ku ew ji dengê jinan û fikrên wan ditirsin, li her cihê ku jin hebin aştî, hezkirin, rêxistin, yekitî û jiyana hevpar heye.”
Lîlav Hesen diyar kir ku bi dirûşma Jin Jiyan Azadî dê hemû jin azad bibin û wiha domand: “Jinên azad civakek azad ava dikin. Ji ber ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa xwe ava kirin, ber bi lûtkeya serkeftinê ve diçin. Em weke nûçegihanên radyoya Dengê Jin Star FM teqez dikin ku bi girtina nûçegihanan û radyoyên jinan nikarin rastiyê veşêrin, dengê me dengê hemû jinan e.”
‘Pergalên serdest hewl didin bi rêbazên cuda pêşî li jinan bigrin’
Ji aliyê din ve rêvebera radyoyê Mîdya Silêman jî dibêje: “Hemû bûyerên li cîhanê diqewimin bi rastiya jinan ve girêdayî ne. Pergal hewl didin pêşî li wan bigrin û rola wan di nava civakê de paşguh bikin. Dema ku bixwazin civakekê kontrol bikin jinan di hemû waran de armanc digrin. Talîban hewl dide jinan bêdeng bike û rastiya wê veşêre, jin ji xwendinê û beşdarbûna hilbijartinan û derbirandina nêrîna xwe bêpar hiştine. Ez bawer im jin li pêşberî van kiryarên nemirovî bêdeng namînin.”