"Em ê bi ruhê berxwedana Zindana Amedê bi ser kevin"

Dewleta tirk dest bi dadgeha doza piştgiriya bi berxwedana Kobanê re kir. Hevseroka Komeleya Tîrêj a Astengdaran Emîra Elî diyar kir ku çawa gelê Kurd di berxwedana zindana Amedê de bi ser ket dê bi heman ruhî dawiya dewleta tirk were.

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Kobanê yek ji bajarên Kurdistanê ku xwedî dîrok, nasname û hebûneke cuda ye. Bajarê Kobanê 150 km. li bakurê bajarê Helebê ye û 30 km. li Rojhilatê çemê Firatê dikeve. Di ber xeta sînor a di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ye. Kobanê û herêma deşta Pirsûsê yekser bi bajarê Rihayê ve girêdayî ne. Riha 80 km. li Bakurê Kobanê ye. Kobanê û Riha mirovên hev in lê di dema hevpeymana perçekirina axa Kurdistanê de, sînor hat dayîn.
Di 27'ê Îlona 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê bi hemû hêza xwe êrîşê Kantona Kobanê kirin. Ji bo parastina Kobanê seferberiya neteweyî hat ragihandin. Ji her çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat jî ciwanan ji bo parastina axa Kobanê berê xwe dan herêmê û li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin. Lê ji ber ku Kobanê perçeyek ji axa Bakurê Kurdistanê ye, ji her kesê zêdetir ew xwedî li Kobanê derketin. Ciwanên Bakurê Kurdistanê sînor qetandin, seferberiya bi ruhê parastina Kobanê bi cih anîn û ji bo alîkariya gelê koçber ku vegerin bajarê xwe canê xwe feda kirin. Di encama berxwedaniya şervanên YPJ/YPG`ê û piştigiriya Kurdistanê ya bi wan re, çeteyên DAIŞ'ê hatin şikandin. Li ser vê bingehê rêwîtiya tunekirina DAIŞ'ê ji Kobanê dest pê kir û li Baxozê bi dawî bû.
Xwestin berxwedaniya Kobanê biçûk bikin  
Wateya navê Kobanê xwe dispêre eşîreke mezin a li herêmê. Ew eşîr dibin du beş, hîn ji wan berê xwe didin Serêkaniyê û hîn ji wan li Kobanê dimînin. Ji eşîra ku li Kobanê ma re tê gotin koma jorîn, ji ya li Serêkaniyê jî koma jêrîn e. Ev nav bi demê re bi pêş dikevin û li ser vê bingehê navê herêmê dibe Kobanê. Di dema berxwedaniya Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê, de Kobanê di cîhanê de bi nav û deng bû. Lê hîn kesên ku xwe weke rewşenbîr didin pênasekirin û gelek torên medyaya civakî, xwestin ku nav û wateya Kobanê biçûk bixin. Ji ber vê gotin ku ev nav xwe dispêre kompaniya Fransî ya hesin a ku rêya trênê çêkiriye. Bi van nêzikatiyan dixwestin mentiqa ku Kobanê deşt bû û ji aliyê Fransayê ve hatiye avakirin, belav bikin.
Tirkiyê bi şêwazeke nû êrîşî berxwedaniya Kobanê dike
Piştî serkeftina Kobanê dewleta tirk hêrs bû û ji 2015'an ve bi hemû rê û rêbazan êrîşî herêmê dike. Ji ber ku Kobanê yekemîn bajarê Rojavayê Kurdistanê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Gulana 1979`an de çûye serdana wê her wiha yekemîn bajarê ku şoreşa 19`ê Tîrmehê lê dest pê kiriye û herî dawî jî navenda destpêkirina tunekirina DAIŞ`ê ye. Her wiha Kobanê ji aliyê stratejî ve, pira di navbera herêma Efrîn û Cizîrê de ye. Heger Kobanê têkeve xeterê dê bajarên din jî bi xeteriyê re rû bi rû bimînin. Li ser vê bingehê dewleta tirk rojane gefan li Kobanê dixwe. Dewleta tirk herî dawî li Bakurê Kurdistanê dadgeha bi doza piştgiriya bi Kobanê re dest pê kir. 
Gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê, li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kirin, ne li dijî dewleta tirk bû. Her wiha wan bangeke neteweyî bi cih anîn. Pirsa ku li vir derdikeve holê ew e ku çima Tirkiyeyê piştî ewqas sal doza Kobanê vekiriye? Ev dadgeh têkiliya di navbera dewleta tirk û çeteyên DAIŞ`ê de çawa eşkere dike? Gelo wê berxwedaniya li zindanan dawiya dewleta tirk bîne?
Di vê çarçoveyê de Hevseroka Komeleya Tîrêj a Astengdaran Emîra Elî ku di berxwedaniya Kobanê de jî maye dadgeha bi doza Kobanê nirxand û siyaseta nû ya Tirkiyeyê anî ziman.
"Gelê Bakurê Kurdistanê ji bo Kobanê bû mertal"
Di destpêkê de Emîra piştgiriya bi berxwedaniya Kobanê re bi bîr anî û got: "Ji bo alîkariya gelê Bakurê Kurdistanê bi berxwedaniya Kobanê re di 2014`an de, dewleta tirk dadgeh dest pê kiriye. Gelê Bakurê Kurdistanê bi hestên xwe yên welatparêz û neteweyî beşdarî serferberiyê bû û di sînorên Kobanê de xwe kir mertal. Bajarê Kobanê girêdaneke xwe ya dîrokî bi Bakurê Kurdistanê re heye, ji ber vê gelê Bakurê Kurdistanê xwedî li wî ruhî neteweyî derket. Bi hesteke germ sînor qetandin û bi dehan ciwanan jî canê xwe feda kirin."
"Dewleta tirk dixweze bi qirkirina Kurdan îflasa xwe veşêre"
Emîrayê di domandina gotinên xwe de bal kişand ser armanc û siyaseta dewleta tirk a li hemberî gelê Kurd û wiha pê de çû: "Di şerê Kobanê de tevlibûn li ser asta Kurdistanê û Ewropayê çêbû. Ji ber vê heger dewleta tirk bi doza Kobanê dadgeh dest pê kiribe, ew dem pêwîst e li ser asta cîhanê jî lêpirsîn û dadgeh dest pê bike. Dewleta tirk di pêvajoya xwe ya îflasê de ye, ji ber vê ew dixwaze bi hemû rêbazan gelê Kurd qir bike. Em baş dizanin Tirkiye poşman dibe ku çima di komkujiyên berê de hejmareke zêdetir qetil nekir. Dema em dibêjin dewleta tirk, em behsa çêbûna ji hovîtiyê dikin. Ji lewre dewleta tirk her carê bi bihaneyeke nû êrîşî gelê Kurd dike. A niha jî dadgeha bi doza Kobanê dest pê kiriye."
"Bi ruhê berxwedêr em ê bi ser kevin"
Emîra Elî piştgiriya xwe ya bi berxwedaniya zindanên Bakurê Kurdistanê re anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji dewleta tirk re vê yekê dibêjin, hûn zindanên xwe bi girtiyên Kurd dagirin û cezayên herî giran jî bibirin wê bandor li vîna me neke. Heger gelê Kurd bi dadgeh û zindanan bihata qirkirin wê ev yek di berxwedaniya zindana Amedê de pêk bihata. Ji ber vê çawa ku berxwedana li zindanê bû bingeha pêngava 15`ê Tebaxê, wê berxwedaniya di roja îro de jî bibe hêza tunekirin û hilweşandina dewleta tirk û çeteyên wî. Li ser vê bingehê em ji kantona Kobanê heta Bakurê Kurdistanê silavên xwe dişînin û dibêjin çawa ku ew di demên herî tengav de li kêleka me sekînin em ê jî heman helwestê nîşan bidin."