“Em ê bi hev re bibin parezvanên zimanê Kurdî”

Rêvebira Saziya Zimanê Kurdî Hêvîn Ebdo kar û xebatê Saziya zimanê Kurdî ya bajarê Helebê anî ziman xeyalên wan ên hînîbûna zimanê dayıkê bi şoreşê re pêk hat.

 
SARA ŞÊX HESEN
Heleb - Saziya Zimanê Kurdî  ya bajarê Helebê di sala 2013’an  li Taxa Şêx Meqsûd hate avakirin. Beriya ev sazî bi awayekî fermî des bi kar û xebatê xwe bike bi rengekî veşratî perwerde têde dihatin dayin. Ji ber zext û gefên rejîma Sûriyeyê, mirov ditirsiyan zimanê xwe hîn bibin û qedexeyeke pir asê li ser zimanê kurdî hatibû dayin. Vê rewşê dewam kir heya şoreşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê despêkir, pêre sazî û dezgehên fermî yên perwerdeya zimanê dayikê hatin avakirin. Niha kar û xebatê saziya ziman perwerdekirina hemû mirovên civakê yên ji zimanê xwe hatibûn dûrxistin e. Têkildarî mijarê Rêvebira Saziya Zimanê Kurdî Hêvîn Ebdo kar û xebatê Saziya zimanê Kurdî ya bajarê Helebê nirxand.  
Hewildanên qedexekirina zimanê Kurdî
Hêvîn bal kişand li ser qedexeyên ser ziman û got: “Weke em dizanin zimanê kurdî rastî êrîşên pir dijwar hatiye, di encamê de gelek mirov hatine girtin, binçavkirin û qetilkirin. Pir hewildanên helandina zimanê kurdî derketin holê û heya niha jî li hin parçeyên Kurdistanê dewam dike. Beriya şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me bi rengekî veşartî di malan de perwerdeya xwe didît, bi hêjmarên biçûk me dikarîbû em zimanê xwe ji helandinê biparêzin. Tevî zexta Rêjîma Sûriyeyê jî, ew îradeya me xurt û me asteke pir baş girt. Armanca dijminan ew bû zimanê me têk bibin û gelê me hînî koletiyê bikin. Niha ji helandinê em ber bi avakirina zaningehan ve pêşketin.”
Li Helebê xebatên ziman
Hêvîn destnîşan kir ser kar û xebata saziya Zimanê kurdî li bajarê Helebê kir û wiha pêde çû: “Li Helebê xebatên hînbûna zimanê kurdî di asteke pir serkeftî de tê meşandin. xebatên me ji asta şagirtbûnê ber bi lêkolîn û wergerandinê ve diçe. Ev sazî derfetek pir mezin ji her kesî re vekir ku bên û hînî zimanê dayikê bibin. Bi awayekî mehan e gurûp tên perwerdekirin, ezmûn ji wan re tên çêkirin û kesên bi ser dikevin bawernameyên xwe digrin.  Bi rastî ew daxwaz hînbûna ziman jî li gel mirovên civakê di astên pir xurt deye, piranî mirovên temen mezin û ên ji vê yekê mehrûm bûn pir serdan dikin û tên perwerdekirin.  Bi berhemên baş, em feydeyê li mirovên civaka xwe dikin û hemû mamosteyên me jî di akedemiyan de hatine derbaskirin û asta wan pir başa. Ji hemû taxên bajarê Helebê mirov tên xwe perwerde dikin, e nirxekî pir pîroz e û ji berhemên şoreşa meye.”
Hêvîn banga xwedîderketina li zimanê dayikê kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: ”Bila hezkirina ziman di dilê her mirovekî de hebe û em bi hêvîne bi zarokên xwe jî  bidin hezkirin. Hemû şer û êrîşên ser zimanê me hatin meşandin, me bi serkeftinan vala derxistin. Banga me ji hemû mirovên welatparêz û hezkiriyên ziman heye ku xwedî li zimanê xwe derkevin.”