‘Em ê 8’ê Adarê bikin roja têkoşîn, azadî û berxwedanê’

Jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên li bajarê Qamişloyê dijîn, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên azadîxwaz pîroz kirin û gotin: “Em ê roja 8’ê Adarê bikin roja têkoşîn, azadî û berxwedanê.”

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê têkoşîna jinan a ku dikaribin hebûn û nasnameya xwe şênber bikin derket holê. Îro li Rojavayê Kurdistanê wekheviya gelan misoger dibe û yekitiya jinan berbiçav e. Herî dawî di 24’ê Sibatê de hemû tevger û rêxistinên jinan bi daxuyaniyeke hevbeş çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê ragihandin û di nav wan rêxistin û tevgeran de hemû pêkhateyên jin, cihê xwe girtin. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan nêrînên xwe der barê vê rojê de anîn ziman. 

‘Em ê roja 8’ê Adarê bikin roja têkoşîn û berxwedanê’

Endama Rêveberiya Kantona Cizîrê ya Qamişloyê Şaha Xelîl nêrîna xwe der barê 8’ê Adarê de wiha anî ziman: “Di bin dirûşma “Jin Jiyan Azadî” de, em jinên hemû pêkhateyan bi Kurd, Ereb, Suryan û Çerkezan xwe li ser asta cîhanî bi vê dirûşmê têdikoşin. Îro têkoşîna me îlham dide jinên cîhanê û ew jî dixwazin tevli şoreşa me bibin. Em weke pêkhateyên Kurd girîngiyek mezin didin dirûşma “Jin jiyan azadî”, ji ber ku dewletên desthilatdar dixwestin bi riya jinan hêz û hebûna me têk bibin. Lê jinên Kurd ên mîna Sakîne Cansiz û bi hezaran mîna wê, li hemberî desthilatdariyê serî netewandin û her dem têkoşiyan. Ev têkoşîn bi pêşengiya hevalên mîna Sakîne Cansiz mezin bû. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelek êrîşên tund li ser me hatin kirin lê bi pêşengiya jinan ew êrîş hemû têk çûn. Îro YPJ parastina tevahî destkeftiyên jinan dike. Bi saya bi hezaran jinan îro em 8’ê Adarê bi pêşengiya jinan pêşwazî û pîroz dikin. Armanca me ew e ku em roja 8’ê Adarê bikin roja berxwedan û têkoşînê da ku hemû rojên me bibin 8’ê Adarê.”

‘8’ê Adarê bi têkoşîna jinan misoger bû’

Miryana Îsa ku ji pêkhateya Suryan e 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir wiha got: “8’ê Adarê ji bo her jinê tê wateya şoreşê ku bi têkoşîna jinan ev roj misoger bûye. Îro bi şoreşê re rewşa jinên herêmê guherî. Berê jin tenê di malê de bûn lê ev yek bi têkoşîna jinan şikest û jin bûn pêşengên şoreşê. Jin bi hêza xwe dikarin siyaset, leşkerî, çand û gelek karên din bikin. Weke tê zanîn jinên Suryan roleke wan a dîrokî heye ku weke Îştar a sembola xwedawendê ne. Îştar sembola hezkirin, aştî û wekheviyê ye. Em jî weke jinên Suryan serbilind in ku îro em doza maf û nasnameya xwe dikin. Gelek jinên pêşeng di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de têkoşiyan ku îro em bi rehetî 8’ê Adarê pîroz bikin. Me hemû pêkhateyan rêzeçalakiyên xwe yên 8’ê Adarê ragihand û em ê di roja 8’ê Adarê de careke din bi hev re hêza xwe bikin yek û vê rojê pîroz bikin.”

‘Me bi hevreyên xwe yên Kurd û Suryan re dest bi kar û xebatê kir’

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan, Fatma Casim ku ji pêkhateya Ereb e nêrîna xwe ji bo vê rojê wiha anî ziman: “Em di serî de vê rojê li tevahî jinan pîroz dikin û wê ev roj bibe berdewamiya têkoşîn û berxwedana jinan. Em weke jinên Ereb beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ji hemû mafan bêpar bûn û hebûna me hatibû çewisandin. Em nizanibûn û li gorî adet û teqalîdan diçûn. Lê piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku bi pêşengiya jinan dest pê kir, em jî weke jinên Ereb bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me riya rizgariyê dît. Îro me bi hevriyên xwe yên Kurd û Suryan re dest bi kar û xebatê kiriye. Em ê weke Ereb her dem têbikoşin û li ber xwe bidin. Em careke din vê rojê li tevahî jinên pêşeng pîroz dikin û em dibêjin em ê roja 8’ê Adarê bikin roja têkoşîn, azadî û berxwedanê.”