‘Em dixwazin rojek bê agahiyên kuştina mirovan bijîn’
Jinên ji gundê Silmasa yê rojavayî Til Temirê bi riya semînerên Kongra Star hînbûne ku 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye dibêjin: “Em dixwazin rojek bê agahiyên kuştina mirovan bijîn. Em jiyana bi ewle ji bo hemû neteweyan hêvî dikin.”

SORGUL ŞÊXO
Til Temir - Derbeya sala 1963’an li Sûriyeyê, yan jî bi navê fermî Şoreşa 8’ê Adarê tê nasîn ku di vê dîrokê de, desthilatdariya sivîl û leşkerî li Sûriyeyê ji aliyê Komîteya Leşkerî ya şaxa Sûriyeyê ya Partiya Baasê ya Ereb a Sosyalîst ve hat desteserkirin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bû şoreşa guherîneke dîrokî di pergalê û sîstema jiyanê de, dikaribû bibe ronesansa jinan û di asteke Rojhilata Navîn û cîhanî de jî bandoreke ku tu caran çênebûye çêbike.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku jinên Kurd pêşengiya wê kirin, jinên ji neteweyên din ji nava tarîtî û cahiliyetê ber bi ronahiyê ve bir û wiha têkoşîneke hevpar bi jinan re da meşandin. Lê her çiqas îro şoreş hatibe lidarxistin jî têkoşîna Kongra Star a pêwîstî bi perwerdekirina hemû jinan dibîne ku xwe nas bikin û bigihîjin rehên dîroka xwe ya kûr.
Rewşa Sûriyeyê cuda bû, ji ber jinên li Sûriyeyê ji bilî jinên Kurd ku bi awayên veşartî 8’ê Adarê pîroz dikirin, haya jinên Ereb ji vê rojê û wateya wê tunebû. Ajansa me bi wan jinên li gundê Silmasa yê rojavayî bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn re hevdîtin kir û ji wan pirsa wateya 8’ê Adarê kir. Gundê Silmasa yê ku dikeve xeta agir jî piraniya şêniyên wê Ereb in.
Îman Îbrahîm a 28 salî, di 19 saliya xwe de tevî malbata xwe diçe Tirkiyeyê û li bajarê Bursayê bicih dibe. Piştî 9 salan beriya 6 mehan vedigere gundê xwe.
Dibe serpêhatiya Îman û gotinên wê ji xwîneran re balkêş an jî ne mumkin bin lê bi van gotinan Îman der barê roja 8’ê Adarê de ku nizane roja çi ye axivî.
Cara yekem dizane ku cejna jinan heye!
Îman Îbrahîm got ku ew yekem car e dizane cejneke jinan heye û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê ev roj li cihê ku ez lê bûm nedihat pîrozkirin. Beriya ku ez biçim jî li gund min nedît kes vê rojê pîroz bike ji lewre me rojekê jî ev roj pîroz nekiriye. Pir cejn hene lê yekem car e hîn dibim ku cejneke jinan heye. Sedema wê ew e ku di civaka me ya Ereb de pir zêde girîngiyê nadin jinan, min li Tirkiyeyê jî nedît kes vê rojê pîroz bike.”
Hezkirina pîrozkirina 8’ê Adarê cara yekem û çend hêvî
Îman Îbrahîm hişmendiya baviksalarî ya ku hest û hebûna jinan dorpêç kiribû, bi taybetî jî civaka Ereb jana wê di bin navê îslamê de dikişand bi bîr xist û got: “Tiştekî pir baş e gava ku jin zana bibin, ji ber jin di civaka Ereb de bê rol hatibûn hiştin, ne xwedî gotin û nêrîn bûn. Niha rewş cuda ye, piçek maf û azadiya xwe girtine. Îro jin bi riya Kongra Star xwe dinasin. Ez jî pir dixwazim vê rojê pîroz bikim. Hêviyên me jî ew in ku jin di nêrîna xwe de azad bin û wekheviya di navbera jin û mêr de pêkan be.”
Ji bo Kongra Star spasiyek!
Îman bi parvekirina kêfxweşiya xwe spasiya Kongra Star û rola ku pê radibe kir û wiha domand: “Ez pir kêfxweş bûm ku cejnekî me jî heye û em pîroz dikin. Jin hêjayî baldariyê ne, ji ber endameke herî girîng di civakê de ye û giştî civakê jî temsîl dike. Em spasiya Kongra Star dikin ku îro jinan bi maf û dîroka wê didin nasîn.”
‘8’ê Adarê ne wekî cejna jinan li Sûriyeyê dihat pîrozkirin’
Şemsa Îshaq 53 salî ye dibêje ku 8’ê Adarê bi awayekî cuda û bi boneyeke cuda li Sûriyeyê dihat pîrozkirin û wiha behsa vê xalê kir: “Ya ku em dizanibûn ew bû ku 8’ê Adarê ne ji bo jinan û wekî cejna xwe pîroz dikirin, ev boneyeke girêdayî rejîma Baasê bû. Em dizanibûn cejna dayikê, cejna mamosteyan û cejnên din hene lê di rastiyê de ev yekem car e em dizanin ku cejna jinan jî heye. Îro jî ji berê zêdetir jin dibin yên xwe û bêtir azadiya xwe bi dest xistine.”
‘Di serdemên berê de jin ji dîrok û girîngiya hebûna xwe haydar nebûn’
Şemsa Îshaq sedema ku jin di heyamên berê de ji dîrok û girîngiya hebûna xwe haydar nebûn wiha anî ziman: “Berê komîte ango tu rêxistin tunebû, werin û jinan zana bikin. Ji bo wê jî em spasiya Kongra Star dikin û di dawî de rastiyeke wiha heye ku jin jî weke mêr, xwedî heman mafan in. Ya ku ez dixwazim ew e ku ji jinan re rêz were girtin. Em bi hêvî ne nifşên nû yên pêşerojê jî mafên xwe bistînin û di cîhaneke ewle de bi aramî bijîn.”
‘Li dijî şer hêviyên aştiyeke domdar’
Şemsa Îshaq îşaret bal kişand ser aştiyeke domdar, dûrî amûrên şer û wiha bi dawî kir: “Kî aştiyê ji bo welatê xwe naxwaze? Em aştî û jiyana bi ewle hêvî dikin. Em dixwazin bêyî dengê topbaran û bombebaranan bi şev razên. Em dixwazin rojek bê agahiyên kuştina mirovan bijîn. Em jiyana bi ewle ji bo hemû neteweyên li vî welatî dijîn hêvî dikin.”