“Em daxwaza hevdîtinê dikin”
Jinên Ezidî li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin gotin: “Di fermanê de û piştî fermanê jî ji bilî Rêber Apo tu kes li me derneket, ji ber wê jî tecrîda li ser Rêber Apo di heman demê de li ser Şengalê û jinên Ezidî ye.”
VIYAN SAÎD
Şengal – Li hemberî tecrîda girankiriya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û tayîbetî jî agahiyên vê dawiyê hatin parkirin û axaftina bi telefonê hat birîn di serî de li girtiyên li girtîgehên Tirkiyê li gelek deveran Kurd di nava çalakiyan denin û bertekên xwe tînin ziman. Jinên Şengalê jî girêdayî mijarên helwest dan nîşandan û diyar kirin ku ew ê bi çalakî, bi meşan, çi pewîst be ewê bikin.
Heyat Bedal girêdayî tecrîdê ev tişt got: “Em di serî de wê tecrîda li ser serokê xwe qebûl nakin û şermezar dikin. Ji ber fermanê serokatî şagirtên xwe ji bo bigihînin hawara me şand. Em bi hêvî ne ku her kesê dibijê ez mafên mirovan diparêzim xwedî li maf û hizrên rêber Apo derkeve. Ev demeke dirêj e ku hevdîtin bi serokatî re nayê kirin. Axaftina van rojan a bi telefonê jî di nîvî de hiştin. Ji bo me qutkirina axaftina Rêberê me nayê qebûlkirin. Em dixwazin dewletên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin pewîst e li serokatî xwedî derkevin. Em dixwazin di demek nêz de malbat û parêzer bi serokatî re hevdîtin bikin. Em daxwaz ji her kesê ku dibejê ez însan im dikim ji bo azadiya rêber Apo tiştek bike.”
“Me ferman ji bîr nekiriye”
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ê Delal Revo jî got; “Em tecrîda girankirî ya li ser rêber Apo qebûl nakin. Em wek jinên Ezidî li gel serokê xwe ne û zilma li ser xwe qebûl nakin. Ev êrîş li ser fikir û ramanên reber Apo ne. Ev demek dirêj e dengê serokatiyê nayê me. Em niha çi jî bikin ji bo tecrîda li ser serokatî kêm e. Em hevdîtina kurt bi telefonê hat kirin bes nabînin. Pewîst e di demeke nez dê parêzer û malbat biçin li gel serokatî hevdîtin bikin û ji me re agahiyên li ser rewşa serokatî bînin. Em jinên Êzidî her tim li gel serokê xwe ne. Em bi fikrên serokatî xwe û zarokên xwe perwerde dikin. Me ferman ji bîr nekiriye. Di dema fermanê de ji derveyî şervanên Rêber Apo kesê ji bo me tiştek nekir. Dewleta Tirk dixwaze bi êrîşan me ji fikrên serokatî dûr bixe. Bila bizanibe fikrên serokatî di nava gel de ne û tu hêz nikare ji nava civaka Êzidî dûr bixe. Fikrên serokatî di nava civaka me de kûr in û niha li ser wan fikran em zarokên xwe perwerde dikin. Em daxwaz dikin ku kesên dibêjin em mafên mirovan diparêzin, rabin ser piyan û xwedî lê derkevin. Em bindestiyê qebûl nakin û ji bo serokê xwe serî hildidin.”