‘Em çi bixwazin em ê wê li xwe bikin’
Xwendekarên Zanîngeha Mazandaranê dan zanîn ku wê di çeperên herî pêş ên serhildana Jin Jiyan Azadî de cihê xwe bigrin û bi gotina; “Em çi bixwazin em ê wê li xwe bikin” ferzkirina hîcabê red kirin.
Navenda Nûçeyan- Li Îran û rojhilatê Kurdistanê serhildana Jin Jiyan Azadî di meha 8’an de didome. Xwendekarên zanîngeha Mazandaranê li dijî ferzkirina hîcaba bi zorê daxuyaniyek nivîskî dan.
‘Li dijî paşverûtiyan em ê têbikoşin’
Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku berxwedan jiyan e û wiha hat gotin: “Li dijî paşverûtiyan, ala şoreşê ya ku di pêşengiya jinan de hatiye bilindkirin em ê bigrin destên xwe. Em ê her roj parastina azadiya xwe bikin, beden a me ye ji ber wê em çawa bixwazin em ê wê li xwe bikin. Li ser deriyan, li tuwalêt û di nava polan de nivîsan daliqandin û hicabê ferz kirin, ji bo ji desthilatdariya xwe bawer bin van nivîsan daliqandine.”
‘Em ê mafên xwe yên azadî û wekheviyê biparêzin’
Di daxuyaniyê de bertek nîşanî zext û ferzkirinên desthilatdariyê hat dayîn û wiha hat gotin: “Desthilatdar hîcabê weke emrekî ferz dikin û ger jin serê xwe negirin, weke gefê li wan dixwin. Em jî van ferzkirinan qebûl nakin û em ê mafên xwe yên wekheviyê biparêzin. Xwendekarên herî baş ên vê zanîngehê di oxira azadiyê de perwerdeya xwe xistin metirsiyê, hatin girtin lê belê careke din di çeperên herî pêş ên protestoyan de cih girtin û dirûşmên azadiyê berz kirin.”
‘Em ê di çeperên herî pêş de cih bigrin’
Daxuyanî bi van gotina dawî bû: “Hêzên tarî jiyana me dagir dikin û ev jî ji bo wan windahiyek e êdî cesaret nakin ku ferman bidin û qedexe bikin. Emê di çeperên herî pêş ên serhildana Jin Jiyan azadî de cihê xwe bigrin.”