“Em bibiriyarin heta asayişa xwe fermî nekin nasekinin”

Çalekiya kûnê rûmtê ya ji bo parastina Asayişa Êzidxanê di roja 104’an de dewam dike. Ji çalakvanan endama TAJÊ Meiyan Xwedêda biriyardariya jinên Şengalê ya dewamkirina çalakiyê anî ziman û got: “Bila nefikirin dê di hevdîtinan de bi çend gotinan be bidin sekinandin, heta em asayişa xwe fermî nekin em nasekinin.”

Çalekiya kûnê rûmtê ya ji bo parastina Asayişa Êzidxanê di roja 104’an de dewam dike. Ji çalakvanan endama TAJÊ Meiyan Xwedêda biriyardariya jinên Şengalê ya dewamkirina çalakiyê anî ziman û got: “Bila nefikirin dê di hevdîtinan de bi çend gotinan be bidin sekinandin, heta em asayişa xwe  fermî nekin em nasekinin.”
ELMAS NAYIF
Şengal - 9’ê Cotmeha sala 2020’an cardin hikumeta navendiya Îraqê û hikumeta herêma Federal a Başurê Kurdistanê bi hev re hevpeyîmana pilanek nû ya fermanê li ser Şengalê dan û bi raya giştî re par kirin. Welatiyên Şengalê yên ku darb û fermana ji hemûyan mezintir 3 yê Tebaxa 2014’an dîtin û nêzîkatiyên her du hêzan jî di wê rojê de dîtin  bertek nîşandan û dest bi çalakiyê kirin. Çalakiya nobetê ya konê rûmetê ya ji bo xwedîderketin û parastina Asayişa Êzidxanê di roja 104’an de dewam dike. Jinên Şengalê ji roja destpêkê, heya niha di nav liv û tevgerê dene û biriyardariya xwe di her firsendê de nîşan didin ku ewê carekdin bawerî bi hêzên derve neyinin û bi xwe parastina xwe bikin. Jinên di nava çalakiyê de anîn ziman ku heya ew digihêjin armancên xwe ewê hewildanên xwe dewam bikin. 
Ji jinên di nava çalakiyê de endama Tevegra Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Meiyan Xwedêda helwesta jinên Şengalê ya li hemberî rageşiyên dema dawiyê çêbûn û biriyardariya wan a parastina Asayişa Êzidîxanê wiha anî ziman: “Ev 104 rojin çalakiya konê berxwadanê yê ji bo parastina Asayişa Êzidxanê berdewame. Her roj komên gel berê xwe didin çalakiya konê berxwedanê. Hukumeta Iraqê çalekiya ku ev 104 rojin berdewam dike piştçav dike.  Astangiyê ji me re çêdikin û di vê çalekiya me ya dawiyê de jî astengiyeke mezin ji me re derxistin. Dewleta Iraqê rê li gelê me yê şengalê digire, nahêle gel li beramberî kiryarên wan yên qirêj serî rakin û daxwaza mafê xwe bikin.”
“Ew nikarin me bixapînin”
Meiyan bi hêrs axaftinên xwe domand û got: “Ew ji hêz me ji zarokên me di tirsin. Ji bo wê naxwazin zarokên me axa xwe biparêzin. Naxwazin em sazî, dezgeh û hêzên xwe çêbikin ji ber dizanin ger me ev yek kir êdî gelê Êzidî wê bibe xwedî sitato ji bo wêye wiha êriş dike û di nava pilanên qirêj de cih digire. Dema me ji bo asayişa xwe 10’ê mehê meş li darxistî li wê hêzên Îraqê gotin: ‘Emê hevdîtina bikin telebên xwe binvîsin’ ev 104 rojin em telebên xwe ji wan re radigihînin ger ew bi çend biryaran bifikrin ku me bêdeng bikin xwe dixapînin. Em heya asayişa xwe fermî nekin em ê dest ji berxwedaniya xwe bernedin.”