‘Em bi biryar in ku di tûra duyem de bidin windakirin’

Desteyên Rêveberiya Navendî yên HDP û Partiya Çepên Kesk û Koordînasyona navendî der barê encamên hilbijartinê de daxuyaniyeke hevpar dan û gotin ku di tûra yekem de rejîmê qezenc nekiriye dê di tûra duyem têk biçe.

Navenda Nûçeyan- Piştî hilbijartinên 14'ê Gulana 2023'an ên serokkomarî û serdema 28’an a meclisa Tirkiyeyê, Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)'ê û Koordînasyona Navendî ya Partiya Çepên Kesk li hev civiyan der barê xebatên hibijartin û encamên wê de nirxandin kirin û piştî civînê daxuyaniyî dan.

‘Wê pêvajo were nîqaşkirin û muheseba were kirin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serkeftina dihat armancakirin pêk nehatiye û di heman demê de bal hat kişandin ser girîngiya partiya sêyem û îşret bi wê yekê kir ku Partiya Çepa Kesk gihîştiye wê serkeftinê ku li Tirkiyeyê bigihîje temsîliyeta sêyem a mezin û wiha hat gotin: “Eşkere ye ku encama me dixwest nikaribû bi dest bixin. Şert û merc çi dibin bila bibin em ê hîn bi xurtî xwe bi rêxistin bikin û ji bo serkeftineke hîn mezintir têkoşînê bidomînin. Ji bo em van kêmaniyên ku hatine jiyîn derbas bikin divê em ji bîr nekin, em xwedî kevneşopiya rexnekirin û rexnedayînê ne. Ji bo dersan ji şaşîtiyên xwe yên vê pêvajoyê bigirin, ji bo destpêkeke nû bidin afirandin, piştî 28'ê Gulanê em ê bi gelê xwe, rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re civînan li dar bixin û pêvajoyê nîqaş bikin. Bêyî ku hincetê nîşan bidin em ê kêmasiyên xwe binirxînin û ya pêwîst bikin. Bila kes ji vê yekê gumanan neke.”

‘Em li vir in û bi hêz in!’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hê pêvajoya hilbijartinê bi dawî nebûye û bal kişandin ser tûra duyem a hilbijartina serokkomariyê û wiha hat gotin:

“Desthilatdariya AKP-MHP'ê û Tifaqa Cûmhûr bênavber êrîşî Kurdan, jinan, ciwanan, bindestan, muxalefeta civakî û siyasî kir. Bi afirandina zext û tirsê konsepteke êrîşê li dijî civakê xist meriyetê. Armanca destpêkê ya vê konseptê jî partiyên me bûn. Konseptên şer, planên têkbirinê, polîtîkayên red û înkarê yên heta niha bi biryardarî hatin têkbirin, rastiya me ya ji meş û têkoşîna bi biryar bi îradeya vî gelî hate afirandin. Di vê dema giran a têkoşînê de di serî de gelê Kurd, hemû muxalîfên civakê bi rengekî girîng li ber xwe dan. Em careke din diyar bikin; em li vir in û bi hêzin! Ev fikir, ev kevneşopiya têkoşînê wê ti carî li paş nemîne. Em ê bi hêvî û bawerî, faşîzmê lawaz bikin, li Tirkiyeyê tifaqa herî berfireh a demokrasiyê ava bikin û têkoşîna xwe bi ser bixînin.”

Piştgiriya Kiliçdaroglu

Di daxuyaniyê de der barê hilbijartina tûra duyem were kirin de wiha hat gotin: “Em weke partiya sêyemîn a herî mezin a meclisê, çawa ku me nehişt rejîm di tûra yekem de bi ser bikeve, em bi biryar in di tûra duyemîn de têk biçe. Di pêvajoyên 10 rojên li pêşiya me de, gelê me yê ku nefes ruh daye me bi biryardarî em ê riya xwe bidomînin û bi ser bikevin.”

‘Firsend di destên me de ne’

Di daxuyaniyê de bi bîr xistin ku divê gel nekeve dudiliyê û îşaret bi 11 rojên dawî kir û wiha got: “Pêvajoya hilbijartinê hê jî neqediyaye. Bêyî ku bikeve nava reşbînî û bêhêvîtiyê, em dikarin di nava yanzdeh rojên li pêş de dawî li vê nebaşiyê bînin. Firsend di destên me de ye ku tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bikin encameke bêhempa û destpêkeke nû. Gelên me yên li welat û derveyî welat, rêxistinên me, dostên me divê têkoşîna li dijî faşîzmê ji dema piştî hilbijartinê re nehêlin, di tûra duyemîn de bê kêmasî dengê xwe bidin û sîleya dawî li faşîzmê bixin. Rexnedayina me ya herî mezin a ji bo rexneyên hêja yên gelê me wê têkbirina rejîma yek mirovî be.”