Eleqeya pirtûkên hatine qedexekirin zêde bûye
Şîva diyarkir ku piştî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’, pirtûkên qedexekirî zêdetir hatine firotin û got: “Pirtûkên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qedexekirin di nava jinan de rastî eleqeyek mezin tê.”
LARA GOHERÎ
Mehabad – Serhildana Jin, Jiyan û Azadiyê li seranserê Îranê bûye sedem ku asta xwendina gel a pirtuka zêde bibe. Di vê serhildanê de cihê xwednina pirtukan girîng tê dîtin û qedexekirin û girtin pirtukxaneyan îsbata wê yekê ye ku Komara Îslamî ya Îranê û rejîma Pehlewî ji pirtukan gelek ditirse, ji ber ku pirtûk zanîn e û zanîn jî hêz e. Ev hêz ji bo kesên desthilatdar metirsiyek e, ji ber wê jî pirtukan qedexe dikin. Bi taybet firotina hin pirtûkxane di vê serhildanê de hatin girtin û qedexekirin.
‘Qedexekirina pirtukan ne nû ye’
Me xwe gihand pirtûkfiroşekê û li ser rewşa firotina pirtûkan ya piştî şoreşê gotûbêjek kir.
Şiva.M li Mihabadê pirtûkxaneyek heye û derbarê firotina pirtûkên qedexekirî de wiha got: “Ev çend sale ez li pirtûkxaneyê dixebitim û li vir pirtûkên me yên cuda ên firotinê hene û kesên pirtukan dixwînin bi her awayî dikarin xwe bighînin. Qedexekirina firotina pirtûkan ne diyardeyeke nû ye û di serdema Pehlevî li Îranê de tenê pirtûkên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine pesendkirin tên çapkirin û pirtûkên ku agahiyê didin gel û xwelk jê sûdê bigrin hatine qedexekirin.”
‘Zêdetir eleqe nîşanî pirtukên qedexekirî tê dayîn’
Şiva diyarkir ku ji dîrokê ve hinek piruk hatine qedexekirin û got: “Di Komara Îslamî de zêdetir eleqe tê dayîan pirtukên ku hatine qedexekirin. Gelek kes tenê ku ji be rpirtukeke xwendine sê şeş mehan hatine girtin. Hinek pirtûk ji derveyî Îranê tên çapkirin û nayên xuyakirin û heta hinek pirtûk jî hene ku bi destûra Êrşedê nehatine çapkirin, yan jî çapkirina wan demek dirêj li ser de derbaz dibe. Pirtûk yan pdf ne yan jî kopî ne. Lê ya ku balkêş e di vê serhildanê de ewe ku ew pirtûkên ku heta destûra wana çapkirinê tê, bi awayekî ger naveroka wan li dijî hikûmeta dîktator be çapkarina wan nayên pejirandin.”
‘Em gelek pirtukan pêşniyarî xwendevanan dikin’
Şîva derbarê firotina pirtukan piştî serhildana jinê de wiha got: “Di dirêjahiya rûdanên dawî de, firotin û daxwaza hinek pirtûkan guherî ye û pirtûkên zimanê kurdî firotina wan zêde bûye û dê û bavê ku pirtûka hinbûna zimanê kurdî dikirin û ji bo zarokên xwe jî pirtûkekê. Daxwaz li ser pirtukên derbarê siyaset, mafên jinan, civaknasî û jînnameyên kesayetên taybet an jî serokên siyasî zêde bûye. Em jî hinek caran dema ku em ji kesan bawer bin em pêşniyara hinek pirtûkên weke Keleha Ajelan a Corc Orol, Rehên Totalîtarîzmê ya Hana Arênt, Hêza Bêhêzan û Tevgerên Civakî yên Nû ya Ênrîk Larêna, li hemberî Êstêbdada Timotî Snaydêr û hwd dikin da ku agahiya wan derbar rewşa ku heyî de hebe. Her wiha pirtûkên weke Zayenda Duyemîn, Manîfesta Femînîstê, Divê em hemû femînîst bin, Çîroka Karmendekê, Bi xwe be, keç û hwd, di nava jinan de xwedî eleqeyek mezine.”
‘Li gora temen pirtuk didim ciwanan’
Şîva destnîşan kir ku gelek xwendekarên ku tên pirtûkên dersê dikirin dibêjin ku pirtûkên me yên dîrokê tijî derew in an jî pirtûkên olî ji bo me ne balkêş in û got: “Ez ji ciwanên ku ji xwendina pirtukan hes dikin li gora temenê wan ez pirtukan pêşiyar dikim. Di serhildana vê dawiyê de pirtukên ku ciwan da ku buyerê xelet keşif bikin û ji bo rastiya wê têkoşîn bikin digerim didim wan. Serhildana Jin, Jiyan, Azadiyê bi rastî em xistine ser riya bilindkirina zanîn û agahiyê li gel çand û şaristaniyê û ez vê yekê ji hejmarên naveroka pirtûkên ku tên firotin, dibînim. Ciwan û gelê me ji bo têkoşîna xwe riya hişmendî û zanînê hilbijartiye. Ez van demê dawî çûm firoîgehek kincan û firoşgek a jinan di navber û di dema ku kiryar kêm de pirtûk dixwend. Belkî her kesê ku ditî pirtûkek di destê jinekê deye, lê min çeka herî bihêz a cîhanê di destê jinê deye dît, ev tê wê wateyê ku şer didome. Ez û hevkarên xwe gelek caran heta ji aliyê dezgeha ragihandinê ve jî rastî zextan hatine an jî em neçar man ku hinek pirtûkan ji lîsteya pirtûkên xwe derxîn, lê tiştê ku di dilê her navendek pirtûkxaneyan de diqewime têkoşînek xurt û bêwesatane, mîna kulîlkek serhişk e ku ji bin zinarên şîn dibe û ji xeniqînê derdikeve holê.”