El Faşêr di bin dorpêçê de ye: Krîza birçîbûn û alîkariyê kûr dibe

Li bajarê El Faşêr ku di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye, xizmetên bingehîn bi temamî hilweşiyane, hewldanên alîkariya mirovî ya sînordar weke ‘Îstîsna’ tê nirxandin.

Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê sûcên li dijî sivîlan weke rêbazên şer, dorpêç, birçîhiştin û reşkirina medyayê, tên bikaranîn. Li bajarê El Faşêr ku li herêma Darfur a Rojavayê Sûdanê ye, piştî ku ket bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn, xizmetên bingehîn bi temamî hilweşiyan.

Çavkaniyên medyayê, dan zanîn ku ji roja ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn El Faşêr kontrol kirine ve heta niha, roja 13’ê Kanûnê destûr dane ketina alîkariyên mirovî yên bê rêk û pêk û sînordar. Di çapemeniyê de ev gav, dorpêça giran a li herêmê û reşkirina li ser rewşa mirovan wek ‘înstîsna’ hat binavkirin.

Rêxistina Pêşketin û Aştiyê ya Malm a Darfûrê ku weke saziyeke xwecihî ya alîkariya mirovî ye, diyar kir ku di du qonaxan de alîkariya xwarinê gihîştiye nêzî 200 hezar malbatan li navendên bicihbûnê dijîn. Saziyê da zanîn ku li bajar bi taybetî di aliyê av û xizmeta tenduristiyê de kêmanî tên jiyîn, pêwistiya nexweş û extiyaran bi lênêrînê heye.

Belgekirin û şahidî zêde bûye

Li aliyê din Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neyeweyên Yekbûyî (WFP), ragihand ku ji ber kêmaniya fînansmaniyê, ji meha Çileyê ve wê para alîkariyê li Sûdan kêm bibe. Bernameyê hişyarî da ku çavkaniyên heyî tenê dê çar mehan têr bikin. Beriya ketina El Faşêr, bajar ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve nêzî salek û nîv hat dorpêçkirin û rastî êrîşan hat. Vê rewşê rê li ber hilweşîna bi temamî ya xizmetên bingehîn vekir. RSF’ê piştî ku di 26’ê Cotmehê de bajar girt, têkildarî nûçeyên komkujiyan ji li pey hev ji bajar hatin. Dîmen û raporên Neteweyên Yekbûyî nîşan didin ku înfazên komî, tundiya zayendî û binçavkirinên kêfî hatine jiyîn.

Şerê navxweyî yê li Sûdanê, weke krîza herî giran a mirovî ya cîhanê tê binavkirin. Di şer de heta niha nêzî 12 milyon kes ji cihên xwe bûne û nêzî 400 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest dane.