Efrînî li hemberî êrîşên Tirkiyê meşiyan

Welatiyên Efrînê bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Avesta Xabûr û Îlan Dara em ê teqez bi ser bikevin" bi meşek girseyî êrîşên dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê li ser Efrînê şermezar kirin.

 
Heleb- Dewleta tirk di 20'ê Çileya 2018'an de bi 72 balafirên şer êrîşî herêma Efrînê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, di encama berxwedana 58 rojan a şêniyên Efrînê, di 18'ê Adara 2018'an de hat dagirkirin û şêniyên resen ên Efrînê koçberî Kantona Şehbayê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Piştî dagirkeriya Herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê ve her roj kiryarên dij mirovî mîna revandin, qetîlkirin, tecawiz, fîdye û guhertina demografîk pêk tê. Ruxmê ku Saziya Mafê Mirovan a Herêma Efrînê hemû kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê belge kirine û cihên eleqedar re şandine, lê heta niha jî bêdengiyek heye. 
Bi pêşengtiya Meclîsa Kantona Efrînê şêniyên Efrînê meşek girseyî li gundê Til-Sûsin li dar xistin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên komkujiya Til Rifetê û pankartên bi nivîsa "Îro li Garê têk çûn, sibê jî li Efrînê têk biçin", "Berxwedana Li Şehbatê misogeriya rizgarkirina Efrînê ye" û "Em berxwedana gelê me yên Ewrûpayê silav dikin" hatibû hildan.
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyê azadiyê, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efîrnê Şêrîn Hesen êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê bi tundî şermezar kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dema dagirkirina Efrînê Tirkiyê digot wê Efrînê ji terorê rizgar bikin, lê buyerên ku niha li Efrînê tê jiyîn asta ewlehiya Tirkiyê diyar dike. Kiryarên ku Tirkiyê li Efrînê dide meşandin pilan û zihniyeta Tirkiyê nîşan dide. Niha bi hezaran şêniyên Efrînê ji bo vegerin ser axa xwe berxwedaniyek mezin nîşan didin. Wê berxwedaniya gel dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê bi dawî bike. " 
Meş bi diruşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe", "Şehîd Namirin" bi dawî bû