Efrîn di bin dagirkeriyê de ye: Welatiyek din hat revandin

Li gorî agahiyan li Efrîna ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye welatiyek din jî hat revandin.

 

Navenda Nûçeyan- Efrîn, 5 sal in di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê de ye. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, tenê di meha Gulana 2023’yan de li Efrînê 4 jê jin 52 kes hatine revandin.

Li Efrînê ku di bin dagirkeriyê de rastî pêkanînên dermirovî tê, nûçeyeke din a revandina welatiyek hat. Li gorî nûçeyan ANHA’yê li navçeya Şêrewayê, endamên koma Feyleq El Şam, ji gundê Beiyê, welatiyê bi navê Ehmed Xelîl Elo hat revandin. Hat diyarkirin ku Ehmed Xelîl Elo birine girtîgeha li gundê Îskayê lê der barê rewşa wî de tu agahî nehat girtin.

Li aliyê din hat diyarkirin ku li gundê Kibêşînê yê Şêrewayê jî agir bera bexçeyên zeytûnan û zeviyên çandiniyê dane.

Xweza tê texrîbkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye Efrinê di daxuyaniyê de diyar kir ku ji 18’ê Adara 2018'an ve heta niha li dijî xwezaya Efrînê êrîş didomin, di meha Gulanê de jî li meydana bajêr, navçeyên Mabata û Recoyê ji 900'î zêdetir darên zeytûn û fêkiyan hatine birîn. Her wiha hat zanîn ku êzingên ku ji darên jêkirî hatine bidestxistin li bazarên Efrîn, Ezaz, Idlib û Cerablûsê hatine firotin.

Dixwazin demografiyê biguherînin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên paramîlîter bi hevkariya rêxistinên Qetar, Kuveyt û Filistînê li Efrînê xaniyên nû ava kirine, li gundê Şadêr ê Şêrewayê jî 50 malên komî hatine avakirin û di eraziyê 30 hektarî de xebatên kolandinê tên kirin û vê rewşê wekî guherîna demografiya hat nirxandin.