Edîtora New York Tîmes li dijî şer îstifaya xwe ragihand

Edîtora New York Times a bi xelata Pulitzer Anne Boyer, helwesta rojnameyê ya li hemberî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê rexne kir û îstifa kir.

Navenda Nûçeyan- Helbestvan, nivîskara cerebe, edîtora helbestê ya The New York Times Magazînê û xwediya Xelata Pulitzer Anne Boyer, li dijî nûçeyên rojnameyê yên der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de, got: "Êdî derewên qarqarok ên şer nîn e" û ragihand ku îstifa kiriye.

Anne Boyer di nameya xwe ya îstîfayê ku li ser rûpela xwe ya şexsî parve kir de, wiha got: "Şerê Îsraîlê yê bi Amerîkayê re piştgiriya li dijî gelê Xezayê ne di berjewendiya tu kesê de ye." Anne Boyer diyar kir ku ji bo Îsraîl, DYE, Ewropayê û bi taybetî jî ji bo gelê Yahudî di şer de tu ewlehî nîn e û wiha got: "Ev şer tenê xizmeta qezencên kujer ên hilberînerên neft û çekan bike.”

Anne Boyer di nameya xwe de wiha got:

"Cîhan, pêşeroja me û dilê me ji ber vê şer dijwartir dibe. Ev ne tenê şerê mûşekan û dagirkirina axê ye. Ev şerekî li dijî gelê Filistînê ku bi dehan salan li dijî dagirkerî, koçberkirina bi darê zorê, mehrûmiyet, kontrolkirin, dorpeçkirin, girtîgeh û îşkenceyan li ber xwe dide ye…

Ez nikarim di nava komên 'maqûl' ên ku armanc dikin me fêrî vê demsala êşên bê mantiq dikin de helbestan binivîsînim. Êdî menzereyên dojehê yên ku bi peyvan tên paqijkirin tune ne. Êdî derewên qarqarok ên şer tune ne. Ger ev îstifa, di cîhana nûçeyan de valahiyek bi qasî helbestê bihêle dê bibe şeklê rast a vê kêliyê.”