Edaleta Jinan a Civakî ji bo dawîkirina zewaca zarokan civîn çêkir

Edaleta Jinan a Civakî ya Herêma Firatê, ji bo bidawîkirina zewaza zarokan civînek ji jinên di kuaforan de dixebitin re çêkir.

Kobanê - Li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava, piştî ku aloziya Sûriyeyê di dawiya sala 2011'an de dest pê kir, bi taybetî dewletên desthilatdar ên ku hişmendiya wan li dijî jinan e û hewl didin bi riya jinan civaka xira bikin gelek kiryaran bi serê jinan ve tînin. Her wiha bi riya teknolojî û medyaya civakî dixwazin hişmendiya xwe bidin ferzkirin. Bi rojan zarokên bi temen biçûk, zewaca du carî û berdêlî di nava civakê de tê kirin, di heman demê de exlaqê civakê xirab dibe. Li hemberî vê yekê Edaleta Jinan a Civakî, Mala Jinan hin zagonên xwe derxistin û ragihandin. Zagonên ji bo zarokên ku ji 18'e salî biçûktir bên zewicandin wê demê kesên ku destê wan di bûyerê de hebe tên cezakirin û ya zewaca du carî jî dema zewac bê kirin wê demê hevjîna biçûk û mêr tên girtin û kesên ku bi wan re bûne alîkar tên cezakirin û pere li wan tê birîn.
Ji bo rê li pêşiya zewaca di temenê biçûk, berdêl û zewaca du carî bê girtin û zagonên edaleta civakî bi gel bên nasîn, îro Edaleta Jinan a Civakî, Mala Jinan û Tevgera Civaka Demokratîk civîneke ji yekitiya kuaforan re li navenda Kongreya Star li dar xistin. Civîn ji aliyê Endama Edaleta Civakî ya herêma Firatê Felek Yusif ve hat birêvebirin.
Li dijî hişmendiyê, civakek exlaqî û polîtîk
Felekê bal kişand ser zewaca di temenê biçûk de, ya du carî û armanca civînê wiha şîrove kir: "Em hemû dizanin ku zarokên biçûk bi darê zorê tên zewicandin, biyolojiya wan temam nebûye. Ev zarok barê malê digrin li ser milên xwe û zarok hîna zarok e, zarokek tîne dinyayê. Divê em hemû jin bi yek destî li dijî van zewacên di temenê biçûk de, kuştina jinan û hemû cureyên tundiyê bisekinin. Ger em jin vê yekê li ser xwe bipejirînin wê demê wê çarenûsa hemû jinan wekî hev be. Îro bi riya van zewacan civaka me ber bi xirabûnê ve diçe. Dema ku keçik bi temenê biçûk tê zewicandin wê demê destê kuaforan jî di vê bûyerê de heye lê kuafor ne di wê ferqê de ne ku îro ev zewac çima tê kirin. Divê em hemû bi hev re rê li pêşiya van mijarên wiha bigrin da ku em bikaribin civakeke exlaqî û polîtîk ava bikin. Em niha we hemûyan berpirsyar dibînin divê hûn di wê zanebûnê de bin ku îro em bi destên xwe civaka xwe hildiweşînin, jixwe pergalên li dijî jinan dixwazin hilweşînê bidin avakirin."
Paşê Rêveberiya Mala Jinan a Herêma Firatê Sultan Hemdî zagonên jinan ji kuaforan re xwend û paşê jî nîqaş li ser van zagonan hatin kirin ku yekitiya kuaforan û Edaleta civakî bi hev re van zagonan bidin meşandin. Dema ku yek ji van zagonan ji aliyê kuaforan were binpêkirin wê demê Edaleta Civakî dê ceza li kuaforan dibire. Tê payîn ku wê civînên bi vî rengî berdewam bikin.
Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.