Edalet ji bo Nagîhan Akarsel: Kujer got ku dewleta Tirk wî peywirdar kiriye

Endama Însiyatîfa Edaleta Navneteweyî ji bo Nagîhan Akarsel Sarah Marcha, li ser doza Nagîhan Akarsel got: “Kujer li dadgehê got dewleta Tirk wî perwirdar kiriye. Ji bo kujerên rastîn derbikevin holê divê em têbikoşin.”

DÎREN ENGÎZEK

Navenda Nûçeyan – Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê, rojnameger Nagihan Akarsel, 4’ê Cotmeha 2022’an li Herêma Federal a Kurdistanê, li bajarê Silêmanî bi êrişeke çekdarî jiyana xwe ji dest da. Kesê ku êriş kir, dema xwest bireve Hewlêrê, di derketina bajarê Silêmanî de di benda kontrolê ya YNK’ê de hat girtin.

Di 24’ê Kanûna 2023’yan de Îsmaîl Rasim Rifat Peker ê hemwelatiyê Tirkiyeyê, ji aliyê Dadgeha Bilind a Herêma Federal a Kurdistanê ve bi cezayê îdamê hat mehkûmkirin lê ne raya giştî ne jî xizmên Nagîhan Akarsel der barê pêvajoyên lêpirsîn û dadgehê de nehatin agahdarkirin.

Têkildarî mijarê Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Brokselê û endama Însiyatîfa Edaleta Navneteweyî ji bo Nagîhan Akarsel Sarah Marcha, li ser pêvajoya hiqûqî ya piştî qetilkirina Nagîhan Akarsel heta niha derbas bûye nirxandin kir.

Sarah Marcha li ser pêvajoya qetilkirina Nagîhan Akarsel wiha got: “Di demeke ku li Rojhilatê  Kurdistanê çalakiyên ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kiribûn de her wiha piştî çalakiya Sara û Rûken, Nagîhan Akarsel ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Em baş dizanin ku jinên Kurd ên pêşeng, bi taybetî yên xwe bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ û zanista jinê Jineololojiyê bi pêş xistine, li ser dîrok û rastiyê kûr bûne, bandorê li ser jinên cîhanê jî dikin. Ji bo vê dewleta Tirk û hemû hêzên dagirker ên xwedî zihniyeta serdestiya mêr û dewletên navneteweyî, naxwazin şoreşa jinan bi pêş bikeve û belav bibe. Nagîhan Akarsel ji ber van sedeman hat hedefgirtin û şehîdxistin.”

‘Kujer ji aliyê dewleta Tirk û MÎT’ê ve hat peywirdarkirin’

Sarah Marcha da zanîn ku Însiyatîfa Edaleta Navneteweyî ji bo Nagîhan Akarsel, di van mercan de hatiye avakirin û wiha domand: “Ji bo ku qetilkirina jinên ciwan bi taybetîi jinên ku ji bo azadiya gelê Kurd û hemû jinan têdikoşin bê hesab nemîne însiyatîf hat avakirin û ev yek pir girîng e. Ev siyaset hem ji aliyê dewleta Tirk ve hem jî ji aliyê hêzên dagirker ên li cîhanê ve pêşî li qetliamên wiha vedike. Ji ber vê yekê ji aliyê bi sedan jinan û gelek rêxistinan ve ev însiyatîf hat avakirin. Ji bo di vê dozê de edalet pêk were bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku berpirsyariya xwe bi cih bînin. Kujerê Nagîhan Akarsel bi taybetî ji aliyê dewleta Tirk û MÎT’ê ve hat birêxistinkirin. Em dixwazin kes û saziyên ji vê plana qirêj berpirsyar in werin eşkerekirin û darizandin.”

Sarah Marcha bi bîr xist ku weke însiyatîf beriya salek bang kirine û ev agahî dan: “Îsal li ser dozê daxuyaniya çapemeniyê hat weşandin. Kujerê Nagîhan Akarsel li Herêma Federal a Kurdistanê hat darizandin.

Em baş dizanin ku kesên peywir dane vî kesî yan jî yên bûne hevkar; ji aliyê dewleta Tirk ve hatine peywirdarkirin. Jixwe wî kesî di dadgehê de vê yekê lê li dijî wan doz nehat vekirin. Di heman demê de ev darizandin ji malbatê û raya giştî bi dizî hat kirin. Ji ber vê yekê em nikarin bibêjin ku edalet bi cih hatiye.”

‘Em dixwazin pêşiya van planên qirêj bigrin’

Sarah Marcha bi gotinên; “Ew plan dikin ku jinên Kurd ên pêşeng qetil bikin. Dewleta Tirk li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, li axa Sûriyeyê, li Başûrê Kurdistanê û Ewropayê, li Parîsê planên xwe pêk anî” got ku ew dixwazin pêşî li van planên qirêj bigrin.

Sarah Marcha, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê pêşeng in bêguman lê ne tenê ew, li her derê dema ku jin ji bo gelê xwe ji têkoşînê re pêşengiyê dikin an jî dema ku ji bo mafên jinan têdikoşin, ji aliyê hêzên dagirker û baviksalar ve, ji aliyê dewletê ve tên hedefgirtin.”

Sarah axaftina xwe wiha domand: “Vê dozê di kesayeta Nagîhan Akarsel de bû doza hemû jinan. Di dîrokê de jî dema ku jin têdikoşiyan hatin qetilkirin. Jin têkoşîna xwe didomînin, her roj rastî gefên dewletê û zihniyeta mêr tên. Hêzên dagirker bi riyên burokrasî û hiqûqê xwe bi awayekî rizgar dikin. Kujer niha girtî ye û dibêjin me ceza daye dibêjin qey ev bes e lê nebes e.”

‘Divê jin dengê xwe zêdetir bilind bikin’

Sarah Marcha, bal kişand ku femînîstên polîtîk ango jinên pêşeng ji aliyê dewletê ve tên qetilkirin û wiha domand: “Dewlet naxwazin jin şoreşê li dar bixin, naxwazin şoreşek bi rengê jinan derkeve holê. Hemû pergalên hiqûqî û burokratîk ên dewletan li gorî vê yekê tên pêşxistin. Ji bo ku mafên mirovan û jinan neyên pêkanîn wiha dikin. Loma ji bo ku ev maf werin bicihanîn rêxistinbûn pêwîst e. Divê jin dengê xwe bilind bikin, zêdetir çalakger bin, hem li Kurdistanê, hem jî li cîhanê li dijî hêzên desthilatdar ên siyasî helwest nîşan bidin. Ev pir girîng e; em dikarin vê vekirî bibêjin ku gelek mirov hê jî baweriya xwe bi pergalên navneteweyî tînin û dibêjin qey dê çareseriyê çêbikin. Di rastiyê de jixwe çavkaniya pirsgirêkan ev pergal in. Zihniyeta mêr, pergala desthilatdar, dagirker, pergala ku jinan hedef digre tu carî nayê darizandin.

Ji bo vê armanca yekem a Însiyatîfa Edalet ji bo Nagîhan Akarsel ew e ku jinan li dora vê rastiyê bîne ba hev. Li ser van pirsgirêkan jin dikarin bi hev re nîqaşan bikin û helwesta xwe li nava jinên cîhanê belav bikin. Armanceke din jî ew e ku ji bo hiqûq pêk were dê ev doz were şopandin. Em dikarin rojeva xwe di saziyên navneteweyî de ava bikin. Ger edalet bi cih neyê dê jinên pêşeng her dem bibin hedefa hêzên desthilatdar. Divê jin xweparastinê bi pêş bixin. Jin dikarin di her warî de xwe bi rêxistin bikin, di warê hiqûqî de xwe bi pêş bixin, çalakiyan bikin, li dijî hêzên dijberî şoreşa jinan tevgerek derxin holê.”

‘Weke Însiyatîf em dixwazin pêşî li van bûyeran bigrin’

Sarah Marcha, bal kişand ku Însiyatîfa Edaleta Navneteweyî ya ji bo Nagîhan Akarsel zêdetir bi aliyê hiqûqî yê dozê re têkildar dibe û wiha got: “Însiyatîf ji raya giştî re her dem pêşketinên di vê dozê de radigihîne. Di heman demê de hem li cîhanê, hem jî li Kurdistanê, dixwaze kiryarên jinên pêşeng derxe holê. Hewl dide li ser ve bingehê jinan çalaktir bike û bi hevkariyê em dixwazin di pêşerojê de pêşî li bûyerên wiha bigrin. Kesên ku jinên pêşeng hedef digrin divê serbest negerin, li dijî wan çalakî werin lidarxistin. Divê em van planên wan ên qirêj eşkere bikin û wan belav bikin. Xebatên me li ser vê bingehê tên meşandin. Her gava ku were avêtin dê bi raya giştî re were parvekirin.” 

Sarah Marcha bi gotinên; “Saziyên navneteweyî hem ji aliyê dewletan ve hem jî rêxistinên civaka sivîl ve ji bo mafên gelan û jinan biparêzin hatin avakirin” diyar kir ku tevî dewleta Tirk endamê Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ye, bi taybetî di warê mafên jinan û mirovan de pir kêm tiştan dikare bibêje. Sarah Marcha, bi bîr xist ku saziyên navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih naynin û wiha domand: “Divê berpirsyariyê bigrin ser xwe. Banga me destpêkê ji wan re ew e ku pêşî li van komkujiyan bigrin. Van planên qirêj li dijî hiqûqa navneteweyî ne. Ji ber wê banga me ew e ku werin lêpirsînkirin. Kê qetilkirina Nagîhan Akarsel û jinên pêşeng ên Kurd plan kir? Kujerê bi navê Îsmaîl Peker ê ji Bakur çûye Başûr kî ye. Ji bo qetilkirina Nagîhanê kê peywir dayê? Divê ev kes werin darizandin. Banga me ew e ku hemû rêxistinên mafên mirovan rola xwe bilîzin lewre di saziyên navneteweyî û raya giştî de bandora wan heye. Divê destpêkê ew xwedî li sozên xwe derbikevin.”

‘Raya giştî û malbata Nagîhanê ji dozê nehatin agahdarkirin’

Sarah Marcha, bal kişand ku di pêvajoya dozê de malbat û raya giştî nehatine agahdarkirin û wiha berdewam kir: “Bi qasî em dizanin di Kanûna 2023’yan de dadgeha li Başûrê Kurdistanê biryara darvekirina Îsmaîl Peker da lê ji bo kesên ku peywira qetilkirinê dabûn vî kesî tu tişt nehat kirin. Tu tişt nehat gotin û tu lêpirsîn nehat vekirin. Raya giştî û malbata Nagîhanê ji bo vê dozê nehatin agahdarkirin. Vê dozê ji civakê dûr hat meşandin. Tecrubeya me heye, li Parîsê jî wisa bû. Ne dît ku ji bo jinên li çar perçeyên Kurdistanê tên qetilkirin, van dadgehan nabin temînat. Em di doza Nagîhan Akarsel de jî dibînin û em vê rewşê napejirînin. Ji ber wê em dibêjin, mesele kujer nîn e, kujerên rastîn li derve ne, plan û karên xwe yên qirêj didomînin.”

Ji Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê re nameyek vekirî

Sarah Marcha diyar kir ku sala borî ji NY û saziyên navneteweyî yên Ewropayê re, rêxistinên mafên mirovan re nameyek vekirî şandine û wiha domand: “Hiqûqnas, akademîsyen, jinên hunermend her wiha jinên ji bo jinan têdikoşin; bi dengekî bang kirin. Li her derê behsa doza Nagîhan Akarsel hat kirin. Armanca me ne tenê dewlet an jî saziyên dewletê bû, armanca me ew bû ku her jin Nagîhan Akarsel nas bike. Ji doza ku li Başûrê Kurdistanê hat meşandin, ne malbat, ne hiqûqnas, ne jin, ne jî însiyatîf hatin agahdarkirin. Piştî dadgehê agahî hat dayîn. Piştî ku darizandin çêbû, cezayê darvekirinê girt û lêpirsîn hat meşandin, agahî hat dayîn. Lêpirsîneke berfireh nehat kirin. Em dixwazin raya giştî zêdetir der barê vê dozê de agahdar bikin. Weke însiyatîf em panelên online li dar bixin, beşdarî konferansan bibin. Em ê vê têkoşînê bidomînin. Em ê gav bi gav weke însiyatîf bi pêş bikevin, di hemû waran de xebatan bimeşînin.”

Sarah Marcha got: “Ji aliyê hiqûqî ve, hem li Tirkiyeyê hem jî li her derê cîhanê divê saziyên navneteweyî, ji ber sûcên li dijî mirovahiyê û jinan tên kirin divê berpirsyariya xwe bi cih bînin, kujer di dadgehan de werin darizandin. Em jî ji bo rastiya dewletê zêdetir derxin holê, dixwazin van mijaran bixin rojeva van saziyan. Sarah Marcha bal kişand ku ji aliyê siyasî û hiqûqî ve tiştên ku dîtine û bûne şahid ew e ku hewl didin vê dozê bigrin.

‘Cara pêşîn nîn e jinên pêşeng tên hedefgirtin’

Carah Marcha bal kişand ku ne cara yekem e jinên pêşeng tên hedefgirtin û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Ev cara yekem nîn e ku jinên pêşeng tên hedefgirtin. Di sala 2013’an de me li Parîsê dît, di sala 2022’yan de jî li Kurdistanê. Hewl didin van dozan bidin girtin û veşêrin. Em dixwazin gav bi gav bi hiqûqnas û akademîsyenan re her wiha bi parêzvanên mafên jinan re vê xebatê bimeşînin. Hevala Nagîhan beriya her tiştî weke jineke Kurd, dixwest hem dîroka Kurdan, hem çanda wan, hem jî Jineolojiyê bi pêş bixe. Berdewamkirina xebatên wê ji bo me helwest e. Berdewamkirina projeyên Nagîhanê dê ji bo kesên van qetliaman dikin bibe bersivek. Ger em bikaribin jinên Kurd ên pêşeng û jinên ku li cîhanê rola pêşengiyê dilîzin biparêzin û zihniyeta dagirkerî, desthilatdarî û mêr dewletê biguherînin, guherîn û veguherîna civakî pêk bînin; wê demê em ê bikaribin bibêjin ku doza me serkeftî bûye. Însiyatîfa Nagîhan Akarsel li ser van bingehan, bi hemû tevgerên jinên Kurd û saziyên li cîhanê re ji bo vê armancê xebatên xwe didomîne.”

‘Divê ji bo darizandina kujerên rastîn em têbikoşin’

Sarah Marcha, diyar kir ku ji bo dozê bibin dadgehên navneteweyî jinên hiqûqnas xebatan dimeşînin û wiha bi dawî kir: “Em ê bibînin ka dê gavên çawa werin avêtin. Banga me ji hemû jinên hiqûqnas, jinên parêzvanên mafên jinan û mirovan, hunermend û akademîsyenan re ev e; ew dikarin bi hest û ramanên xwe vê rewşê biguherînin. Ji bo ku ji bo hevala Nagîhan û hemû jinên pêşeng ên hatine qetilkirin edalet pêk were divê jin helwestên xwe bi awayekî diyar bikin. Hemû jin divê navê Nagîhan Akarsel belav bikin, wê bidin nasîn. Divê kesayet û projeyên hevala Nagîhan bidin nasîn. Parêzvanên mafên jinan divê nîqaş bikin ka çima jinên weke Nagîhan pêşeng tên hedefgirtin û vê yekê bi riya çapemenî û konferansan dikarin bi raya giştî re parve bikin. Dikarin ji saziyên navneteweyî re nameyan  bişînin. Jinên siyasetmedar divê zêdetir rola xwe ya têkoşeriyê bilîzin. Di Konseya Ewropayê, parlamento û li her qadê divê jinên têşoşer hebin. Ji bo kujerên rastîn werin darizandin divê em têbikoşin lewre ya girîng ew e di dozên wiha de hiqûq pêk were û edalet cihê xwe bibîne. Ji bo ku jin zêdetir neyên qetilkirin û şoreşa jinan gavên mezintir bavêje; divê em di pêşerojê de bingehên vê ava bikin.”