EŞÎK: Ger jin bi ser bikevin dê welat jî bi ser bikeve

EŞÎK'ê bang li partiyên siyasî kir ku di hilbijartinên herêmî de herî kêm ji sedî 50 namzedan jin bin û wiha got: “Eger jin bi ser bikevin dê demokrasi û welat jî bi ser bikeve!”

Navenda Nûçeyan- Platorma Jinê ya Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK), der barê namzedên ku wê di hilbijartinên herêmî de bên diyarkirin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin di her merhele û yekeyên rêveberiyên herêmî de pir kêm tên temsîlkirin û wiha hat gotin: “Li gorî encamên hilbijartinên herêmî yên 2019’an rêjeya temsîliyeta jinan di rêveberiyên herêmî de tenê ji sedî 3 ye. Lê belê yek ji şertên bingehîn ên demokrasiyê nûnertiya wekhev e.’’

‘Divê herî kêm ji sedî 50 namzedan jin bin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo nûnertiya wekhev û pêkanîna polîtîkayên wekhev, partiyên di hilbijartinên herêmî de ku wê namzêdan eşkere bikin divê herî kêm ji sedî 50 ji wan jin bin û wiha hat gotin:

 “Ji ber vê yekê em li bendê ne ku partiyên siyasî jinan ji bajar, navçe û bajarokên ku ji bo serokatiya şaredariyan şansa bijartinê bilind in namzed nîşan bidin. Namzedên ku ji bo meclisên şaredariyan û meclisên parêzgehan bên destnîşankirin divê yek jin û yek mêr bên rêzkirin. Divê ji bo serlêdanên namzediyê heqê serlêdanê ji jinan neyê girtin û dest ji pêkanînên wekî 'bexşên pêwîstî' berdin. Dîsa weke pêwîstiyeke demokrasiyê divê pêvajoya hilbijartina namzedan bi awayekî zelal bê meşandin."

‘Em taybetmendiyên namzedên bên hilbijartin jî gelekî girîng dibînin’

EŞÎK'ê diyar kir ku li gel pêvajoya hilbijartina namzetan ew taybetmendiyên namzetên bên hilbijartin jî gelekî girîng dibînin û wiha got: "Em bi israr in ku hemû namzedên jin û mêr wekheviya zayendiya civakî bipejirînin, li dijî her cure cihêkariyê rêz li ber mafên mirovan, jinan, xweza û ajalan bigirin. Em hêvî dikin ku namzed li van mijaran rawestin. Li ser kûrbûna pirsgirêkên welat, em bi israr in ku namzed kesên laîktiyê û dewleta hiqûqê biparêzin, li gel zanistê hurmetdar bin, ne sermayeyê berjewendiyên gel û xwezayê bifikirin û armanca wan têkoşîna li dijî xizaniyê bin. Em dixwazin ku cih ji namzedên ku di ekolojiyê de bi hesas in, dadweriya avhewayê biparêzin û bikaribin ji bo bandorên qeyrana avhewayê û hemû bobelatan polîtîkayan bi pêş bixin, bê dayîn.”

‘Ger jin bi ser bikevin dê demokrasi jî bi ser bikeve’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em dikarin ji bo demokratîkbûyîna ku hesreta dilê me hemûyan e, çareserkirina pirsgirêkên gel û jiyana bi rêgeza hemwelatîbûniya wekhev, ji herêmî dest pê bikin û xwe bigihîjînin. Em li rêveberiyên herêmî û li her derê li mafên xwe yên nûnertiya wekhev xwedî derdikevin. Em dibêjin ku ger jin bi ser bikevin, wê demokrasi û welat jî bi ser bikeve!”