Duyemîn komkujiya Parîsê li Kobanê hat şemezarkirin

Şêniyên navçeya Kobanê bi meşeke girseyî komkujiya Parîsê a duyem şermezar kirin û têkoşerên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.

Kobanê- Dewleta Tirk di 23’ê Kanûna 2022’an de komkujiyeke din li paytexta Fransa Parîsê pêk anî ku di encamê Endama Desteya Rêveber a KCK Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Ebdurehman Kizil hatin qetilkirin. 

Di yekemîn salvegera komkujiyê de ku beriya niha di 9’ê Çileya 2012’an de komkujiyeke din li Parîsê pêk hatibû û di encamê de Sakîne Cansiz, Leyla Şeylemaz û Fîdan Dogan hatibûn qetilkirin, îro bi sedan ji şêniyên navçeya Kobanê di bin dirûşma “Komkujiya Parîsê berdewamiya komploya navdewletî ya li hemberî Rêber Apo ye” li dijî herdu komkujiyên ku li Parîsê pêk hatin, daketin qadan.

Di meşê de bi sedan ji jin û şêniyên Kobanê, hunermend, siyasetmedar, saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl, Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û ciwan amade bûn. Çalakvanan bi hilgirtina alên rêxistina Kongra Star û berzkirina dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” ji qada Şehîd Egîd dest bi meşê kirin û li qada Jina Azad rawestiyan.

Piştî deqeyek rêzgirtinê endama ofîsa jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl wiha axivî: “Hedefgirtina jinên pêşeng ên Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve xwedî dîrokeke kevnar e. Jinên ku bi bîrdoziya Rêber Apo re bûn yek û di tevahî qadên jiyanê de bûn xwedî têkoşîn, ji aliyê dewleta Tirk ve tên qetilkirin. Di Komkujiya Parîsê de 3 pêşeng, di komkujiya Silopiyê 3 têkoşer. Her wiha di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi dehan jinên din ku heman xebat dane meşandin, bûn armanca dewleta Tirk. Em dizanin ku armanca dewleta Tirk bi van êrîşan çi ye, yên ku pêşengtiya pergala Rêber Apo dikin û bîrdoziya wî temsîl dikin jinên Kurd in. Ji ber vê dewleta tirk hewl dide bi qetilkirina jinan pergal û bîrdoziya Rêber Apo jî tune bike.”

‘Em ê tola pêşengên xwe bistînin’

Endama Hêzên Parastina Civakî (HPC) Edle Bakir peyama xwe wiha da: “Polîtîkayên dewleta tirk ên li hemberî jinên Kurd êdî diyar in, dema ku di hemêza Parîsê de 2 komkujî pêk anîn, bi taybetî jinên têkoşer di nav de hedef girtin. Li dijî van êrîş û komployan, em weke jin xwe birêxistin dikin û dibin bersiv. Îstîxbarata tirk 4 hevalên me yên jin armanc girt lê li şûna wan bi sedan jinên din cih girtin. Lewre em dibêjin hemû polîtîkayên dewleta Tirk vala û bê bandor in. Em di vî warî de hikûmeta Fransayê şermezar û rexne dikin, gelo kîjan hikûmet nizane di welatê xwe de mîtên kîjan dewletan hene û kiryarên bi vî rengî pêk tînin. Em îro meşiyan ku diyar bikin, em ê ji bo doza herdu komkujiyên Parîsê bêdeng nemînin. Berovajî em ê tola xwe ji hêzên komploger bistînin û xwîna hevalên xwe li erdê nehêlin.”

‘Fransa jî di komkujiyan de hevkar e’

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Lujeyn El-Salim jî wiha got: “Gelek balkêş e ku di welatekî weke Fransayê de rojane behsa mafên mirovan, azadî, demokrasî û edaletê tê kirin de du komkujî rû bidin. Ya balkêştir jî ew e ku di herdu komkujiyan de Kurd hatin qetilkirin, ne pêkhateyeke cuda bû. Di herdu bûyeran de jî Fransayê bertekek cidî nîşan neda, ango MÎT’ê ceza nekir. Ev tenê jî diyar dike ku Fransa li gel dewleta Tirk hevkar e û ev bûyer jî parçeyek ji komploya navdewletî ya li hemberî Rêber Apo ye. Em ê tola xwe ji dewleta Tirk bistînin û nehêlin ev komkujî berdewam bikin.”

Hesekê

Daxuyanî bi tevlibûna endam û rêveberên Kongra Star û saziyên civaka sivîl li ber navenda Kongra Star a Bajarê Hesekê ya li taxa Nasra hat dayîn û ji aliyê endama Kongra Star Nadîn Salih Remo ve hat xwendin.

‘Komkujiya Parîsê li dijî nirxên dayikê yên pênc hezar salan e’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Komkujiya 23’yê Kanûna 2022’an a li Parîsê ji aliyê pergala mêr dewletê ve êrîşek li ser çand û nasnameya Kurd bû, di şexsê şoreşger û pêşenga jin Evîn Goyî de êrîşeke li ser têkoşîn û nirxên jina dayik a pênc hezar sal bû.

Di 9’ê Çileya 2013 an de jî li dijî 3 şoreşgerên jin Sakîne Cansiz û rê hevalên wê komkujiyek pêk hatibû ew komkujî berdewama komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bû, bi armanca şikandina îrade û îsrara jina azad bû.

Em weke Rêxistina jinan komkujiyên Parîsê weke komploya li ser vîna jinên azad bi nav dikin û bi tundî şermezar dikin. Van komkujiyan rê li ber berxwedan û fedakariya jinan negirt. Îro jin li tevahî cîhanê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî li dijî pergala qirkirina gelan, li qadan in. Em bang li civaka navdewletî dikin ku rê li ber komkujiyên li dijî Kurdan bigrin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.