Du xwişkên Cezayirî di şewata daristanan de jiyana xwe ji dest dan
Di nava şewata ku li daristanên Cezayîrê derketiye, du xwişkên ji Cezayîrê li gundê Êxlîcan li Parêzgeha Tîzî Ozo jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan - Xizmetên parastina sivîl li Cezayirê di 12'ê Tebaxê de, cenazeyên şewitî yên du xwişkan ên bi navê Sara û Cewher dîtin.
Rayedarên Cezayîrê dan xuyakirin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji ber şewatên li gelek parêzgehan derketiye zêde bûye, hejmara wan di navbera leşker û sivîlan de gihîştiye 65 kesan û 12 leşker li nexweşxaneyê ne rewşa wan xeter e.
Li gorî Rêveberê Giştî yê Daristanan li Cezayîrê Elî Mahmûdî ku Rêveberiya Giştî ya Daristanan li Parêzgeha Tîzî Ozo tenê 30 şewat ku hîn nehatine vemirandin diyar kir ku hejmara şewatên heta duh nehatine vemirandin gihîştiye 86'an bi tevahî 103 şewatan.
Piştî van bûyerên bi êş, Cezayîrê ji bo qurbaniyên şewata daristanan sê roj şîna neteweyî ragihand. Xelkên bajar derketin kolanan da ku ji şewatê birevin û li kesên xwe yên winda bigerin.
Hêjayî balkişandinê ku agir ji 9'ê Tebaxê ve bi 17 parêzgehên Cezayîrê ketiye û li gorî ajansa fermî ya Cezayîrê bêtirî 100 cihên ku agir bi wan ketiye hene.