Du wêne, du jinên xwedî heman têkoşînê

Ferîde Gundem û Salîme Çakir her roja Şemiyê li kêleka hev bi wêneyê di destên xwe de aqubeta windayên xwe dipirsin û bi salan e heman êşê dikşînin û ji bo heman armancê têdikoşin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li Amedê xizmên windayan, bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin, fail bên darizandin’ 798 hefte ne li parka Koşuyoluyê tên ba hev. Malbat û nûnerên rêxistinên sivîl ji bo pirsa aqubeta xizmên xwe yên winda, tên ba hev li vê derê li keleka hev têdikoşin, êşa ku kişandine bi piştevaniyê hewl didin kêm bikin. Malbatên ku bi salan e ji têkoşîna xwe gavekî şûnde neavêtine her hefte heman pirsê dipirsin, balê dikşînin ser vê yekê ku fail ji aliyê dewletê ve tên parastin.

Dema ku pirsa kurê xwe yê winda kir bi mirinê gef lê hat xwarin

Malbatên ku kêliyek jî wêneyên windayên xwe ji destên xwe danaynin, her hefte daxwaza kevireke gorê dubare dikin û aqubeta xizmên xwe dipirsin. Salîme Çakir ku hevjînê xwe Îbrahîm Kartay winda kiriye, ji sala windabûnê ve heta niha aqubeta hevjînê xwe dipirse. Îbrahîm Kartay di 15’ê Tebaxa 1994’an de li gundê Hunî yê girêdayî navçeya Hênê ya Amedê hat binçavkirin û ji wê rojê û şûnde tu agahiyek jê nehat girtin. Roja bûyerê Salîme Çakir li gund bû, zarokên xwe girt, xwe spart gundekî din. Li vê derê bi hêviya xeberek ji hevjînê xwe bigre 10 rojan li bendê ma. Salîme Çakir piştre serî li dozgeriyê da. Rayedarên qereqolê gotin ku Îbrahîm Kartay nehatiye binçavkirin, gule li Kadrî Kartayê ku aqubeta kurê xwe dipirsî barand û gefa mirinê lê xwar. Hemû hewldanên malbatê bê encam man, ji wê rojê û şûnve ji Îbrahîm Kartay agahî nehat girtin. 

Tenê dixwazim gorek ku li ser dua bikim hebe’

Salîme Çakir da zanîn ku ji roja hevjînê wê hatiye windakirin ve heta niha bi wêneyê di dest xwe de têdikoşe û diyar kir ku ji wê rojê heta niha jiyana wan weke berê normal nebûye. Salîme Çakir destnîşan kir ku hem zarok hem jî neviyên wan bê bav mezin bûne, tenê dixwazin gorek wan hebe li ser dua bikin.

 Salîme Çakir da zanîn ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Wî ji gund birin êdî me xeberek jê negirt. Ez 15 sal in her roja Şemiyê têm vê derê. 20 sal in jî li windayê xwe digerim lê ne sax ne jî mirî min nedît. Ez ji bo dîtina hestiyan têdikoşim. Ez dixwazim cenazeyê xwe bibînim her Înê biçim ser gorê bilorînim. Em bersivek dixwazin, wê bersivê jî nadin me lê belê her dem em ê li vê derê bin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê êdî ev zilm bi dawî bibe, ji bo em dawî lê bînin li vê derê ne. Wan zindî ji me girtin, qet nebe bila hestiyên wan bidin me. Neviyên min ne bapîrê xwe bihîstin ne jî dîtin. Ma ev maf e, ma ev hiqûq e, ma ev mirovahî ye?”

Du jin bi heman daxwazê her roja Şemiyê li kêleka hev in

Yek ji xizmên windayan li gel Salîme Çakir her roja Şemiyê tê qadê Ferîde Gundem e. Di destên wan de wêneyên xizmên wan her Şemî du jin li heman cihê daxwazên xwe diqîrin tevî temenê xwe yê mezin, bêyî bibêjin baran û herî ye tên parka ku bi kîlometreyan ji malên wan dûr e. Ferîde Gundem têkoşîna ku dayik û bavê wê dane destpêkirin berdewam dike, aqubeta birayê xwe Îbrahîm Gundem ku di sala 1991’ê de hat binçavkirin û piştre hat windakirin dipirse.

Di 25'ê Îlona sala 1991'ê de li gundê Sarierîk ê Hezroya Amedê leşkeran bi ser mala bavê Îbrahîm Gundem Ahmet Gundem ve, bi şev saet 01.00'an de di navde Usteymen Kenan Şahîn û komek leşker hebûn girtin, di serdegirtinê de kurê Ahmet Gundem Îbrahîm Gundem hat binçavkirin. Tevî ku hat diyarkirin dê serê sibê bê berdan, Ahmet Gundem ji bo pirsa kurê xwe Îbrahîm Gundem bike çû qereqolê lê bersiva 'Ne di bin çavan de ye' girt. Têkoşîna malbatê bêencam ma, Ahmet Gundem di sala 1993’an piştî ku mala wan ji aliyê leşkeran ve hat şewitadin diçe nevenda bajar.

Li wê derê Ahmet Gundem li gel hevjîna xwe Meryem aqubeta kurê xwe dipirsin, têkoşîna wan niha jî keça wan Ferîde Gundem berdewam dike. Ferîde Gundem destnîşan kir ku dayika wê bêyî agahiyek bigre û dengê kurê xwe bibihîse jiyana xwe ji dest daye û da zanîn ku piştî dayika xwe her hefte beşdarî çalakiya Şemiyê dibe.

‘Ev der goristana me ye’

Ferîde Gundem diyar kir ku dest ji têkoşîna xwe ya bi salan e berdewam dikin bernade û got: “Ji roja birayê min winda bûye ve heta niha em li vê derê ne. Em li pey windayên xwe ne, ne tenê ez, bavê min xwişk û birayên min li pey vê têkoşînê ne. Dema ez têm vê derê hîs dikim ku hatime ser goristanê. Befir û baran jî bibare çi dibe bila bibe em ê li vê derê bin. Ev der bûye mala me, her roja Şemiyê em li vê derê ne. Ev doz doza me ye, em dest ji vê dozê bernadin. Em ê van wêneyan li erdê nehêlin. Em ji bo hemû windayan têdikoşin. Wê ev têkoşîn her dem bidome. Heta ku der barê aqûbeta windayên me de bersivek bê dayîn, em ê li vir bin û neçin.

‘Dewlet bêdeng dimîne’

Ferîde Gundem, da zanîn ku dewlet bi salan e hewl dide ser vê bûyerê bigre û wiha got: “Ev bûyer ji aliyê tu kesê ve nayê jibîrkirin. Bila me mijûl nekin. Em li benda bersiva rast in. Îro qismek pir kêm me dibînin û dibihîzin. Kesên muxatab guhên xwe girtine lê em nebin jî wê ev çalakî her dem berdewam bike, ji aliyê zarok û neviyên me ve dê bidome.”