Dû jiyanên bi têkoşîn: Nikarin bi komkujiyan me bitirsînin

Hevseroka kantona Qamişlo ya duh di êrişa dewleta Tirk de hat qetilkirin Yusra Derwêş a ji ajansa me re axivîbû gotibû: “Dem dema netewa demokratîk e.” Leyman Şiwêş jî di axaftina xwe ya ji ajansa me re gotibû, “Nikarin bi komkujiyan civaka me bitirsînin.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk a piştî têkçûna DAIŞ’ê êrişên bi pergalî li ser heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, di van êrişan de bi taybetî pêşengên jin ên şoreşa jinê hedef digre. Yusra Derwêş û Leyman Şiwêş ên jiyana xwe dan ji bo azadî û şoreşa jinê duh di êrişa dewleta Tirk a li ser riya Qamişlo-Tiberspiyê de jiyana xwe ji dest dan. Leyman Şiwêş û Yusra Derwêş ên mîrateya têkoşînek têr û tijî li pêy xwe hiştin ji ajansa me re axivîbûn. Her du pêşengên Şoreşa Jinê di hevpêyvînên xwe yên dabûn ajansa me balê kişandibûn êrişên nîjadperestî yê li ser Şoreşa Jinê tê pêkanîn û gotibûn: “Nikarin bi komkujiyan civaka me bitirsînin.”

Jiyanek bi têkoşînê hatiye hûnandin

Leyman Şiwêş a ji bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê ye, di 3’yê Mijdara 1968’an tê dinê. Piştî xwendina xwe ya 6 salan berê xwe dide riya têkoşîna azadiyê û di sala 1989’an de beşdarî xebatên têkoşîna azadiya jin û gelê Kurd dibe. Leyman Şiwêş bi pêl dayîna Şoreşa Jinê ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di refên herî pêş de pêşengiyê dike.

‘Êriş û komkujî heya roja îro didomin’

Lîman Şîweş a li ser komkujiya Helebce ya di 12 Adara 1988'an de ji aliyê rejîma Baasê ve hat pêkanîn axivî bû, destnîşan kiribû ku polîtîkayên komkujiyê yê li dijî gelê Kurd û Kurdistanê heya roja îro jî didome. Lîman Şiwêş destnîşan kiribû ku heya niha jî tu hêzên navnetewî bi qebûlkirina jenosîda li Helebce nerabûye û wiha gotibû: “Hişmendiya komkujiya Helepçeyê di roja îro de li ser axa Başûrê Kurdistanê pêk tê. Her wiha heta niha ji aliyê desthilatdaran ve êrîşek mezin li dijî gelê Kurd li hemû aliyên Kurdistanê didome ku di encamê de Kurd tên qetilkirin û koçberkirin. Li Rojavayê Kurdistanê jî çekên kîmyewî yên fosfora spî hatin bikaranîn, ruxmê hemû belgeyan dewleta tirk nehat darizandin û dewletên navneteweyî careke din li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyan.”

‘Neteweya demokratîk çareseriya hemû pirsgirêkan e’

Lîman Şiweş destnîşan kiribû ku hemû netew dikarin xwe bi pergala neteweya demokratîk biparêzin û wiha gotibû: "Baas bi feraseta yek netew, yek dewlet û yek olê êrîşî civakê kir. Ew hişmendî hemû bingehê dewletan e. Ji ber vê em wek gelê Kurd li hemberî komkujî û êrîşên mêtinger xwedî bertek in lewra em xwe bi pergala Neteweya Demokratîk bi rexistin dikin û pergala xwe ya parastinê ava dikin. Tu hêzen dagirker edî bi hêsanî nikarin bi komkujiyan civaka me bitirsînin. Ji ber ku em xwe bi hêza xwe diparêzin."

Bal kişandibû girîngiya darizandina DAIŞ’ê

Dema ku bi erka Nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê beşdarî komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’î’ ya li Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin bûbû, der barê xeteriya DAIŞ’ê ya li heremê û çarenûsa wî de wiha gotibû; “Divê ev derfeta dadgehkirina wan li Rojavayê Kurdistanê çêbibe û divê dewletên navnetewî û hêzên koalîsyonê bikaribin vê xeteriyê bi dadgehkirinê çareser bikin. Divê êdî biryar li ser tawanên wan bê dayîn. Mijarek din jî jinên DAIŞ’î ne. Li qampa holê nêzî 70 hezar jinên DAIŞ’î û zarokên wan hene. Ji ber wê jî divê çareseriyekê ji bo van bê dîtin. Li dijî van kiryarên li Rojavayê Kurdistanê, li Şengalê hatine kirin divê çeteyên DAIŞ’ê bên dadgehkirin.”

Bû pêşenga Şoreşa Jinê

Yusra Mihemed Derwêş a di sala 1972’yan li Amûdê ya kantona Qamişlo ji dayîk dibe, di sala 2001’an de ji zanîngeha zimanê Fransî derdiçe. Yusra Mihemed Derwêş a piştî şoreşa jinê ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ya 19’ê Tirmeha 2012’an dev ji perwerdeya di pergala Baasê de ber dide, berê xwe dide xebatên şoreşê û pêşengiyê jê re dike. Yusra Mihemed Derwêş ku destpêkê dibe mamosteya zimanê Kurdî paşê dibe midûra Dibistana Betûl a Amadehî ya Amûdê û piştre jî dibe yek ji damezrînerên Saziyên Rêveberiya Dibistanan li Amûdê. Yusra Mihemed Derwêş paşê wek hevseroka Navenda Perwerdeyê ya Amûdê tê hilbijartin û di 1’ê Mijdara 2022’an de weke hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo tê hilbijartin.

‘Dem dema netewa demokratik e’

Yusra Mihemed Derwêş a li ser komkujiya 12’ê Adara 2004’an li Qamişlo hat pêkanîn ji ajansa me re axivî bû bal kişandibû têkoşîna li dijî nîjadperestiyê ya li ser gelê Kurd û wiha gotibû: “Feraseta nijadperest li hemû aliyên Kurdistanê li diji hebûn û nasnameya gelê Kurd pêk tê. Ew li Başurê Kurdistanê bûyera Helepçe, li Rojhilatê Kurdistanê bi politikaya darve kirinê, li Bakurê Kurdistanê êrîş û qetil kirina mirovan û her wiha li Rojava Kurdistanê jî komkujiyên wek 12'e Adarê ye. Em herdem bi ruhê serhildana 12 Adarê li diji faşîzmê têbikoşin. Bangawaziya me ewe ku li her qadê li dijî feraseta nîjadperest têbikoşin û wek Gelê Kurd li hemberî êrîş û komkujiyan em hevgirtina xwe çêbikin ji ber ku dem ne dema netewperestiye, dem dema netewa demokratik e.”