Du jinên sînemager di teqîna li Afganistanê de jiyana xwe dest dan

Hat diyarkirin ku fîlmçêkerên ji Afganistanê Tayeba Mousavi û Fatemeh Mohammadi di teqîneke li deverên cuda yên Deşta Barchi ya rojavayê Kabîlê de jiyana xwe ji dest dane.

Hat diyarkirin ku fîlmçêkerên ji Afganistanê Tayeba Mousavi û Fatemeh Mohammadi di teqîneke li  deverên cuda yên Deşta Barchi ya rojavayê Kabîlê de jiyana xwe ji dest dane.
Kabîl – Derhênera fîlm a Afgan Sahra Karimi ragihand ku du karmendên wê, Tayeba Mousavî û Fatameh Mohammedî ku agahî ji wan nedihat girtin, jiyana xwe ji dest dane. Piştî encamên tiba edlî derket holê ku du jin roja Şemiyê li deverên cuda yên Deşta Barchî ya rojavayê Kabîlê, di teqînan de jiyana xwe ji dest dane. Malbatên Tayeba û Fatemeh demek dirêj li cenazeyên zarokên xwe geriyan lê nikaribûn wan bibînin. Cenazeyên her du jinan jî nedihat naskirin û piştî lêkolînan malbatan cenazeyên xwe girtin.
Tayeba Mousavî û Fatemeh Mohammadî herî dawî beşdarî projeya anîmasyona "Efsaneyên Afganê" ya ji bo zarokên Afgan bûn. Heta niha jî tu kesê berpirsyariya êrîşan negirtiye ser xwe.