Dozger ji rojnamevan Bêrîvan Kutlu re ceza xwest
Li Tirkiyeyê zext û sepandinên li ser rojnamevanan bi awayekî tund didomin. Rojnamevan Bêrîvan Kutlu ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê ji hêla dozgeriyê ve ceza lê hate xwestin.
Amed – Di doza rojnamevan Berîvan Kutlu de, ku ji ber çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê bi "propagandaya rêxistineke terorîst" tê tawanbarkirin, dozgeriyê nerîna xwe pêşkêş kir û daxwaza ceza kir. Dozgeriyê di danişîna doza rojnamevan Bêrîvan Kutlu ya ku ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, mutalea pêşkêş kir û ceza xwest.
Danişîna 4’emîn a doza nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Kutluyê ku ji ber tevlibûna bernameyên televîzyonan ên piştî erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereş û parvekirinên li ser hesabê X’ê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin. Ku li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ldiarxistin. Bêrîvan Kutlu tev li rûniştinê nebû lê parêzerê wê Resûl Tamur amade bû.
Rûniştina din heya 1'Kanûnê hat taloq kirin
Dozgeriyê mutalea pêşkêş kir û xwest ku Bêrîvan Kutlu bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” bê cezakirin. Parêzer Tamur, li dijî mutaleayê daxwaza demê kir. Dadgehê daxwaz qebûl kir û rûniştina din taloqî 1’ê Kanûnê hate kirin.