Doza Sakîne Kultur bi awayekî ji edaletê dûr berdewam dike

Danişîna biryarê dê ji bo doza Îbrahîm Barkin ê bi îşkenceyê Sakîne Kultur qetil kir, bê dîtin. Parêzer Oyku Çakmak, diyar kir ku di dozê de gelek mijarên nediyar nehatine lêkolînkirin û got: “Darizandin bi awayekî ku edalet pêk neyê berdewam dike.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Danişîna biryarê ya der barê Serokê Navenda Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin de ku di 13’ê Gulana 2022’an de li navçeya Silopiya Şirnexê di bin îşkenceyê de Sakîne Kultur qetil kir, bi îdiaya “qetilkirina bi plan û îşkenceyê” hat vekirin, wê di 30’ê Çileyê de bê dîtin. Di îfadeya ku hat dayîn de, dozgeriyê ji bo Îbrahîm Barkinê Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetil kir, ji ber sûcê “qetilkirina bi plan û îşkenceyê” cezayê muebbetê xwest.

Parêzer Oyku Çakmak ku beriya danişîna biryarê me pê re hevdîtin kir, diyar kir ku gelek xalên dosyayê ne zelal hatine hiştin û got ku heyeta dadgehê xwestiye di zûtirîn demê de dosya bê girtin. Oyku Çakmak, anî ziman ku wan di vê dadgehê de wêneyekî mîna ku di dozên qetilkirin û tundiya li ser jinan de dîtine jî diyar kir ku dosya ji her alî ve bi awayekî bi bandor nehatiye lêkolînkirin û ronîkirin. Oyku Çakmak diyar kir ku di dosyayê de bi gelek kêmasiyan re rû bi rû mane, pêvajoya darizandinê ji ajansa me re vegot û ji bo rûniştina biryarê banga hevgirtinê li hemû jinan kir.

‘Di hemû bûyeran de tiliya saziyên bê kontrol hene’

Oyku Çakmak, destnîşan kir ku têkiliya vê bûyerê bi qetlîamên jinan ên li herêmê çêdibin re heye û diyar kir ku kiryar di her şert û mercî de xwe weke karmendê dewletê dide nasîn, ev jî yek ji mînakên vê rewşê ye. Oyku Çakmak, anî ziman ku gumanên cidî hene sûcdar Îbrahîm Barkin ê gelek caran diyar kir ku bi dewletê re hevkariyê dike û di her rûniştinê de komeleya ku lê dixebitî dubare dike, têkiliya wî bi pêkhateyên pramîlîter re heye û got: “Motîvasyona sereke çi ye li vir. Tiştek der barê pêkhateya dewletê de, bi taybetî li Kurdistanê, pir eşkere ye ku ev pêkhate li vir bi van pêkhateyên paramîlîter re bi hev re kar dike da ku qada siyasî ya Kurd xirab bike. Me di salên 90’î de gelek caran bi mînakan şahidiya vê yekê kir. Em îro jî rastî van komeleyan tên. Dewlet bi gotina xwe dibêje, dema li dijî terorê têdikoşim, ez hinek saziyan çêdikim, wan çekdar dikim û wan dixe rewşên ku li ser navê min pêk bînin. Bi vê hêza bê kontrol, em bûyerên tundiya li ser jinan, xwînrijandin an jî rewşên ku ew tevli pevçûnan dibin, dibînin.”

‘Sûcê giran nayên dayîn’

Oyku Çakmak, anî ziman ku kiryar ji ber provokasyonên bêhiqûqî bi parastina ku di dozê de kir hewl dide cezayê xwe kêm bike û wiha got: “Ji bo cezakirina sûcdar cezayê muebetê bê girankirin tenê rapora ATK’ê jî bes e.” Her wiha Oyku Çakmak diyar kir ku îfadeyên îşkenceyê yên di raporê de rewşê nîşan didin û got: “Di rapora ATK’ê de hejmara birînên bi kêran hatiye girtin kiryar bi hestên cinawirî îşkence kiriye. Ev yek jî nîşan dide ku rewşê li gorî îfadeya zagonî ‘bi qelîte’ pêk aniye. Em dibînin ku daraz di gelek dozên qetilkirina jinan de qelîteya sûcê qetilkirina bi hestên cinawirî yan jî îşkenceyê pêk nayne. Bê şik, ev ji têgihîştina serdest a mêr serbixwe nîn e. Em difikirin ku îzahateke din tune ye, çima ev qanûn di dozên jinên ku hatine îşkencekirin û qetilkirin de jî nayên bicihanîn.”

‘Bûyerên din ên gumanbar nayên lêkolînkirin’

Oyku Çakmak, anî ziman ku dosya bi hemû aliyên xwe ve nehatiye ronîkirin û diyar kir ku wan di her danişînê de mijarên ku di dosyayê de diyar nebûne anîne ziman. Oyku Çakmak, bal kişand ku îfadeya kesê kiryar Îbrahîm Barkin di dema bûyerê de pê re axiviye nehatiye girtin û di raporên polîsan de tevî ku di wesayîdê de kesên cuda hebûn jî lêpirsîn li gel nehatiye kirin û wiha got: “Her wiha me diyar kir ku biryareke bêyî lêkolînkirina mijarên pêwîst wê kêm bimîne. Her rewşeke ku nîşaneya pirsê heye divê were ronîkirin. Ger kujerên din ên qetilkirinê hebin divê ew jî bên eşkerekirin. Dîsa her çendî ku dozgeriyê îfadeya hemû kesên ku kiryar bi wan re hevdîtin kirine di qeydên HTS’ê de girt jî me dît ku îfadeya kesekî ku di dema qetilkirinê de pê re hevdîtin pêk aniye, nehatiye girtin. Li gorî agahiyên polîsan di wesayîda ku kiryar diajot de kesên din jî hebûn. Lê diyar nekirina wan kesan di raporê de cih digrin an na.”

‘Darizandin didome’

Oyku Çakmak, anî ziman ku dadgehê gelek xalên tarî di dosyayê de hiştine û armanca wan ew e ku di zûtirîn demê de dosyayê bi cezakirina kiryar bigrin û got: “Me daxwaz kir ku kêmasiyên dosyayê bên sererastkirin. Di ser daxwazên me re 3 danişîn derbas bûn. Di danişîna dawî de hemû daxwazên me bê hincet hatin redkirin. Dadgeh bi awayekî ku em nikarin bigihîjin edaletê tevdigere. Me hewl da bi îsrar vê yekê rave bikin lê daxwazên me tu bersiv negirtin. Dadgeh dixwaze vê dosyayê bi darizandina kiryarê heyî û cezakirina wî bigre.”

Danişîn biryarê di 30’ê Çile de ye

Herî dawî Oyku Çakmak bang kir ku danişîna biryarê di 30’ê Çileyê de li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê dîtin û diyar kir ku wê ev pêvajo bi hevgirtin û piştgiriya jinan derbas bibe. Oyku Çakmak, anî ziman ku hevgirtina heyî hêviyê dide wê û gelek jinan û destnîşan kir ku têkoşîna rêxistinbûyî di biryarên cezakirinê de jî gelekî bi bandor .