Doza ku 24 dosyayan kirine yek sibê ye lê darizandina adil tune ye!
Der barê Ayla Akat de ku 24 dosyayan kirine yek sibê ye. Parêzer Hatîce Demîr diyar kir ku têkildarî dosyayê darizandinek adil tune ye û got: “Dema ku mijar daxwaza neteweyî û polîtîk a gelê Kurd be hiqûqa derasayî dikeve dewrê.”
MEDİNE MAMEDOĞLU
Amed- Di çarçoveya dosyaya Kumpas a Kobanê ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye amadekirin de siyasetmedar Ayla Akat Ata ya tê darizandin, ji Cotmeha 2020’an ve di girtîgeha jinan a Sîncanê de ye. Ayla Akat Ata, bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “Rêveberiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” ji sê dozan tê darizandin. Naveroka îdianameya ku hatiye amadekirin jî daxuyaniyên di navbera salên 2009 û 2017’an de di dema parlamenteriyê û xebatên di pêvajoya muzakereyan de ne. Van xebatan zêdetir têkildarî têkoşîna jinan in. Hinek dosyayên ku der barê Ayla Akat Ata de hatine vekirin, bi Doza Kobanê re kirine yek, doza ku 24 dosyayan kirine yek dê di 16’ê Mijdarê de li Dadgeha 5’emîn a Cezayê Giran a Amedê were dîtin.
Têkilarî mijarê ji parêzerên dosyayê Hatîce Demîr, diyar kir ku darizandin dijberî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye û bal kişand ku dariznadina bi vî rengî tesadufî nîn e.
‘Di xebatên jinan de xwedî roleke çalak e’
Hatîce Demîr da zanîn ku ligel Ayla Akat Ata siyasetmedarên Kurd ji bo ku daxwazên xwe yên siyasî û nijadî anîne ziman hatine girtin û got ku li Tirkiyeyê pargala hiqûqê ya dualî heye. Hatîce Demîr ragihand ku Ayla Akat Ata hem dema ku parlamenter bû hem jî dûre ji bo jinan û aştiyê xebatan meşandiye û wiha domand: “Ayla Akat Ata, ji bo çareseriya meseleya Kurd bi awayê demokratîk û aştiyane ji bo alî gavan bavêjin xebitî. Ew yek ji kesên ku di nava têkoşîna jinên Kurd de cihê xwe girtiye û rola wê mezin e. Girtina wan berdewamiya nêzîkahiya li dijî gelê Kurd e ku ji dîrokê ve heta niha gelek kes bi vî awayî hatine girtin.”
‘Darizandin dijberî DMME’yê ne’
Hatîce Demîr da zanîn ku darizandin û girtina van kesan dijberî DMME’yê ne û got: “DMME, pir vekirî diyar dike ku nabe parlamenter ji ber gotin û tevgerên xwe werin darizandin. Ji ber ku bi hilbijartinê kes tên bijartin û daxwazên hilbijêran bi cih tînin. Dîsa ji ber vê yekê bal têk kişandin ku gotinên parlamenterên muxalif di çarçoveya azadiya ramanê de ye.”
‘Li ser gelê Kurd hiquqek awarte tê meşandin’
Hatîce Demîr diyar kir ku li ser gelê Kurd sîstemek awarte ya hiquqê tê meşandin û ev sîstem ji avakirina komarê ve bi zagonên cuda xwe dide nişandan û wiha axaftina xwe domand:
“Wek tê zanîn sîstema hiquqê ya Tirkiyê li ser Tirkbûnê tê meşandin. Ji ber vê jî em dikarin behsa sîstemek dualî bikin. Ya yekem, qanûnek heye ku ji bo miletê serdest, tirk an jî yên ku xwe tirk hîs dikin derbas dibe. Di muxalîfê û bi taybet jî dîroka komarê heta niha hiqûqek ku li beramber Kurdan tê pêkanîn heye. Ji avakirina komarê heta niha armanca vê hiqûqa derasayî em dikarin bêjin polîtakaya tirkkirinê ye. Dema em temaşeyê vê zagon û pêkanîna wê bikin em dikarin behsa ji qanûna îskan, biryarnameya surgunê zagonên rêveberiya şidandî bikin. Evane hemû di heman demê de hiqûqa ceza a civakî, weke amûra kontrolkirina siyasî kar dike û hemû daxwazên Kurdan kriminalize dikin û em dibînin ku rê li ber mijarek a îdeanameyê vedike.”
‘Bi darazandinan dixwazin pêşiya xebatên jinan bigrin’
Hatîce Demîr da zanîn ku siyasetmedarên Kurd ên weke Ayla Akat armanca darazadinê ne edalete û wiha got: “Weke tê zanîn li Tirkiye daraz, dewlet û îdeolojiya fermî a dewletê şidandî girêdayiye. Ji ber vê hertim polîtîk, etnik, çandî û zimanî ên Kurdan hertim tên qedexekirin. Ev daxwaz ji ber van nêzikatiyan, dibe mijarên darazandinê. Ayla Akat û parlementerên din ên hatin hilbartin di heman demê de ev komar ji dîrokê ve polîtakayên tên pêkanîn weke berdewamiya wê îro para xwe digrin. Di nava siyaseta Kurd de cih digre, ji ber daxwazên xwe ên politik anîne ziman tê girtin. Hedef dikin ku Kurdan û siyaseta Kurdan, bi sertewandin, cezakirin, siyaseta Kurda tasfiye bikin û li pêşiya xebatên jinan rawestin. Em dibînin ku derdek wan ê ji ber wê tên ba hev ji bo bikevin pêşiya rêxsitinkirin, xwe îfadekirin û hewldanên wan heye.”
‘Weke ku pêvajoya zagonî tê pêkanîna nîşan didin’
Hatîce Demîr bi bîrxist ku divê pêvajoyê de darazandina edlî neketiye meryetê û got: “Pêvajoyên ku neçariya zagonî berdewam bikin, weke şekil tê pêkanîna dibînin, di heman demê de dixwazin rayedarên Kurdan mehkum bikin û ji bo ilankirina vê di xebitin. Ji ber vê bi taybet ên hatin hilbijartin di pêvajoya ku parlementer de gotin û çalakiyên wan xebatên partiye ye an ne, di çarçoveya azadiya fikir û îfadeyê de bê nirxandin yan neyê nirxandin, li ser tişta ku armanc dike darazandinê dike.”