Dorpêça li ser Kobanê her diçe girantir dibe

Di 20’ê Çileyê de ji aliyê çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê ve Kobanê hatiye dorpêç kirin. Ev dorpêç her diçe girantir dibe jiyan û ewlehiya gelê Kobanê dixe xeteriyê de.

Navenda Nûçeyan – Ger ku korîdorekê mirovî neyê vekirin wê ev dorpêç bi xwe re karesetên mirovî bîne. Rihên çûyîn û hatinê ji hêla çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê ve hatine girtin û nahêlin alîkariyên mirovî derbasî Kobanê bibe. Bi taybetî jî nahêlîn bijîşk, derman û kelûpelên jiyanî derbas bibin.

Ev dorpêça girankirî ya li ser Kobanê bandorekê neyênî li ser qada tendûristiyê kiriye. Derman û pêdiviyên bijişkî li nexweşxaneyan kêm bûye. Her wiha hêjmara nexweşan jî zêdebûye û dermanên nexweşiyên giran jî kêm bûye.

Ev rewşa heyî bandoreke neyênî li ser mirovên nexweş, temen mezin, bitik û zarokan dike. Bi taybetî kêmbûna şîrê bitika, sotemanî û xûrek bi xwere zehmetiyan dide avakirin.  

Şênî banga lezgîn a vekirina korîdorên mirovî ji bo derbasbûna alîkariyan dikin û diyar dikin ku dorpêç binpêkirina qanûnên mirovî ye û jiyana şêniyan dixe metirsiyê.