Maşîneya karkerên çandiniyê qulipî
Karkerên çandiniyê yên ji bo xebatê ji Şirnexê ber bi Dûzceyê ve bi rê ketin qeza kirin. Di qezayê de 24 karkerên çandiniyê birîndar bûn.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/07/20230717-20230717-690x390cc-mrk-17-07-2023-tarim-iscileri-kaza-jpg992555-image-jpg79a440-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Karkerên çandiniyê yên ku ji Şirnexê çûn Dûzceyê qeza kirin. Di encama qulipîna maşînê karkerên çandiniyê de 4 jê giran 24 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine girtin, maşîneya ku ajokariya wê Huseyîn Ç. dikir dema ku karkerên çandiniyê ji Şirnexê dibir Dûzceyê di xaçerêya Yazihuyuk a bajarê Nîgdeyê de ji kontrolê derket û qulipî kêleka rê. Li ser agahdarkirinê gelek tîmên tenduristiyê û tîmên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 4 jê bi giranî bi giştî 24 kes birîndar bûn. Ji birîndaran 11 jê rakirin nexweşxaneyên li Nîgdeyê, 13 kes jî rakirin nexweşxaneyên li Nevşehîrê.