‘Dixwazin li ser Şehbayê siyaseta îmhayê bimeşînin’

Endama nivîsgeha têkiliyan a Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn-Şehbayê Bêrîvan Xelîl behsa armanca siyasetên ku li ser herêma Şehbayê tên meşandin, kir û got ku li ser Şehbayê siyaseta tunekirin û îmhayê heye.

HESNA MIHEMED

Şehba – Di nava 5 salên koçberiyê de gelê Efrînê yên ku di 18'ê Adara 2018'an de koçber bûne û gelê resen ê kantona Şehbayê zehmetiyên jiyanî, dijîn. Şehba di nava van salan de rastî gelek êrîş û rêgiriyan hatiye. Di milekî de êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ji aliyê din ve jî dorpêça hikumeta Şamê li ser herêmê, berdewam dikin. Welatiyên ku li Şehbayê dimînin li hemberî hemû cureyên siyasetên hegemonîk berxwedan û têkoşîna xwe berdewam dikin. Endama nivîsgeha têkiliyan a Rêveberiya Xweser Efrîn-Şehbayê Bêrîvan Xelîl siyasetên ku li ser herêmê tên meşandin ji bo ajansa me nirxand.

Şehbayê di siyaseta îmhakirin û tunekirinê de derbas dibe

Bêrîvan Xelîl bal kişand ser siyasetên ku li ser herêma Şehbayê ji aliyê hêzên serwer de û wiha dest bi nirxandinên xwe kir: "Kantona Şehbayê ev bû 5 sal hembêza xwe ji koçberên Efrînê re vekiriye. Gel li deverê berxwedanê ruxmî zehmetî û astengiyên ku dibîne jî dîsa teslîmkariyê qebûl nake. Li seranserî van salên koçberiyê gel rastî her cureyên êrîşên dagirkeriyê tên û para xwe ji van êrîşên hov dîsa digrin. Weke ku tê zanîn jî gel ji warê xwe koçber bûn tenê ji bo kiryar û êrîşên dagirkereyê bû. Tevî êş û azarên gel li Şehbayê û ruxmî şert û mercên heyî heya vê kêliyê gel li ber xwe dide. Niha herêm di siyasetên tunekirin û îmhayê re derbas dibe hem ji aliyê Hikumeta Sûriyeyê hem jî di warê dagirkeriya dewleta tirk de. Bi hemû cureyên teknîkê yên giran dewleta tirk êrîşî Şehbayê dike. Di heman demê de bi rêbazên meşandina şerê taybet di nav gel de jî hewl dide berxwedana herêmê biçewisîne."

Li dijî êrişan bêdengî

Dewleta tirk a dagirker her dem hewl dide êrîşî herêma Şehbayê bike û sivîlan bixe armanca xwe ji ber di warê siyasî, aborî, leşkerî de têk çûye serî li her rêbazê dide. Bêrîvan Xelîl di berdewamiya gotinên xwe de têkçûyîna Erdogan wiha pênase kir: "Li Tirkiyeyê niha aloziya aborî heye. Lewre Erdogan dixwaze bi riya êrîşên ser Kurdistanê bi taybetî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aloziyên heyî veşêre. Derbasbûna Erdogan bi balafirên xwe yên bê mirov ji sînorê Sûriyeyê re her wiha bêdengiya Sûriyeyê li hemberî vê yekê tê wateya lihevkirin û destekdayîna ji Erdogan re heye ku derbasî xaka Sûriyeyê bibe û gelê sivîl rehet armanc bigre. Di heman demê de bêdengiya dewletan li hemberî van êrişan jî tê wê wateyê ku destek dane dewleta tirk lê bi awayê veşartî."

Dorpêça li ser Şehbayê

Bêrîvan Xelîl bal kişand ser berdewamiya rêgiriya hikûmeta Sûriyeyê li ser herêmê û xeteriya wê û wiha got: "Li kêleka êrîş û zehmetiyên ku koçber li Şehbayê dijîn hikûmeta Sûriyeyê bênavber dorpêça xwe li ser herêmê dide meşandin lê di van demên dawî de ev rêgirî dijwartir bûye û pê re astengiyên jiyanî jî dijwartir bûn. Bi taybetî di qada tendirustiyê de pêdiviyên dermanan li Şehbayê pêk nayên. Her wiha carna pêdiviya nexweşan bi çûyîna Helebê heye ji bo tedawiyê lê ji ber dorpêçê rewşa wan xeter e. Li kêleka pêwîstiyên tendirustî jî madeya mazotê madeya bingehîn e ku herêm li ser jiyana xwe berdewam dike lê ew jî ji aliyê Hikumeta Şamê ve li ser herêmê hatiye qutkirin ku bi tunebûna mazotê jiyan li Şehbayê disekine."

‘Berxwedana gel striyek di çavên dijmin de ye’

Bêrîvan Xelîl bi lêv kir ku peyama gel li warê koçberiyê li Şehbayê domandina berxwedanê ye heya ku digihîjînin armanca xwe û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Berxwedana gel li Şehbayê weke striyekê di çavên dijmin de ye lewre bi her cureyê dixwazin vê berxwedanê bidin şikandin. Di heman demê de gel xwedî biryar û berteke  li hemberî siyasetên ku wan hedef digre. Peyama gel jî ew e ku xeta berxwedanê ruxmê tunebûn û îmhakirinê bişopînin da ku digihîjînin armanca xwe ya sereke ew jî di welatek azad de azad bijîn."