‘Dixwazin bi qeyûman gel ji nirx û nasnameya xwe dûr bixin’

Endama TJA'yê Zeynep Kiyar diyar kir ku qeyûmên tayînî şaredariyan dikin, xizmeta şerê taybet dikin û dixwazin civakê bitirsînin û got: "Dixwazin gel ji nirx û nasnameya xwe dûr bixin."

MEDİNE MAEDOĞLU

Colemêrg - Çalakiyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) a li dijî darbeya qeyûman a 3’ê Hezîranê li dijî şaredariya Colemêrgê pêk hat dewam dikin, bertek jî zêde dibin. Gelê Colemêrgê ku bertek nîşanî qeyûmê ku  3 serdeman hat tayînkirin li ser sindoqan dan, di her firsendê de diyar dikin ku ew polîtîkaya qeyûmê qebûl nakin.

Endama Tevgêra Jinen Azad (TJA) Zeynep Kiyar diyar kir ku li bajarê di hedefa polîtîkayên şerê taybet ên dewletê de ye, qeyûm hatine tayînkirin û diyar kir ku ew ê li dijî polîtîkayên şer derkevin.

Zeynep Kiyar , da zanîn ku divê gel li hemberî êrîşên li ser vîna wan ên weke polîtîkayên şerê taybet û qeyûman hişyar be û destnîşan kir ku zîhniyeta ku vîna gel nas neke, ji bo wî gelî gavên bi kêr nayê avêtin. Zeynep Kiyar diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm li şaredariyê, peyam tê dayîn ku polîtîkayên zext û şer ên li bajêr berdewam bikin. Zeynep Kiyar, anî ziman ku Colemêrgê ku ji ber bajarekî li ser sînor zêdetir rastî van polîtîkayan tê, ji aliyê pergalê ve tê tirsandin û got: "Em bê alternatîf nînin" û banga têkoşînê li civakê kir.

'Mînak cuda bin jî, armanca wan yek in'

Zeynep Kiyar destpêkê bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û mînakên wê, diyar kir ku polîtîkayên bi salan tên meşandin piştî qeyûman girantir bûne û got: “Bi taybetî li herêmên sînor ên wekî Colemêrg û Şirnexê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Tenê armanca qeyûm ku li vir hatiye wezîfedarkirin ne berdewamkirina dizî û gendeliyê ye. Dixwazin polîtîkayên şerê taybet ên ji sala 2016’an vir ve tên meşandin bidomînin. Di bin van zext û êrîşan de dixwazin civakê û jinan bitirsînin. Ev rewş bi berdewambûna adetên xerab ên heyî yên wekî hişbir û daketina wan di temenê ciwan de bi zelalî diyar dibe. Li bajarekî ku ev dorpêça dijwar lê tê bikaranîn, ji bilî ku ji aliyê dewletê ve tê kirin tu îzaha vê bikaranîna hişbirê nîne. Pêşî bi vê yekê dest pê kirin, piştre jî xwestin bi polîtîkayên din civakê qirêj bikin. Îro siyaseta ku duh bi awayekî cuda dihat meşandin, bi awayekî stratejîktir û cudatir dimeşînin."

'Dixwazin gel ji nirx û nasnameya wan dûr bixin'

Zeynep Kiyar destnîşan kir ku wê bi polîtîkayên ewlehiyê û dorpêçan rewş girantir bibe û li her qadên jiyanê belav bibe û wiha berdevam kir: “Qeyûmê ku hatiye tayînkirin ji van polîtîkayên ku me behs kir ne cudatir e. Zîhniyeteke ku îradeya gel desteser dike. Ev qeyûm van polîtîkayan bi şaredariyên ku bi dengên gel bi dest xistine pêk tînin. Dixwazin bi çêkirina cihên geştyarî an gerê balê bikşînin ser vê derê, lê ev rewş derveyî wan sûdê nade kesên ku li vir dijîn. Ev pergala ku li vir vîna gel nahesibîne, di berjewendiya wan de gavan navêje. Ew dixwazin gel ji nirx û nasnameya wan dûr bixin.”

'Divê civak li hemberî van polîtîkayan hişyar be'

Zeynep Kiyar, bang li civakê bi taybet jin û ciwanan kir ku bi van polîtîkayan hişyar bin û diyar kir ku şerê taybet wê bi têkoşînê bêbandor bibe. Zeynep Kiyar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Divê hem ciwan hem jî jin li hemberî van polîtîkayan zanebin û li dijî van polîtîkayan têbikoşin. Beriya her tiştî dixwazin bi rêya jin û ciwanan civakê tine bikin. Me ev yek hem di nûçeyên ku di çapemeniyê de derketin û hem jî di bûyerên diqewimin de bi zelalî dît. Em îro li dijî van polîtîkayan li vir in. Divê hemû jin li dijî şerê taybet destê xwe bidin hev û xwe bi rêxistin bikin. Ji ber vê em li vir in û niyeta me ya derketina ji vir nîne. Werin em li vir ji bo azadiya jin û civakê bi hev re li ber xwe bidin. Werin em weke civak bi hev re li dijî van polîtîkayan têbikoşin. Ji bo ku em li hemberî polîtîkayên dijmin neyên tinekirin û netirsîn, em jin bin jî li ber xwe didin. Di vê xalê de em soza têkoşînê didin jinan. Em ê vê têkoşînê roj bi roj xurt bikin û mezin bikin.”

'Em ê bi rexnedayînê bikevin nava pêvajoyê'

Zeynep Kiyar bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo vê jî alternatîf û paradîgmayeke me ya xurt heye. Helbet em ê pêşî bi pêvajoyeke rexnedayînê dest bi vî karî bikin. Hem bi ezmûn û hem jî bi xebatên xwe em ê li dijî qeyûman û şerê taybet li qadan bin."