‘Divê stargeha demkî ya lezgîn were misogerkirin’

Koma Piştevaniya Femînîst a ji bo Afatê, bal kişand ku ji bo sivikbûna barê jinên li herêmên erdhejê divê gav bên avêtin û xwest di zûtirîn demê de cihên stargeh/jiyanî yên demkî wek xizmeta kamûyê bên misogerkirin.

Navenda Nûçeyan- Koma Piştevaniya Femînîst a ji bo Afatê, der barê pirsgirêkên cihên stargeh/ jiyanî yên piştî erdhejên 6’ê Sibatê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di ser erdhejê de, dewletê vê yekê bi nexebitîna sazî û mekanîzmayên pêwîst veguherandiye karesateke giran, nêzî 2 meh derbas bûne û wiha hat gotin: “Di vê pêvajoyê de bi deh hezaran mirov terkî mirinê hatin kirin; bi sed hezaran mirov bê mal, bêkar, bê ewlehî man, li gorî texmînê 2 milyon mirov neçarî koçberiyê bûne.

‘Hê kesên ku nikarin xwe bigihîjînin konan hene'

Di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku tevî ewqas dem derbas bûye jî dewlet û saziyên wî pirsgirêkên stargeh, ava paqij, paqijî û pêdiviyên din ên bingehîn ên kesên ku ji erdhejê bi bandor bûne çareser nekirine û wiha hat gotin: "Li herêmên erdhejê hê jî kesên ku nikarin xwe bigihîjînin konan hene. Konên ku şert û mercên fizîkî yên ji bo hewcedariyên demdirêj ên stargehê tune ne, wekî çareseriyek demkî ne."

'Lehî ji bo kesên ku di konan de dijîn bû karesatek duyemîn'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku lehiya nîvê meha Adarê rabû, ji bo kesên di konan de dijîn bûye karesatek din, hem miirn hem jî cihên stargehê ketine rewşa ku nayên bikaranîn bûye sedema hilweşandinek duyemîn û wiha hat gotin: "Niha bi zêdebûna germahiya hewayê re dê pirsgirêkên hîjyenê yên mezin li herêmê çêbibin û nexweşiya şewbê zêde bibe.”

'Tundiya mêr zêde dibe mekanîzmaya piştgiriyê nayê xebitandin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li herêmê gihandina xurek, ava paqij, malzemeyên hîjyenê û pêdiviyên bingehîn pirsgirêkek mezin e ku bi piştgiriya hevpariya civakî nayê çareserkirin û wiha hat gotin, “Ji ber nebesiya saziyên kamûyê yên di mijara misogerkirina pêdiviyên bingehîn de yan jî nebûna vê, barê lênihêrinê li ser jinan zêde dibe. Di van şert û mercan de tundiya mêr a li ser jinan dijwartir bûye lê belê tu mekanîzmayên sepan, parastin û piştgiriyê nayên xebitandin.

'Divê stargehên demkî werin avakirin’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku divê ji bo peydakirina stargeh û pêdiviyên bingehîn ên herêmê û ji bo sivikbûna barê jinan divê gav bên avêtin û wiha hat gotin: “Divê di zûtirîn dem de neçariyê ku cihên stargeh/jiyanî yên demkî, konteynirên bi ewle/bajarên prefabrîk di bin berpirsiyariya dewletê de wekî xizmetek kamûtê bên misogerkirin. Stargeh mafek e, nikare bê veguhestina ji bo rêxistinên sivîl ên alîgirê hikûmetê û şîrketên ku çavkaniyên giştî yên li herêmê tên veguhestin.”

Di daxuyaniyê de daxwazên ji bo bicihbûna demkî qadên jiyanê bi wî awayî hat rêzkirin:

*Tenê cihekî ku mirov serê xwe bixe na divê di şertên bi tendirust de dijî, konteynirên biçûk ku xwedî qadek hevbeş were avakirin. Divê mekanîzmayên wisa werin avakirin ku yên ku li wê derê dijîn di rêveberiya van qadan de bibin xwedî biryar. Divê di van mekanîzmayan de jin bi awayek wekhev cih bigrin.

*Divê pêwîstiyên bingehîn ên weke germbûn, av, elektrîk, xwarin û tendirustî bê pere be. Divê mekanîzmayên piştevaniyê ji kesên xizan û bê kar re were avakirin, piştevanî ne li ser malbatan re, perspektîfek ku jin û LGBTî+ çavdêr bike were lihevanîn.

*Yên bi tenê dijîn, yan jî astegdar, jinên pîr û LGBTİ+ yên bi tenê mane, pêwîstiyên wan werin çavdêrkirin û div î alî de hevgirtin çêbibe.

Divê mesaya konteyniran were eyarkirin, divê dora bajar ewlehiya wê were parastin û divê bi ronîkirinê qadek bi ewle ava bikin, ji derveyî konteyniran divê ji bo gihandinê otubusên bê pere were dabînkirin.  Divê ji bo barê karê malê û lênêrînên were kêmkirin, malên cilşûştinê, malên çêkirina xwarinê, ji bo zarokan qadên lîstokan werin berfirehkirin. 

*Divê zanyarî û mekanizmayên ku jinan ji tundîtûjî, tacîzan bi parêzin, werin bihêzkirin, di dema tundîtûjiyê de bizanin serî li kuderê bidin û şêwirên kul ê bikarin biaxivin werin avakirin.

*Yên ku perwerdeya xwe berdewam nakin, yên ku mecbûrî malabatê hatî helan û jinên ciwan ku di metirsiyên pêşerojê de ne pêştevanî werin kirin. divê hemû amurên ku derfetên perwerdê dide ava kirin were pêşkêşkirin.

*Li bajarên konteyniran de paqijiya bingehîn werin dabin kirin. tiştên avêtinê bêyî ku ziyanekê bidin hawirdor werin tunekirin. Divê kanalizasyon û şebekeyên avê werin avakirin, ger tawlêet û serşû hevpar were bikaranîn û divê di qadek ku jin bi hêsan bikarin xwe bigihînin û  bi ewle û fireh be û xwedî ronahiya pêwîst be.

*Divê di nava bajar de cihên tendirustiyê wisa be ku jin û LGBTİ+ jê bawerbin û bi awayek baş bikarin xwe îfade bikin û divê cudahiya ziman were berçavgirtin û piştgirya wergervan werin pêşwazîkirin.

*Divê pispor cihên ku jin û LGBTİ+ ku bikarin xwe bigihînin piştgiriya psikososyal ava bikin. 

*Divê qadên wisan werin avakirin ku jin di konteynirên ku lê dimînin en girtîgeh be û ikarin bikevin nava jiyana civakê. Mînak konê jinan/konteyner werin vekirin divê çalakiyên weke sinema,film ku jin bikarin bikevin nav de werin li darxistin.  

*Desthilata AKP îlan kiribû ku wê heta Gulanê 200 hezar konteynir ava bikin. Ew qadên ku koteynir lê were danîn ji OHAL’ê derfet digrin ji xwe arzaiyên mirovên ku ji erdehejê bandor bûne, bê xeber û bê bedel destdanine li ser. Divê qadên konteyniran li ceihek ku tu ziyanê nede zindiyan be. Ji yên ku bbixwazin di baxçeyê xwe de jêre konteynir temin bikin.

*Yên ku ji herêmê koç kirine, bi giranî bajarên cîran li cihê lê mayîna KYK yan ji kirayên zêde didin û di şert û mercên xirab de neçar dibin bi ccih bibin, tesîsên civakî û li cihbûna giştî werin tesîskirin.

*Divê demildest inşaetên ji derveyî qanûnê werin sekinandin. Bila îhale û peymanan îptal bikin, bajarên nû, konteynirên manê, qadên jiyanê, odeyên pîşeyê, mirovên zanist û ên ku li herêmê dijîn bi hev re bi awayek demokratîk werin plankirin.